Dengê gîtarekê, nêzîkbûna dengekî, deh stranên nû… Albuma sêyemîn a Sîmir Rûdan, Ez û Gîtara Xwe, bi guhdaran re hat cem hev. Albuma ku gotin, muzîk û aranjeyên wê hemû ji Rûdan re ne, bi aranjeyên xwe yên sade yên ku gîtar û deng di navendê de digirin, deh stranan tîne cem hev. Di vê xebatê de Rûdan deng û gîtara xwe derdixe pêş û cihê ji bo avahiya melodîk a stranan, gotinên wan û nûansên hestyarî vedike.
Ev album di dîskografiya Rûdan de xalek diyarker a sadebûnê ye. Piştî single û projeyên ku di du salên dawî de li pey hev hatin weşandin, ev tomar materyalê bi herî kêm amûr û bi awayê herî rasterast pêşkêşî guhdaran dike. Ku prodûksiyon bi piranî bi destê wî bi xwe hatibe kirin, vê rastiya rasterast bêtir xurt dike: kesê ku stran dinivîse, lêdixe û dibêje, heman kes e ku li serê qeydê jî radiweste.
Pêvajoya çêkirina albumê sedema dengê ku derketiye holê jî rave dike. Rûdan, ku qeydkirin û prodûksiyonê bi piranî bi xwe rêve biriye, li şûna bêqusûrbûnê xwezayîbûn hilbijartiye û hewl daye ku xeletiyên piçûk jî bimînin. Nêzîkî nîvê perçeyan bêyî metronom hatin tomarkirin û bi herikîneke azad pêş çûn; yanî tempo dikaribû li gorî herikîna xwe ya hundirîn a stranê ava bibe. Mix û masteringa albumê jî Hakan Kurşun bi cih anîne. Hiştina pûruz û kêmasiyên piçûk ne îhmalek e; berevajî wê, ev biryarek e ku bi tiştê ku album dixwaze bibêje re hevaheng e: li şûna ku hewl bê dayîn ku ya kêm temam bibe, ji bo ku kêmasî bi dengê xwe biaxive cihê tê vekirin. Ev nêzîkatî di heman demê de bingeha hêviya albumê ya "bi awayekî din" bûnê jî pêk tîne.

Gîtar, di vê albumê de ji amûreke ku bi dengê stranbêj re hevaltiyê dike zêdetir e. Ew vediguhere rêhevalek ku bersivê dide muzîkjenê û carinan jî cihê gotinê digire. Partîsyonên pirdeng ên ku di aranjeyan de cih digirin, şopa paşxaneya gîtara klasîk a Rûdan dibin û têkiliya kokdar a ku hunermend bi amûra xwe re ava kiriye derdixin holê. Bi vî awayî, cotiya "ez" û "gîtar" a di navê albumê de tenê sernavek namîne; ew vediguhere têkiliya bingehîn a ku li ser wê ev tomar hatî avakirin. Têgîna "bi awayekî din" jî li vir wateya xwe dibîne: forma sade ya ku tenê ji dengek û gîtarekê pêk tê, bi gotinên ku li ser wenda û kêmasiyê hatine avakirin re li heman cihî dicive. Ku amûrek tenê dikare di heman demê de hem hevrê, hem bersiv; hem valahî, hem jî gotin be, ked û xebata li pişt nivîsîna muzîkal jî eşkere dike. Lewra tomek ku bi çavan sade xuya dike, bi rastî li ser aranjeyeke bi hûrbînî hatî ava kirin radiweste. Ji ber vê yekê gîtara Rûdan ne tenê fon e; ew dengê duyemîn ê stranê ye.
Ev sadebûna ku li seranserê albumê belav e, muzîkjenê folk ê Îngilîz Nick Drake jî tîne bîra mirov. Bi taybetî nêzîkbûna navbera vokal û gîtara akustîk a ku di Pink Moon de tê bihîstin, vegotina dûr ji xwepêşandanê û atmosfêra nazik û şikestbar, şertên guncaw ji bo berawirdkirina vê xebata Rûdanê ava dikin. Her çend cîhanên muzîkal û şert û mercên her du muzîkjenan ji hev cuda bin jî, di navendkirina dengê, gîtarê û vegotina kesane de xêzeke hevpar di nav wan de xuya dibe. Di her du mînakan de jî sadebûn ji sînorek ku vegotinê xizan dike derdikeve û vediguhere formek ku dihêle hest bi awayekî rasterast were bihîstin. Di Ez û Gîtara Xwe de jî nêzîkbûna ku gîtar bi dengê stranbêj re ava dike, li şûna ku guhdar li hemberî avahiyeke muzîkal a mezin rawestîne, wê wekî ku li kêleka kesê ku stran dibêje rûniştiye bihêstîne.
Veneşartina pûruz û kêmasiyên di qeydan de, bi stûna tematîk a gotinên stranan re jî li hev tê. Xala destpêkê ya albumê hesteke kêmasiyê ye ku ji negihiştina hev çavkaniyê digire; ev hest bi demê re vediguhere qebûlkirineke tenê. Perçeya destpêkê Tu Dûr î bi rêza "alîyekî min vekirî ye, ez her tim sar dibim" bendewariyeke bêhêvî dest pê dike. Kendalên Bêbinî, Rosa, Mona Lisa, Derewên Te û Bi Xatirê Te şopa vê dûrbûn û tecrîdbûnê dişopînin. Dema ku album digihe Min Nîne, bendewarî êdî vediguhere gazîyek ku ji nav valahiyê bilind dibe. Di vê rêzkirinê de her stran, li şûna ku valahiya ku ya berê hiştiye dagire, wekî ku wê hîn firehtir û kûrtir dike xuya dibe.
Dema ku navên stranan bi hemberiyên wan ên Tirkî re tên xwendin, sînorên cîhana gotinên albumê jî diyar dibin: dûrbûn, kûrahî, derew, xatirxwestin, xwedînebûn û nikarîbûn. Piraniya van peyvan nîşana kêmasî û bêparbûnê ne; tenê Hûlê Hej Te Dikim û Muzîk Heye du deriyên ku ber bi evîn û muzîkê ve tên vekirin dihêlin. Lê ev bêparbûna giştî tenê bi êşa kesane ya piştî veqetînê re sînorkirî namîne. Di hin stranan de dûrbûn vediguhere şertê ku bi xwe têkiliyê di navbera du mirovan de diafirîne: kesê li hemberê hebûna xwe didomîne, lê gihiştin pê, dîtina rûyê wî/wê an jî bihîstina dengê wî/wê ne pêkan e.
Ev rewş bi taybetî di Mona Lisayê de diyar dibe. Gotinên di stranê de yên wekî rûyê te nabînim, dengê te nabihîzim, gulên me çilmisîbûn, guldank derîzibûn, dîsa hev qetanin, tu carî min hembêz nekiriye, navê te çiqas xweş bû, navê te û te ez kuştim, te got ez ji bîr nekim, têkiliyê rasterast li ser tecrubeyeke nebûnê ava dikin. Kesê li hemberê bi temamî winda nebûye; berevajî wê, wekî kesekî ku lê tê gerîn û bêriya wî/wê tê kirin di hiş de hebûna xwe diparêze. Lê ku rû û dengê wî/wê nayên gihiştin, vê hebûnê her dem bi kêmasiyekê dorpêç dike. Rêza "te ez kuştim, te got ez ji bîr nekim" nakokiya têkiliyê bêtir xurt dike: tiştê ku pêşî li jibîrkirinê digire, di heman demê de tiştê ku mirov birîndar dike ye. Bîranîn teseliyê nade; ew êşê zindî dihêle.

Melankoliya strana Mona Lisayê ji vî aliyî ve dikare bi tecrubeyên hestyarî yên jiyana bajarî ya nûjen re jî were têkildarkirin. Di cîhaneke ku hevrastbûn, veqetîn û nêzîkatiyên demkî têkildarî hev dibin de, mirov dikarin têkevin jiyana hev, lê dibe ku bi rastî negihîjin hev. Mesafeya ku stran li ser rû û deng ava dike, ji dûrbûna fîzîkî rewşeke negihiştinê ya kûrtir vedibêje. Navê Mona Lisayê jî rûyekî razdar, ku nihêrîn û îfadeya wî bi temamî nayê çareserkirin, di bîra çandî de tîne bîra mirov û tebeqeyeke din li vî hestî zêde dike. Bi vî awayî, valahiya di navbera kesê ku tê xwestin û wêneyê wî/wê yê ku di hiş de hatiye avakirin de jî, dibe beşek ji cîhana melankolîk a stranê. Vokala nerm a Rûdan û hevrêtiya sade ya gîtarê, van gotinan bêyî ku bikin gazinceke dengbilind, di nav vegotineke hundirîn û şikestbar de dihêlin.
Ez ê Nekarim, ku li cihekî cuda di albumê de radiweste, balê dikişîne ser sînorên ku mirov nikare derbas bike: nikarîbûna gerîna li kolanên bajarên dûr, nenasîna her mirovê bedew, nexwendina hemû pirtûkên baş... Ev, mînakên rojane û heta nas ên nekarîna jiyana bi tevahî hembêz kirinê ne. Tevî valahî û hesta şînê ku hatine jiyîn li pey xwe hiştine, stran lêgerîna penceriyeke ku ber bi jiyanê ve vedibe didomîne. Kêmasî li vir ne tenê rewşeke êşdar e; di heman demê de wekî pîvaneke mirovbûnê jî derdikeve holê. Bajar, mirov û pirtûk: sê cîhanên mezin, temenekî ku têrê nake.
Ziraviya di albumê de bi teslîmiyetê bi dawî nabe. Hûlê Hej Te Dikim, bi avahiya xwe ya rîtmîk û gotinên ku li ser hezkirinê hatine avakirin, xaleke berxwedanê pêk tîne. Cuda ji neh perçeyên din, ev stran bi Kurmanciya herêma Cizîrê, ku muzîkjen lê ji dayik bûye û mezin bûye, tê strîn. Vegera li devoka welat piştî strananên ku tevahiya albumê de bi devokeke din hatine gotin, vê stranê hem ji aliyê zimanî hem jî ji aliyê hestyarî ve li cihekî taybet datîne. Perçeya dawiyê Muzîk Heye jî piştî vê hemû dilvexwarinê penageha dawîn nîşan dide. Bi vî awayî her du seriyên albumê arasteya rêwîtiyê jî diyar dikin: di destpêkê de dûrbûnek, di dawiyê de penagehek. Di dawiya bendewarî, kêmasî û şînê de tiştê ku dimîne, muzîk bi xwe ye. Ev rêya ku ji destpêkê heta dawiyê tê şopandin, mirov dide fikirandin ku album ne ji bo guhdarkirina perçe perçe, lê ji bo ku wekî yekpareyek ji serî heta dawiyê were bihîstin hatiye avakirin.

Cîhana dîtbarî ya albumê jî heman nêzîkatiyê dişopîne. Di berga ku îmzeya Candan Giyen li ser heye de, li şûna portreyekê dilekî şikestî û gîtareke rengîn cih digirin; ango ji kesekî bêtir rewşek tê xêzkirin. Ev tercîha ku ji aliyê hin guhdaran ve "zêde sade" tê dîtin, nîşandaneke zanebûnî ya hestê kêmasî û valahiyê ye ku album dixwaze bide hîskirin. Di dema xêzkirinê de xêzeke ku bi tesadufî ketiye qulika dengê ya gîtarê nehatiye jêbirin, wekî xwe hatiye hiştin. Ev hûrgilî nêzîkatiya albumê ya ku qisûrên organîk hembêz dike dibe beşek ji cîhana wê ya dîtbarî.
Nêzîkatiya albumê ya ku bêqisûriyê red dike, dikare bi rexneya Adorno ya li ser pêşkêşkirina berhema hunerî wekî yekpareyeke bêpûruz û lihevhatî re bê nirxandin. Parastina xeletiyên piçûk ên di qeydan de, rîtmê azad û xêza ku nehatiye jêbirin, kêmasiyê ji qisûreke ku divê bê sererastkirin derdixîne û dike beşek ji forma berhemê. Bi vî awayî album ne tenê bi wenda û bêparbûna ku di gotinên xwe de vedibêje hebûnê digire; di heman demê de hemberiya wan a formî jî hildigire. Li şûna ku hewl bide bigihe bêqisûriyê, bi pûruzên xwe re hebûnê hilbijêre û dihêle ku berhem bêyî veşartina taybetmendiyên xwe yên bingehîn xwe eşkere bike. Ji vî aliyî ve Ez û Gîtara Xwe ne yekparetiya ewledar a temambûnê, lê yekparetiyek estetîk a ku ji nav kêmasî û şikestbariyê tê avakirin pêşniyar dike.
EZ Û GÎTARA XWE SPOTİFY'DA DİNLE

Sîmir Rûdan, di sala 1981ê de li Cizîrê ji dayik bû. Di sala 1999an de ji bo ku li Zanîngeha Hacettepeyê perwerdeya felsefeyê bibîne çû Enqereyê. Di salên zanîngehê de berê xwe da muzîkê, dest bi lêdana gîtarê kir û bi muzîka rojavayî ya klasîk re eleqedar bû. Demekê di Koroya Bach a Zanîngeha Enqereyê de cih girt.
Rûdan di sala 2013an de albuma xwe ya yekem Bi Çîrokî weşand; gotin, muzîk û aranjeyên albumê hemû aydî wî bûn. Hawar.net, yek ji platformên çand û hunerê yên navdar ên wê demê, ev album wekî albuma herî baş a salê hilbijart. Di 2015an de, di albuma hevpar Peşkê de, ku gelek muzîkjen di wê de hatibûn cem hev, bi stranê Berfîn cih girt. Albuma wî ya duyemîn Kevî di sala 2019an de hate weşandin. Di sala 2024an de du singleyên Hê Jî Digerim û Yekî Gotibû derxist. Di heman salê de jî di projeya Na, Ne Tenê Me! de, ku ji bo pîrozkirina 30 saliya jiyana hunerî ya Mehmet Atlı hatibû amadekirin, bi stranê Birîn beşdar bû. Di sala 2025an de jî Sira Sibê, Fîncan, Reng Esmerê, Ez Berf im û Her Evîndarê Caran im weşandin.
Albuma sêyemîn a Rûdan Ez û Gîtara Xwe, ji deh stranan pêk tê ku gotin, muzîk û aranjeyên wan hemû aydî wî ne. Albuma ku tenê bi gîtar û deng hatiye tomarkirin, di rêwîtiya muzîkal a ku bi Bi Çîrokî dest pê kiriye û bi Kevî berdewam kiriye de qonaxeke nû ya sadebûnê nîşan dide. Di vê xebatê de Rûdan hem têkiliya xwe ya bi gîtarê re hem jî aliyê kesane yê strannivîsiya xwe derdixe pêş. Li şûna ku pûruzên piçûk ên di qeydan de veşêre, wan diparêze û xwezayîbûnê dixe navendê. Ez û Gîtara Xwe, ku temayên wenda, dûrbûn û kêmasiyê bi vegotineke muzîkal a sade re tîne cem hev, tecrubeya ku bi salan berhev kiriye li dora dengek û gîtarekê bi tenê dirûv dide.

Şîrove (0)