Mîtolojî, wekî vegotinên ku ji qatên tarî yên bîra hevpar a mirovahiyê hatine veguhestin, ne tenê aynaya raboriyê ne. Ew her weha zayenda civakî, desthilatdarî û şêweyên temsîliyeta ku nifş bi nifş tên veguhestin û ji nû ve tên hilberandin, şekil didin. Ji ber vê yekê, mîtolojî ne tenê wekî hêmanên arketîpîk ên ku raboriyê nîşan didin, lê her weha wekî vegotinên ku têkiliyên desthilatdariyê yên roja me û tehayulên civakî yên li ser pêşerojê ava dikin, divê bêne xwendin. Loma pêwîst e ku mîtolojî wekî qadên çandî yên dînamîk bêne têgihiştin; qadên ku normên civakî, rejîmên zayendî û têkiliyên desthilatdariyê tê de ji nû ve tên hilberandin. Wekî hebûnên nîvzindî yên ku di kûrahiyên hişê me de veşartî mayîne, ew di her serdemê de bi şêweyên cuda li pêş me derdikevin. Mîtolojiyên Medusa û Şahmaranê ji bo nîqaşkirina rejîmên temsîliyeta baviksalarî yên ku bi kontrolkirin, cezakirin û kirina bedena jinê wek amûrekê dixebitin, du fîgurên mîtolojîk ên bihêz pêşkêş dikin. Ev gotar van fîguran ji perspektîfa rexneya hunera femînîst ve ji nû ve dinirxîne û encamên siyasî yên vegerandina wan a dubare di hunera hevdem de bi navoka şifayê nîqaş dike.
Porên mar ên Medusayê û bedena nîvjin-nîvmar a Şahmaranê, di vegotinên mîtolojîk de du îmajên bihêz in ku bedena jinê li ser sînorê di navbera mirovî û ne-mirovî de bi cih dikin. Lêbelê, ev her du fîgur îfadeyên alegorîk ên şêweyên temsîliyeta ne ku bi rêya siyaseta bedenê ya desthilatdariya baviksalarî, bedena jinê kontrol dikin, ceza dikin û wate didin. Îro Medusa û Şahmaran, ku wekî îmajên dekoratîf di qada çandî de tên belavkirin, li pişt rûberên xwe yên estetîkkirî dîrokeke şîdeta tepisandî û vegotineke kuştinê ya hatî nedîtinkirin hîn jî hildigirin. Li dijî vê yekê, xwendinên femînîst ên hevdem bedenên van fîguran ên ku di navbera mirovî û ne-mirovî de cih girtine, ne wekî kêmasiyekê, lê wekî derfeteke siyasî ya ku rejîmên temsîliyetê yên bicihbûyî dixe bin pirsê, dinirxînin. Ev nêzîkatî, derfetê dide ku Medusa û Şahmaran ne tenê di çarçoveya gotina şifayê ya ku di hunera hevdem de her ku diçe belavtir dibe de, lê her weha di çarçoveya şîdeta dîrokî û berxwedanê de ji nû ve werin nirxandin. Ji ber vê yekê divê ev fîgur ne wek mîrata cemidî ya raboriyê, lê wek vegotinên dînamîk ên ku potansiyelên veguherînê yên civakan dixin holê, bêne xwendin. Mîtolojiyên birîndarkirî yên Medusa û Şahmaranê ne tenê berdewamiya dîrokî ya şîdeta baviksalarî dikin xuyanî; di heman demê de derfetên rexneyî jî pêşkêş dikin ku vê şîdetê ber bi dîtinê ve tînin û şêweyên temsîliyetê yên bicihbûyî ji bo lêpirsînê vedikin.

Sağlık Sıhhat Kapısı, Teknîka Têkel (2024) 265x485x30
Berhemên Ahmet Güneştekin ên bi navê İki Yakanın Şifacıları û Sağlık, Sıhhat Kapısı, Medusa û Şahmaranê di nav vegotineke hevpar a şifayê de tînin cem hev û di navbera van her du fîguran de têkiliyek têgehî ava dikin. Lêbelê ev nêzîkatî, li şûna ku şert û mercên dîrokî û siyasî yên cuda yên ku ev karakterên mîtolojîk tê de derketine holê xuyanî bike, wan di nav temsîliyeteke lihevanîner û gerdûnîkirî de ji nû ve dixe dewrê. Bi vî rengî, ezmûna şîdeta dîrokî û potansiyela berxwedanê ya ku Medusa û Şahmaran hildigirin, tê kişandin bo plandûyemînê; wateyên ku rejîma temsîliyeta baviksalarî hildiberîne jî ji nû ve tên hilberandin. Ji ber vê sedemê, ev xebat ne ku berhemên Güneştekin bi awayekî berfireh çöz bike, lê ji zemîna nîqaşê ya ku ew vedike hereket dike û lêkolînê li ser wê yekê dike ka fîgurên Medusa û Şahmaranê di warê pratîka hunera femînîst de çawa dikarin bi şêweyên cuda ji nû ve bêne fikirîn. Nêzîkatiya ku ev gotar pêşniyar dike, çareseriyê ne di temsîliyetên ku fîgurên mîtolojîk dadixînin nav gotineke şifayê ya lihevanîner û sûdmend de dibîne; berevajî, ew di nêzîkatiyên hunerî yên rexneyî de dibîne ku dîrokên wan ên hatine tepisandin, subjektîviteya wan a siyasî û potansiyelên wan ên veguherîner dixin ber çavan.
Xwendineke Nû ya Fîgurên Mîtolojîk: Medusa û Şahmaran
Medusa, di mîtolojiya Yewnanî de fîgureke ku ji bedewiyê vediguhere hebûneke tirsêner e û bi nêrînên xwe mirovan dike kevir. Her çend ev veguherîn di mîtê de wekî nifirekê were vegotin jî, di şîroveyên modern de bûye metaforeke ku hêza jinê û hêza veguherîner a travmayê îfade dike. Şahmaran jî, di mîtolojiyên Anatolya û Mezopotamyayê de hebûneke nîvmirov-nîvmar e ku nûnertiya zanebûnê û şifayê dike. Şahê maran, ku di heft qatên binê erdê de dijî, di heman demê de jineke bedew e. Çîroka ku bi hatina Cemşab a şikeftê dest pê dike, bi îxanetê bi dawî dibe. Şahmaran ji aliyê mêran ve tê kuştin û tê bawerkirin ku bedena wê ya mirî şifayê dide. Di vê vegotinê de şifa, jehr û zanebûn bi hev re ne. Îmeya mar, hema hema di hemû mîtolojiyan de, hebûna hevdem a jehr û dermanê wê nîşan dide. Mar bi axê û bi zanebûna binerdê re tê girêdan. Mîna “Gopalê Maran” a ku sembola tibbê ye, Şahmaran jî mirin û şifayê di heman bedenê de hildigire. Medusa jî jineke mirindar e. Di metnên antîk de tê vegotin ku ji xwîna Medusayê giyayên şifabexş derketine; dema ku serê wê hatiye jêkirin jî, hespê bi bask Pegasus û dêwê Chrysasor ji wê hatine dinyayê. Serê Medusayê yê tijî maran xwedî nêrînên kujer e. Perseus wê dikuje û serê wê yê jêkirî datîne ser kalkanê Athenayê; bi vî awayî ji bo ku dijminên xwe bike kevir û wan bitirsîne, wê wekî amûreke hêzê bi kar tîne.

İki Yakanın Şifacıları, Teknîka Têkel (2024) 220x480x30
Ahmet Güneştekin jî, wisa xuya dike ku bi anîna van her du karakteran cem hev, vegotineke ku trajedî û şifa di nav hev de tên hevdu, ava kiriye. Bi rastî, her çend nifira Medusayê û şifaya Şahmaranê wekî du rûyên veguherînê xuya bikin jî, her du karakteran rastiyeke hevpar heye ku bi hatina qurbankirinê û mirinê bi dawî dibe. Ev veguherîn, di heman demê de, berxwedanek û ji nû ve zayînek e ku jinan bi îradeya xwe ya serbixwe derxistine holê. Mirin bi xwe, di gelek çandan de, wekî rewşeke bi êş tê pêşwazîkirin. Lê tiştê ku di her du vegotinan de li pêşiya me derdikeve, cinayeteke ku bi îxanetê hatiye veşartin û wekî tiştekî asayî hatiye nîşandan e. Bedena Şahmaranê tê perçekirin û pêşkêşî padîşahê mêr yê xwedî desthilat tê kirin. Ev yek ku kesê ku wê dikuje di heman demê de kesê belavkerê zanebûn û şifayê be, nakokiyeke mezin diafirîne. Lêbelê, Şahmaran berî mirina xwe hilbijartinek dike û kesê ku wê ji zanebûna wê sûd werbigire destnîşan dike; bi gotineke din, heta kêliya dawî berxwedanê didomîne. Şahmaran hebûneke zana û tijî qenciyê ye. Di nav gelê wê de ku ji aliyê wê ve tê rêvebirin, aştî û başî serdest e. Her du karakter jî bi hêza xwezayê ve girêdayî ne û çîrokên mîstîk û tirsêner ên ku di dirêjahiya dîrokê de li ser jinan hatine barkirin, hildigirin. Medusa bi porên xwe yên maran, Şahmaran jî bi bedena xwe ya maran di vegotinan de cihê xwe digirin. Di mîtolojiyê de bedena jinê ne tenê gerilîna di navbera zayîn û wêrankeriyê de dihilde, di heman demê de hebûna hevdem a jiyan û mirinê, êş û tariyê jî nîşan dide. Di derbasbûna ji olên pirxwedayî ber bi olên yekxwedayî ve, veqetandina jinê ji aliyê mêran ve wekî “jina baş” û “jina xerab”, û şekilgirtina vegotin û perestinê li gorî vê dabeşkirinê, di rolên zayenda civakî de newekheviyên kûr afirandine. Her çend mar di gelek vegotinên mîtolojîk de sembola nemirî û zanebûnê be jî, di gotara kevneşopî de jin û mar (Hewa û Lîlîth) gelek caran wekî xapîner û metirsîdar hatine temsîlkirin.
Îmeyên mîtolojîk gelek caran bi çîrokên ku di navbera çandan de hatine perçekirin û ji nû ve hatine yekkirin derdikevin pêşiya me. Medusa fîgureke mîtolojiya Rojava ye, Şahmaran jî fîgureke mîtolojiya Rojhilatê ye. Her çend, bi taybetî li ser xaka Anatolyayê, têkçûna navhev a mîtolojiyên Yewnanî, Farsî û Mezopotamyayê wekî dewlemendiyeke çandî xuya dike jî, ev yek dikare cûdahiyên taybet ên civakan tarî bike. Daxistina wê li ser yek rehendê, ne tenê kûrahiya çandî kêm dike, di heman demê de tevliheviya wateyî û sembolîk jî derdixe holê. Şahmaran di mîtolojiyên Kurdî û Anatolyayê de wekî sembola zanebûnê û dadperweriyê derdikeve pêşiya me; ew ne tenê şifakarek e. Medusa ise ne fîgureke zana ye û ne jî şifabexş e; ew bi nêrînên xwe yên nifirkirî mirovan dike kevir. Medusa ne bereketê û ne jî nemiriyê sembolîze dike; ew hebûneke mirindar e. Anîna van her du fîguran ên ku xwedî çîrokên ji hev cûda ne di nav heman vegotinê de, bi serê xwe pirsgirêkeke têgehî ye. Destdirêjîkirina li Medusayê, cezakirina mexdûrê li şûna faîlê û piştre kuştina wê ji aliyê mêrekî din ve; ev rewşa ku bi orf û adetên civakî hatiye meşrûkirin, berhema zihniyeta baviksalarî ye ku bi hezaran salan hatiye veguhestin û tenê karîbûye wekî “şifa” were pêşkêşkirin.
Medusa li Rojava ji aliyê ramana femînîst ve wekî yek ji sembolên çanda destdirêjiyê û şîdeta baviksalarî ji nû ve hatiye şîrovekirin. Li hember vê yekê, hin pratîkên hunerî yên van salên dawî dema ku Medusayê dadixînin nav metafora şifayê û veguherîna kesane de, meyla romantîzekirina vê paşxaneya siyasî nîşan didin. Bi heman awayî, hin nêzîkatiyên ku bi îdiaya gerdûnîbûna navçandî hatine pêşxistin jî taybetmendiyên dîrokî û siyasî yên mîtolojiyan tarî dikin û wan vediguherînin îmeyên estetîk ên ku bi hêsanî tên xerc kirin. Ev belavbûna rûvî ya ku bi navê hunerê tê meşrûkirin jî bi qasî têra xwe nayê lêpirsîn. Lê şêweyên ku hunermendên jin Medusayê destnîşan dikin, arasteyeke bi tevahî cuda pêşkêş dike. Bi taybetî ji salên 1970’î û vir ve, Medusa ji fîgureke ku di vegotinên serdestiya mêran de hatiye cinawirkirin derketiye û bûye yek ji sembolên subjektîviteya jinê ya tepisandî, berxwedanê û hêza veguherîner. Berhema sazkarî ya Judy Chicago ya bi navê The Dinner Party ku di heman çarçoveya dîrokî de hatiye afirandin, her çend rasterast Medusayê neke mijar jî, dîroknivîsiyeke femînîst a hêzdar pêşniyar dike ku derxistina jinan ji tomaran di dirêjahiya dîrokê de dixe ber çavan. Ev berhem, ku jinên hatine kişandin qeraxa dîrokê bi awayekî sembolîk li heman maseyê dicivîne, wan ji fîgurên pasîf ên raboriyê derdixe û wekî sûjeyên damezrîner ên çandê ji nû ve bi cih dike. The Dinner Party nîşan dide ku jin ne tenê nesneyên dîrokê ne, lê her weha faîlên ku wate û sembolan diafirînin in. Ji vê aliyê ve, berhem bi wateyên nû yên ku Medusa di ramana femînîst de bi dest xistine re li ser erdê hevpar digihîje hev. Her du jî armanc dikin ku bêdengiyên ku rejîma temsîliyeta baviksalarî hilberandiye xuyanî bikin, ezmûna jinê bixin navenda bîra dîrokî û nîzama sembolîk a bicihbûyî veguherînin. Bi vî rengî, her çend xebata Chicago rasterast Medusayê ji nû ve şîrove neke jî, dikare wekî yek ji müdaxaleyên herî bibandor ên ku polîtîkayên temsîliyeta hunera femînîst veguherandine were nirxandin.

Judy Chicago, The Dinner Party (1974- 1979)
Xebata Judy Chicago ya bi navê The Dinner Party jî, mîna Şahmaran û Medusayê, ji rolên zayenda civakî azad nîne. Berevajî vê yekê, ev xebat çawa ku nikare di nav hunerê de wekî berhemeke pakij û apolîtîk were nirxandin, Şahmaran û Medusa jî nikarin ji vê çarçoveyê bêne veqetandin. Romantîzekirina trajediyên her du fîguran, tê wateya meşrûkirina êş û mirinên ku jin di jiyana rastî de bi wan re rûbirû dimînin. Huner, têgihiştineke estetîk a ku bi berovajîkirina nasnameya yê dinkirî vegotinên kevneşopî ji nû ve hildiberîne, red dike. Dema ku berhem ji perspektîfa rexneya hunera femînîst ve tê nirxandin, divê were lêkolînkirin ka îmeyên mîtolojîk çawa ji nû ve tên şîrovekirin, temsîliyeta bedena jinê çawa tê avakirin û dînamîkên desthilatdariyê çawa tên pirsîn. Medusa di vegotina mîtolojîk de, bi şîdeta mêrane (destdirêjiya Poseîdon û cezaya Athena) fîgureke “cinawirkirî” ye; lê mexdûriyeta wê gelek caran bêdeng tê derbas kirin. Hunera femînîst ise wê ji sembola mexdûriyetê vediguherîne sembola hêzê. Peykera Medusa ya Luciano Garbati, Medusayê di destê xwe de serê jêkirî yê lehengê Yewnanî Perseus girtî nîşan dide. Di vê şîroveyê de Medusa ji cinawireke ku berhema şîdeta mêrane ye vediguherîne jineke bihêz ku li hember wê şîdetê radiweste. Ew êdî ne fîgureke serê xwe xwar kirî ye, lê fîgureke serbilind e. Nêrînên wê êdî nakujin; hesab dipirsin. Şîroveya Garbati hem wateya sembolîk hem jî ya siyasî ya Medusayê vediguherîne. Wekî ku di xebata Luciano Garbati ya Medusa with the Head of Perseus (2008) de xuya dibe, girtina Şahmaran û Medusayê wekî fîgurên şifakar û kêmkirina wan tenê bo mijara şifayê, dema ku ji perspektîfeke rexneyî ya ku encamên siyasî dixe navendê ve tê nirxandin, pirsgirêkek ciddî ye. Ji ber ku girêdana her du fîguran tenê bi şifayê re, rîska ne-xuyakirinê ya aliyên mexdûriyet û şîdetê yên di çîrokên wan ên mîtolojîk de heye.

Luciano Garbati, Medusa with the Head of Perseus (2008)
Medusa, wekî qurbaniya destdirêjiyê ya ku paşê hatiye cezakirin û bedena wê hatiye veguherandin amûreke şîdetê, dema ku wekî şifakarek tê temsîlkirin, berxwedana wê ya trajîk tê paşguhkirin û estetîze dibe. Ev rewş rehendeke din a tunebûn û nedîtinkirina jinan di dirêjahiya dîrokê de dide xuyanîkirin. Mîta kuştina Şahmaranê û baweriya ku bedena wê şifa belav dike jî tê wateya bêqîmetkirina hemû tiştên ku jin di dema jiyana xwe de xwediyê wan bûye. Ji ber ku dema jiyana mêrekî an jî pêdiviyên bingehîn ên civakê dibin mijar, girîngiya jiyana her hebûnekê ku wekî “yê din” tê dîtin, ji holê radibe. Ev yek ji meşrûkirina hêz, şîdet û gotara baviksalarî derdikeve. Xwasta desthilat û hêzê, mafê tunekirina her tiştê li hember xwe di xwe de dibîne. Bi vî rengî, ev vegotin binmetneke ku amûrkirina bedena jinê meşrû dike, di hundirê xwe de dihêle. Şifa tenê piştî mirinê pêkan xuya dike; li ser bedena mirî şêweyekî serdestiyê heye. Wekî ku Mahsum Çiçek destnîşan dike: “Mîtosa Medusayê bi wê yekê re têkildar e ku desthilatdarî, ferdê çawa bi awayekî tirsnak vediguherîne. Dema ku aliyê baviksalarî yê desthilatdariyê tê rexnekirin, aliyê wê yê heteronormatîf gelek caran tê paşguhkirin.” Girêdana van karakteran bi şifakariyê re bi navbeya hunerê, tê wateya asayîkirin û normalîzekirina tahakkuma siyasî û zayendperest a ku ji şîdeta mîtolojîk çêbûye. Ev nêzîkatî dibe sedema vê yekê ku jin di dîroka hunerê de bêne paşguhkirin, biben nesneyên seyrê û qederên wan ên ku di çerxeke bêdawî de dubare dibin, bi destê mêran û bi riya hunerê meşrûbûn bistînin.
Temsîliyeta Bedena Jinê û Dûalîteya Xweza–Jinê
Di nav dûalîteya Xweza–Jinê de qebûlkirina bedena jinê wekî hebûneke “şifabexş”, berhema têgihiştinekî dîrokî ye ku jinan ji qada giştî dûr xistiye. Marên Medusayê û forma nîvjin-nîvmar a Şahmaranê, di navbera xweza û jinê de têkiliyek sîmbiyotîk ava dikin. Lê ev têkilî gelek caran vediguherîne amûrkirinekê ku jinan di qedera wan a biyolojîk de digire. Dema ku hêza nêrîna Medusayê ya ku mirovan dike kevir bi eslê xwe mekanîzmayeke xweparastinê ye, temaya “şifayê” vê hêzê ji çarçoveya siyasî derdixe û apolîtîze dike. Şert û mercên civakî yên ku bi modernbûnê re hatine guhertin, bi saya têkoşîna jinan nav û pêgeha jinê di hunerê de veguherandine. Her çend têgehên “temaşevan” û “ya tê temaşekirin” hem di dîroka hunerê de û hem jî di pratîkên jiyana rojane de xwe nîşan bidin, îtîrazên jinan li hember vê rewşê bi riya bilindkirina hişmendiyê û hevgirtinê tên şikandin. Femînîzm û hunermendên femînîst jî tam di vê xalê de li dijî bîra civakî û têgihiştinên serdest îtîrazeke bihêz pêş xistine. Femînîstan armanc dikin ku jinên jibîrbûyî û gelek hunermendên ku nehatine temsîlkirin bibînin û bixin ber çavan; her wiha nîqaşên derbarê bedena jinê de jî bi navbeya hunerê kûrtir dikin. Yek ji şertên bingehîn ên xwepêkanîna jinê huner e. Ji ber ku têkoşîna xwebûna jinê, temsîlkirina bedenê, naskirina wê, xwedîderketina wê û îfadekirina wê bi şêweyên xweser di hundirê xwe de digire. Di nav têgihiştina desthilatdariya zayendîkirî û civakeke zayendîkirî de, gelo ev yek pêkan e yan na, hîn jî mijara nîqaşê ye. Lê heta ku cudakariya zayendî ji holê ranebe, azadbûn û hilberandina jinan dê nîqaşên derbarê azadî û xweseriya hunermend de her ku diçe kûrtir bike.

Laetitia Ky, Medusa's Gaze (2022) (Artsy, 2023)
Laetitia Ky, afirînera berhema bi navê Medusa's Gaze (2022), hunermend û aktîvîsteke ku li Peravê Diranfîlê dijî ye. Xebatên Ky, bi îlhama ji bedewiya Afrîkayê ya ku ji aliyê mêrên spî yên Rojavayî ve hatiye îstîsmarkirin û ji şêweyên porê yên jinên Afrîkî yên serdema beriya kolonyalîzmê, bedena xwe vediguherîne bo qada îfadeyê. Hunermenda ku porên xwe vediguherîne amûreke îfadekirinê, li hember avahiya baviksalar a civaka ku tê de dijî radiweste. Wê berhema xwe ya bi navê Medusa's Gaze bi van gotinan rave dike: “Ev metaforeke bihêz e ku nîşan dide cîhan çawa li şûna destdirêjkaran, qurbaniyên destdirêjiyê ceza dike.” Di wêneyê de, porên hunermendê wek mar hatine şekildan û fîgura Medusayê li ser bedena wê ji nû ve hatiye avakirin. Li vir şifa tune ye; li şûna wê, gotina jinê ya li ser bedena xwe heye ku ji mexdûriyeta hatî sepandin ber bi berxwedanê ve diguhere.
Hunera Femînîst û Rexneya Mîtan
Hunermendên femînîst, bi redkirina têgihiştinên ku jinê bi taybetmendiyên wekî dayiktî, hestyarî, sezgêrî û bedewiya îdeal a standard temsîl dikin, li hemberî gotarên çandî yên ku ne li ser jinê, lê zêdetir li ser bedena jinê hatine avakirin, hunera xwe afirandine. Hunermendên femînîst ên ku li hember nêrîna mêrane ya ku jinê wekî hebûneke dilovan û bêçare pênase dike radiwestin, bal dikişînin ser vê yekê ku êdî divê jin li ser xwe gotina xwe bibêje. Li dijî îmeya jinê ya ku di çavê mêr de ne tenê wekî nesneyeke seyrê, lê her weha bi rolên wekî dayiktî, periya îlhamê an jî xapîneriyê tê pênasekirin, femînîst û hunermendên femînîst hewl didin ku vê perspektîfa baviksalar bişkînin. Kêmkirina jinê bo gotareke şifakarî ku li ser vegotinên mîtolojîk hatiye avakirin û girtina wê di nav kodên civakî de, nikare di nav dîroka hunerê de cihê xwe bibîne. Bazarîkirina nêrîneke baviksalar di bin navê hunerê de û di kirasê pesindana şifakariyê de, ne tenê kêmasiya zanînê nîşan dide, lê her weha têrnekirina pratîkên hunerî jî derdixe holê.
Xelaskirina temsîliyeta bedena jinê ji kulta xwedawenda dayik û balkêşandina ser rexnekirina kodên çandî yên ku li ser bedenê hatine avakirin, ji bo veguherîneke radîkal û şoreşgerî ya civakî şertê bingehîn e. Rexneyên li ser vê yekê ku jin di sazî û muzeyên hunerê de ne bi têrkerî û ne jî bi awayekî rast têne temsîlkirin, pêdiviya xwendin û nivîsînên nû derxistine holê. Dema ku hunermendên mêr bi şert û derfetên ku xwedî wan bûn uslûbên xwe pêşxistine û wan bi temsîliyeta bedena jinê re girêdane, hunermendên jin ji ber şert û mercên serdemê gelek caran nekarîne nasname û uslûbên xwe bi heman awayî pêş bixin; ji ber vê yekê hewldanên wan ên ji bo hebûna di dîroka hunerê de gelek caran di bin siyê de mane. Dîroka hunera femînîst li hember vê rewşê, dîroka hunerê ji nû ve dixwîne û bi perspektîf û pirsên nû nêzîkî wê dibe; ne dubarekirina kevneşopiyê, lê pêşxistina helwesteke ku jin li hember pergala heyî û şêweyên temsîliyeta mêrane digire, îfade dike.

Mary Cassatt, In the Loge (1878)
Têgeha temsîliyetê jî têgîneke ku di gelek qadên wekî zanista siyasetê, hiqûq, felsefe û hunerê de bi wateyên cuda tê bikaranîn. Ew dikare wekî cihgirtina tiştekî, sembola tiştekî bûn, nîşandana taybetmendiyeke berbiçav an jî wekî şêweyeke pêşkêşkirinê were pênasekirin. Bi gotineke din, temsîliyet amûrek e ku dikare di şertên civakî û çandî de bê hundirînkirin û bibe parçeyek ji xwebûnê. Ji ber vê sedemê, temsîliyet di warê siyasî de girîng e; her weha ji bo parastina qadên hebûna desthilatdarî jî fonksiyoneke bihêz hildigire. Medya dema jinê temsîl dike, qadekî ava dike ku wê sînordar û kod dike. Li hember vê avahiya baviksalar a ku jinê di nav gotareke mîstîk de cih dide û hewl dide wê ji qada giştî dûr bixe, Mary Cassatt bi tabloya xwe ya bi navê Di Operayê de (1878) rexneya xwe eşkere dike. Berhema wê, li şûna ku jinê tenê wekî nesneyeke tê temaşekirin nîşan bide, pirsiyan li ser nêrîna temaşevan û têkiliyên desthilatdariyê di navbera temaşekirin û hatina temaşekirinê de radixe. Bi vî awayî, Cassatt di nav dîroka hunerê de yek ji dengên pêşeng ên ku temsîliyeta jinan ji perspektîfeke rexneyî ji nû ve fikirîne, dibe.
Cassatt, di vê tabloya xwe de locayên ku jiyana civakî tê de herî zêde xuya dibe, bi awayekî cuda ele dike. Di kompozîsyonê de fîgureke jinê heye ku mîna sîxurekê derdora xwe dişopîne û çavdêrî dike. Di paşxaneyê de mêrekî ku bi dûrbînê dinêre, bêyî ku şerm an jî dudilî nîşan bide, bi xwe ve hinekî hatî xwar temaşeya jinê dike. Ku bala jinê ber bi xalekî din ve hatiye kişandin, têkiliya di navbera temaşevan û ya tê temaşekirin de hê bêtir eşkere dike. Li gorî hin şîroveyan, ev tabloya Cassatt bersiveke li hember wêneyên Degas e ku bi berdewamî li ser çavdêrîkirinê radiwestin. Lê li vir sekna ji xwe bawermend a jinê û nebûna têkiliya çav a rasterast bi temaşevan re, berhemê ji wan cuda dike. Baweşîna ku jin di destê xwe de bi qewat digire jî ji îmeya jina nazik û bêhêz gelekî dûr e. Cassatt di xebatên xwe yên ku hebûna jinan di qada giştî de mijar dikin, balê dikişîne ser bêrihetiya ku nêrînên li ser bedena jinê diafirînin. Neçarebûna jinan ku di qadên civakî de bi reheti tevbigere, wan bi awayekî ne-rasterast di hundirê malê de digire; lê nêrîna mêr, bêyî rizaya jinê, wekî mafekî xwezayî tê temsîlkirin. Ev rewş nîşan dide ku di têkiliyên zayenda civakî yên wê serdemê de nêrîna mêrane hatiye meşrûkirin. Ev berhema Cassatt, bi saya mesafeya ku di navbera temaşevan û fîgura jinê de ava dike, rexneyeke dîtbarî ya girîng pêşkêş dike ku desthilatdariya nêrînan dixe bin pirsê.
Ji bo pêkanîna wekheviya zayendî di civakê de, şertê bingehîn pêkhatina guherîneke civakî ya kûr û rîşalî ye. Heta ku pêgeha îmtiyazdar a mêr di nîzama heyî de neyê lêpirsîn û guhertin, derxistina holê ya hebûna jinê pir zehmet e. Di pêvajoya dîrokî de, di bin serdestiya mêrên ku sazîyên olî û desthilatdariya siyasî di destê xwe de girtibûn, jin bi navên wekî gunehkar, sûcdar û pîrebok hatiye bîranîn; heta ku mirovbûna wê jî bûye mijara nîqaşê. Lê jinan, bi parastina wê baweriyê ku li hemberî Xwedê wekhev in, li dijî mêrên ku dipirsîn “Gelo jin ruh heye an na?”, bi rastiya herî bingehîn bersiv dan: “Jin mirov e.” Ev yek bûye bingeha têkoşîna wan a ji bo îspatkirina hebûna xwe.
Xwendina ji nû ve ya şîdeta mîtolojîk pêwîst e. Divê pêvajoyên şîdetê û nesnekirinê yên ku Medusa û Şahmaran di mîtolojiyên baviksalarî de rûbirûyî wan bûne, di ronahiya teoriya femînîst de werin analîzkirin û sînor û potansiyelên temsîliyetên wan ên wekî şifabexş werin lêpirsîn. Cezakirina Medusayê piştî destdirêjiyê, delîla xespkirina xweseriya wê ya bedenî ji aliyê xwedawendên mêr ve ye û di heman demê de berdewamiya dîrokî ya şîdetê li dijî jinan nîşan dide. Eşkere ye ku cinayetên jinan hem li Rojhilatê hem jî li Rojava, bi referans û mantîqên wekhev berdewam dikin. Kuştina Şahmaranê û bikaranîna bedena wê ji bo şifayê, divê wekî mînakeke balkêş a amûrkirina bedena jinê û şertkirina hebûna wê bi hukumdariya mêr were rexnekirin. Girêdana her du fîguran bi “şifayê” re, tê wateya bicihkirina jinan wekî şifabexşên xwezayî û di heman demê de neqebûlkirina hebûna wan a di jiyana rastî de. Jina ku bi riya şifayê tê temsîlkirin, di rastiyê de parçeyek ji gotareke dîrokî ye ku derxistina jinan ji qada giştî meşrû dike.
Ji aliyê din ve, gerdûnîkirina temaya şifakariyê rîska tarîkirina taybetmendiyên çandî hildigire. Bo nimûne, balkêşandina ser edaletê ya ku di mîtolojiyên Kurdî yên Şahmaranê de derdikeve pêş, di vê çarçoveyê de dikeve paşerojê. Oysa formên têkoşînê yên ku jinên Kurd bi dehsalan didomînin, di warê dîrokî de girîngiyeke mezin hene. Berxwedana wan a çalak, ji şifakariyê zêdetir, têkoşîna hebûna bi ziman, nasname û taybetmendiya xwe ye. Çiqas ku veguherandina Medusayê ji qurbanbûneke pasîf bo sûjeyeke çalak girîng be, bi heman awayî şîrovekirina Şahmaranê bi referansa polîtîkayên bedena jinê û veguherandina mîtê bo amûreke li dijî newekheviya zayendî jî elzem e. Her du karakter, her çend bi şîdeta mêrane hatibin tunekirin, tenê di çarçoveya berxwedanê de vediguherin sembolên ji nû ve zayînê. Çîrokên Medusa û Şahmaranê şîdeta li dijî jinê, hewldana bêdengkirina wê û rijandina xwînê; ango dîrokeke dirêj a têkoşîna li hember şîdeta bedenî û sembolîk dixin ber çavan. Xwendina van fîguran ne tenê wekî şifabexş, lê her weha wekî sembolên berxwedanê yên ku mekanîzmayên desthilatdariyê dixin bin pirsê û rexne dikin, dê teoriya û pratîka femînîst dewlemendtir bike. Erkê hunermend û akademîsyenan jî ew e ku van mîtan bi hişmendiyeke rexneyî ji nû ve hilberînin û vegotinên baviksalarî serûbin bikin.
Nîşe:
1- Antmen, A. (2020). Huner, zayend, dîroka hunerê û rexneya femînîst (E. S. Antmen, Wergêr, Çapa 6emîn). İstanbul: İletişim Yayınları.
2- Artsy. (2023). Laetitia Ky: Medusa’s Gaze. https://www.artsy.net/artwork/laetitia-ky-medusas-gaze
3- Coşar, E. (2022). Di Çarçoveya Berhemên Mary Cassatt, Berthe Morisot û Suzanne Valadon de Formên Destgirtina Temaya Jinê di Empresyonîzmê de [Têza masterê, Zanîngeha Kocaeliyê].
4- Çiçek, M. (2018, 22ê Rêbendanê). Rastiya ucube. Birikim Dergisi. Ji https://birikimdergisi.com/guncel/8721/ucube-gerceklik hatiye wergirtin.
5- Ekmek ve Gül. (2020). Peykera rojê: Teswîreke din a Medusayê. Ji https://ekmekvegul.net/sectiklerimiz/gunun-heykeli-medusanin-bir-baska-tasviri hatiye wergirtin.
6- Judy Chicago. (2025, 25ê Îlonê). The Dinner Party. Judy Chicago Art. Ji https://judychicago.com/gallery/the-dinner-party/dp-artwork/ hatiye wergirtin.
7- Nochlin, L. (2020). Jin, huner û desthilatdarî (S. Evren, Wergêr). İstanbul: Yapı Kredi Yayınları.

info@firezz.com
Şîrove (0)