Here naverokê
FIREZZ — Kurdish Contemporary Art Magazine Issue 1, Summer 2026
KEDA LI PIŞT DÎMENÊ: MECHANICAL KURDS A HITO STEYERL

KEDA LI PIŞT DÎMENÊ: MECHANICAL KURDS A HITO STEYERL

Keda mirovî ya li pişt zîrekiya çêkirî çawa tê îstîsmarkirin? Mahsum Çiçek, bi bingeha vîdeoya Mechanical Kurds ya Hito Steyerl, mîkro-karkeriya dîjîtal di nav çarçoveyeke felsefî de vedikole. Ev metin, ku ji analîzên Hegel û Marx ên li ser keda razber hêz digire, di ronahiya rexneyên Jacques Rancière yên ku heta Platon vedigerin de, vê mijarê wekî pirsgirêka 'parvekirina kedê û zîrekiyê' ji nû ve vedike nîqaşê.

Vîdeo-enstalasyona Hito Steyerl ya bi navê Mechanical Kurds, li keda mirovî ya ku li pişt cîhana zîrekiya çêkirî û hînbûna makîneyê ya ku di xuyangê de otomatîk xuya dike dimîne, dikole. Ev berhema ku di sala 2025’an de hate çêkirin, ji aliyê New Museum a li New Yorkê û Jeu de Paume ya li Parîsê ve hate siparîşkirin. Di sala 2026’an de li MACRO ya Romayê, di bin kuratoriya Alice Labor de, yekem car li Îtalyayê hate pêşandan û di heman salê de di çarçoveya Ars Electronica de xelata S+T+ARTS Prize Grand Prize – Artistic Exploration wergirt. Di navenda vê berhema ku vîdeoyeke HD ya yek-kanalî ya 13 deqîqeyî bi hêmanên enstalasyona mekanî re tîne cem hev de, dîmenên ji kampa penaberan a Domîzê ya li Kurdistana Iraqê û serpêhatiyên penaberên Kurd-Sûriyeyî yên li wir dijîn hene. Li gorî daxuyaniya Ars Electronica, penaberên Kurd-Sûriyeyî yên li kampê dijîn, bi rêya platformên crowdsourcing wek mîkro-karkerên ku hezaran wêneyan analîz dikin, objeyan nas dikin û wan dabeş dikin dixebitin. Di danasîna berhemê ya Jeu de Paume de jî tê gotin ku ev ked bi nîşankirina objeyên di wêneyên dîjîtal de bi “bounding box”ên rengîn, ango bi qutiyên sînordarker ên ku di pergalên naskirina objeyan de tên bikaranîn, re têkildar e. Ev cure mîkro-kar, yek ji beşên keda mirovî ya pêwîst ji bo perwerdekirina pergalên hînbûna makîneyê û bi taybetî pergalên dîtina kompîturî pêk tîne.

Mechanical Kurds, 2025 Single-channel HD video installation (color, sound) Duration: 13 min

Sernavê Mechanical Kurds, vî rengê kedê tenê bi teknolojiyên zîrekiya çêkirî yên îroyîn ve sînordar nake. Peyva “Mechanical” îşaretê bi dîrokeke ku heta otomatê satrencê yê ku di sala 1770'an de ji aliyê Wolfgang von Kempelen ve hate sêwirandin û paşê bi navê “Mechanical Turk” hate nasîn, dike. Di hundirê vê amûra ku weke makîneyekê xuya dikir de, bi rastî mirovekî veşartî hebû ku satrencê dilîst. Di platforma Mechanical Turk ya ku Amazon paşê heman nav lê kir de jî, ev têkilî bi awayekî din ji nû ve derket holê: karên biçûk ên zihnî yên ku makîneyan nikarîbûn an jî hêj nikarîbûn pêk bînin, li mirovan hatin belavkirin. Veguherîna “Turk”ê di sernavê Steyerl de bo “Kurd”ê, vê xeta dîrokî bi mîkro-keda dîjîtal a penaberên Kurd ve girêdide.

Vîdeo tenê bi danasîna dîmenên ku mîkro-karker li ser dixebitin sînordar namîne; ew kamerayê rasterast ber bi kampa penaberan ve vedigerîne. Dema ku rê, avahî, zarok û hêmanên cihêreng ên jiyana rojane ya kampê tên nîşandan, qutiyên sînordarker ên ku di pergalên dîtina kompîturî de tên bikaranîn jî li ser dîmenan xuya dibin. Bi vî awayî bounding box ji amûrekî teknîkî yê dabeşkirinê vediguhere zimanê dîtbarî yê xwe vîdeoyê. Kampa penaberan, dema ku weke qadeke jiyana mirovî xuya dike, di heman demê de wekî qada dîmenê ya ku makîne dikare objeyan tê de ji hev cuda bike û wan bike kategorî jî tê avakirin. Steyerl bi danîna dîmenên xwe yên belgefîlmî a li kêleka îmajên ku ji aliyê zîrekiya çêkirî ya hilberîner ve hatine afirandin û bi dubarekirina formên çargoşe di rêkûpêka mekanî ya enstalasyonê de, vê mantiqa dabeşkirinê derdixe derveyî sînorên vîdeoyê.

Her ku tevgera dîtbarî ya vîdeoyê pêş ve diçe, dîmenên kampê li kêleka menzereyên Alpê, bajarekî Alman û dîmenên din ên derdorê tên danîn. Li vir mijar ne tenê “veguherandina” kampê bo erdnîgariyeke din e. Bi anîna dîmenên cihêreng li kêleka hev, têkiliyên mekanî û civakî yên ku her yek di xwe de dihewîne tên xuyangkirin. Dîmenê bajarekî tenê ji avahî û rêyan pêk nayê; ew awayên tevgerînê, bicihbûnê, gerînê, xebitînê û bihevrejiyanê jî di nav xwe de digire. Dîmenên kampê jî rêxistinbûneke mekanî ya cuda derdixin holê. Ev danîna li kêleka hev dide fikirandin ku dîmen tenê objeyan naxwazin, lê têkiliyên ku objeyan di nav wan de cih digirin jî dihewînin. Ji aliyê dîtina makîneyê ve, objeyan dikare ji hev werin veqetandin û kategorîzekirin; lê ji aliyê cîhana jiyandî ve, heman obje di nav têkiliyên cihêreng de dikare wateyên cihêreng bistîne. Bi vî awayî di navbera perçeyên dîmenê yên ku dikarin bên kategorîzekirin û jiyana ku di nav wan de pêk tê de mesafeyek derdikeve holê.

Li vir divê cudahiya di navbera wê yekê de were parastin ku keda karkeran li ser kîjan dîmenan tê pêkanîn û Steyerl di vîdeoyê de kîjan dîmenan dixe nav qada dîtina makîneyê. Ne gengaz e ku mirov çavkaniya erdnîgarî ya dîmenên ku ji aliyê mîkro-karkeran ve tên etîketkirin bi tevahî diyarkirin. Lê daxuyaniya Ars Electronica destnîşan dike ku ev ked bi etîketkirina dîmenên ku bi armancên leşkerî ve girêdayî ne û bi amadekirina daneyên dîmenê yên ku ji aliyê pergalên dîtina kompîturî yên di wesayîtên otonom û dronên leşkerî de tên bikaranîn ve pêwîst in re têkildar e. Li vir behsa wê yekê nayê kirin ku karker rasterast dronek an wesayîteke otonom pêş dixin. Mirov bi diyarkirin û sînordarkirina objeyan, kesan û avahiyan di nav dîmenan de, daneyên etîketkirî yên ku paşê dikarin di pergalên hînbûna makîneyê de werin bikaranîn hilberînin. Her wiha tê gotin ku karker nizanin ev dîmen dê di kîjan pergala teknolojîk de û ji bo kîjan armancê werin bikaranîn.


Mechanical Kurds, 2025 Single-channel HD video installation (color, sound) Duration: 13 min

Ji ber vê yekê, mesele ne ew e ku penaberên Kurd “cîhana xwe” fêrî algorîtmayê bikin. Dîmenên li pêşberî wan, êdî ne tenê pêvekeke hêsan a cîhana wan a rojane ne; ew dibin perçeyek ji dolaşimeke teknolojîk a berfirehtir ku armanca bikaranîna wê bi tevahî nizanin. Li vir ne gengaz e ku biyanîbûna algorîtmayê li hemberî dîmenê û biyanîbûna penaberî li hemberî heman dîmenê li ser heman astê bê danîn. Algorîtma ne xwedî cîhaneke jiyankirî ye û ne jî xwedî serpêhatiyeke dîrokî ye; ji bo wê, dîmen tenê qadeke daneyan e ku divê bê pêvajokirin û kategorîzekirin. Penaber ise ji cîhaneke dîrokî û civakî hatiye derxistin û di nav pergala dîtbarî, aborî û siyasî ya din de jiyana xwe didomîne. Biyanîbûna yekê teknîkî û fonksiyonel e; ya yê din jî dîrokî û jeopolîtîk e. Mechanical Kurds dema ku van her du awayên biyanîbûnê di nav heman rejîma dîmenê de tîne pêşberî hev, dîmenên kampê jî ne tenê wekî dane, lê di nav têkiliyên wan ên mekanî û civakî de vedike bo ramandinê.

Di vê hevrûbûnê de, dîmen bi xwe jî di pêvajoyeke kedê re derbas dibe. Dîmena ku ji rastiya jiyankirî hatiye girtin, li obje û forman tê veqetandin; paşê ev perçe vediguherin yekîneyên daneyan ên ku dikarin bên kategorîzekirin. Nêrîna karker, şiyana cudakirinê û biryarên ku dide, keda nedîtbar a vê veguherînê ne. Makîne “erebe”, “mirov” an “avahî”yê weke ku mirov dibîne nabîne; ji bo ku van kategoriyan nas bike, pêdiviya wê bi komên daneyên etîketkirî yên ku bi keda mirovî hatine amadekirin heye. Bi vî awayî, mîkro-karker ne tenê dîmenekê kategorîze dike; ew di heman demê de şert û mercên ku hînbûna makîneyê dê cîhanê li ser kîjan cudahiyan pêvajo bike jî ava dike.

Li vir peyva “karker” bi xwe jî dibe pirsgirêkek. Mîkro-karker kategoriyeke giştî ya kedê ye ku li gorî karê ku pêk tîne tê diyarkirin. Kar temam dibe; lê taybetiya kesê ku wê pêk aniye gelek caran nedîtbar dimîne. Ji aliyê platformê ve, tiştê diyarker ne ew e ku kê dîmen kategorîze kiriye, lê temambûna peywira kategorîzekirinê ye. Mirov di nav keda xwe de ji bûyîna kirdeyekî taybet dûr dikeve û vediguherîne perçeyekî fonksiyonel. Ji ber vê yekê, derketina navê karkerekî bo holê ne tenê hûrguliyeke biyografîk e. Nav careke din îşaretê bi taybetiya ku li pişt kategoriya kedê ya razberbûyî dimîne dike.


Mechanical Kurds, 2025 Single-channel HD video installation (color, sound) Duration: 13 min

Hewldana Mechanical Kurds a ji bo dîtbarkirina keda mirovî, li vir digihîje pirseke din: Dema ku jiyan, ked û serpêhatiya mirovekî tê xistin navenda berhema hunerî, gelo ew mirov dê tenê bi kategoriyên giştî yên wekî “penaberê Kurd-Sûriyeyî”, “mîkro-karker” an jî “ghost worker” bê temsîlkirin, an dê bikaribe bi navê xwe jî hebûna xwe nîşan bide? Di jenerîka fermî de navên Rebin Karim, M.H. û W.O. di bin sernavê “With” de cih digirin. Digel vê yekê, divê meseleya anonîmbûnê jî neyê jibîrkirin. Steyerl destnîşan dike ku ji bo hin beşdarên vê xebatê, anonîmbûn hilbijartineke girîng e. Ji ber vê yekê, li şûna ku mirov dîtbarkirina navan wekî ferzeke etîk bixweber qebûl bike, divê bipirse ka berhem têkiliya di navbera kirdebûnê û anonîmbûnê de çawa ava dike. Navdayîn ne tenê rêya derxistina kesekî ji kategoriya “karker” e; lê belê amûreke bihêz e ku nîşan dide ku li derveyî keda wî kesî jiyan û taybetiyeke kesane jî heye. Ji vir de, pirsa Mechanical Kurds ev dibe: Navê kê dibe dîtbar, û kapasîteya dîtin û cudakirinê ya kê vediguherîne perçeyeke hilberînê? Heke ji bo ku makîne cîhanê pêvajo bike pêwîst be ku keda mirovî dîmenê berê perçe bike, objeyan nas bike û kategorîze bike, gelo di avakirina cîhana ku makîne dibîne de keda kê heye? Ev pirs wê xeta ku dîroka teknolojîk a berhemê bi dîroka kedê ve girêdide vedike: mekanîkbûn ne tenê bi cihgirtina makîneyê li şûna mirov pêk tê, lê her wiha bi perçekirina çalakiyên mirovî li ser beşên ku makîne dikare wan pêvajo bike jî pêk tê.

Mekanîk: Derveyîtî, Makîne û Perçebûna Kedê

Peyva “mechanical” a di xebata Hito Steyerl a bi navê Mechanical Kurds de, ne tenê îşaret bi teknolojiyên zîrekiya çêkirî yên îroyîn an jî xebitîna makîneyên dîjîtal dike. Têgeha mekanîkê dîrokeke felsefî û siyasî ya dirêjtir heye. Di vê dîrokê de mekanîk carinan wekî modelek ji bo ravekirina xebitîna xwezayê, carinan wekî rêxistina teknîkî ya makîneyê û carinan jî wekî veqetandina keda mirovî li ser karên taybet hatiye fikirîn. Yek ji wan pirsgirêkên ku van bikaranînan bi hev ve girêdide ev e ku têkilî, li şûna ku ji hundirê xwe yekparebûneke organîk ava bikin, di nav pergala ku ji derve hatî diyarkirin de tên sazkirin. Ji ber vê yekê, ya mekanîk dema derdikeve holê ku çalakiyek ji têkiliyên xwe yên hundirîn tê qutkirin û bi diyarkirineke derveyî ve tê girêdan.

Di vê xalê de, têgeha mekanîkê ya Hegel destpêkeke girîng pêk tîne. Di Zanista Mantiqê de, têkiliya mekanîk li ser wê bingehê radiweste ku hêmanên ku tên cem hev nekarin yekîtiyeke organîk a ku ji hundirê wan bi xwe çêbûye ava bikin. Hegel vê yekê wiha îfade dike: “Mekanîk, qet nebe Mekanîka ne-azad û her wiha Kîmyewîbûn, divê bêguman wekî prensîbeke hundirîn bê dîtin, ji ber ku faktora derveyî ya diyarker bixwe jî tenê objeyeke ku bi awayekî derveyî hatiye diyarkirin e; an jî di Kîmyewîbûnê de objeya din jî bi heman awayî objeyeke ku kîmyewî hatiye diyarkirin e. Bi giştî, hêmaneke bingehîn a yekparebûnê her dem di tiştekî derveyî de cih digire.” (Hegel, 2014, r.560)

Li vir ya bingehîn “faktora derveyî” ye. Perçe dikarin bi hev ve werin girêdan û bi hev re encameke diyarkirî hilberînin; lê eger tişta ku wan bi hev ve girêdide ne ji têkiliyên wan ên hundirîn derkeve, ev yekîtî mekanîk dimîne. Ji ber vê yekê li cem Hegel mekanîkbûn ji tevgerê bixwe zêdetir bi awayê diyarkirina wê ve têkildar e.

Ev cudahî ji bo Mechanical Kurds girîng e. Ji ber ku di vê xebatê de kapasîteya mirovî ya dîtinê, cudakirinê û kategorîzekirinê ji holê nayê rakirin; berevajî vê yekê, ev kapasîte di nav herikîneke karê ku ji derve hatiye diyarkirin de tê perçekirin û ji nû ve tê rêxistinkirin. Nihêrîna mirovekî li dîmenekê, naskirina objeya di nav de, diyarkirina sînorên wê û bicihkirina wê di kategoriyekê de, di serpêhatiya rojane de çalakiyeke têgihiştinê ye ku nayê ji hev qutkirin. Lê di pergala crowdsourcing de ev çalakî li ser peywirên diyarkirî û pîvandî tê dabeşkirin: objeyê dîtin, sînorê wê xêzkirin, kategoriya wê hilbijartin û kiryarê pejirandin. Bi vî awayî, mekanîkbûn ne ji holêrakirina kapasîteya mirov e; lê zêdetir ji nû ve rêxistinkirina wê kapasîteyê di nav xebitîneke ku ji derve hatiye diyarkirin de ye. Mekanîkbûna Mechanical Kurds tam li vir dest pê dike: mirov dibîne, lê ka çalakiya dîtinê dê li kîjan qonaxan were veqetandin û kîjan cudahî dê werin veguhestin pergala teknîkî, ji aliyê pergala hilberînê ya ku ji berê ve hatiye avakirin diyarkirî ye.

Li cem Marx ev derveyîtî di pêvajoya hilberînê de formeke madî bistîne. Di Grundrisse de Marx pêşketina têkiliyên hilberîna kapîtalîst bi razberbûna her ku diçe ya taybetmendiya kedê re digire dest: “Ji ber vê yekê, çawa ku ked taybetmendiya xwe ya pîşeyê winda dike, bi heman pîvanê ev têkiliya aborî, ango têkiliya navbera kapîtalîst û karker wekî du cemserên têkiliya hilberînê, dê her ku diçe formeke saftir û tamtir bistîne; her ku hostetî û jêhatiya taybet a kedê razbertir û bêferqtir dibe, ked bixwe jî vediguhere çalakiyeke rût a razber, çalakiyeke rût a mekanîk, û bi vî awayî çalakiyeke ku li hemberî forma xwe ya taybet bêferq e, çalakiyeke tenê şiklî an jî tenê madî, ango ‘çalakiyeke herweha’ ku wê çi formê bigire ferq nake...” (Marx, 1979, r.379)

Veguherîna ku Marx li vir balê dikişîne ser, razberbûna zanyarî û jêhatiya taybet a di nav pîşeyekê de ye. Her ku “hostetî û jêhatiya taybet” a kedê razber dibe û ferqa xwe winda dike, awayê ku karkerekî taybet karekî taybet pêk tîne ji bo hilberînê kêmtir diyarker dibe. Ked nêzî formeke çalakiyê ya razber dibe ku dikare ji pêvajoyekê hilberînê bo pêvajoyeke din were veguhestin. Îfadeyên Marx ên “rût mekanîk” û “çalakiyeke herweha” vê razberbûnê vedibêjin: tevgera diyarkirî ya ku karker pêk tîne ji zanyariya wî ya li ser tevahiya hilberînê û ji taybetmendiya karê bi xwe tê qutkirin; bi vî awayî dibe tiştekî ku dikare were guhertin, dubarekirin û ji nû ve were rêxistinkirin.


Mechanical Kurds, 2025 Single-channel HD video installation (color, sound) Duration: 13 min

Di vê xalê de, ne bes e ku mirov makîneyê tenê wekî amûreke bêalî ya ku mirov bi kar tîne bibîne. Çalakiyên ku di pêvajoya hilberînê de hatine veqetandin û razberkirin, dikarin di nav pergaleke teknîkî de ji nû ve bên rêxistinkirin; karên taybet ên ku karker berê di laş, serpêhatî û jêhatiya xwe de hildigirtin, dikarin ji tevahiya pergala hilberînê bêne qutkirin û bibin beşek ji kapasîteyeke din. Bi vî awayî, mesafeya di navbera tevlîbûna yekpare ya karker di pêvajoya hilberînê de û karekî taybet ku ew pêk tîne de mezin dibe. Dubarekirina tevgerekê, komkirina perçeyekî an jî pêkanîna karekî kontrolê yê taybet, ji wateya xwe ya di tevahiya hilberînê de qut dibe û vediguherîne peywireke ku bi serê xwe tê pênasekirin. Veguherîna bingehîn li vir ne ew e ku makîne derbasî şûna mirov dibe; berî her tiştî ew perçekirina keda mirovî ye li ser wan beşan ku makîne dikare wan bigire dest û ji nû ve bi awayekî teknîkî rêxistin bike.

Li cem Hegel mekanîk, diyarkirina derveyî ya têkiliyan e; li cem Marx ev diyarkirin di razberbûna kedê û perçebûna pêvajoya hilberînê de madî dibe. Mechanical Kurds jî vê xeta dîrokî ji tevgera laşî vediguhîne ser çalakiya têgihiştinê. Di mîkro-keda dîjîtal de, dîtin, baldarkirin, cudakirin, xêzkirina sînor, kategorîzekirin û pejirandina encamê jî dibin yekîneyên kedê yên ku dikarin ji hev werin veqetandin. Forma keda razber a ku Marx wekî “çalakiyeke herweha” pênase dike, li vir wekî çalakiyeke têgihiştinê derdikeve pêşberî me. Naskirina objeyeke diyarkirî, diyarkirina sînorê wê di nav dîmenê de an hilbijartina kategoriyekê, ji serpêhatiya yekpare ya dîtinê tê qutkirin û vediguherîne mîkro-peywireke ku dikare were pîvandin.

Ji ber vê yekê, di cîhana teknolojîk a îroyîn a Mechanical Kurds de mekanîkbûn ne tenê wergirtina roleke fîzîkî ya mirov li hemberî makîneyê ye. Çav, bala mirov û şiyana wî ya cudakirinê jî dibin beşek ji pêvajoya hilberînê ya hînbûna makîneyê. Nîşankirina dîmenekê wekî “mirov”, “erebe”, “avahî” an jî objeyeke din, yek ji şertên ku makîne paşê van cudahiyan li ser bingeha daneyan pêvajo bike ye. Mirov ne tenê dane ji bo makîneyê amade dike; ew di hilberîna wan daneyan de jî beşdar dibe ku makîne bi rêya wan cîhanê pêvajo dike. Ji vî alî ve, hînbûna makîneyê veguherandina hin awayên taybet ên keda mirovî ye bo daneyên ku dikarin bên hînkirin û ji nû ve bên bikaranîn.


Mechanical Kurds, 2025 Single-channel HD video installation (color, sound) Duration: 13 min

Li vir wateya mekanîkbûnê careke din berfireh dibe. Dîtin vediguhere peywireke ku dikare were kategorîzekirin; cudakirin vediguhere hilberîna daneyan; biryareke taybet jî vediguhere perçeyeke daneyan ku dikare paşê ji aliyê pergaleke din ve were bikaranîn. Çalakiya mirovî ji serpêhatiya yekpare ya kesê ku wê pêk tîne tê qutkirin û vediguherîne têketineke hilberînê ku dikare di xaleke din a pergalê de were bikaranîn. Dema ku kapasîteya naskirinê ya makîneyê derdikeve holê, keda mirovî ya ku tevlî avabûna vê kapasîteyê bûye dikare di paşperdeyê de bimîne. Cudahiyên ku karker dike vedigerin wekî beşek ji şiyana naskirinê ya makîneyê; bala mirov vedigere wekî beşek ji pêvajokirina algorîtmîk; û biryara taybet vedigere wekî beşek ji komeke mezin a daneyan. Mechanical Kurds vê veguherînê bi nîşandana wê yekê dîtbar dike ku beşên taybet ên çalakiya mirovî ji aliyê pergaleke teknîkî ve ji nû ve tên bikêranîn.

Lê di vê xalê de pirs êdî ne tenê ew e ku makîne çawa fêr dibe. Heke pêwîst be ku ji bo fêrbûna makîneyê keda mirovî li beşên taybet were veqetandin, gelo kî vê perçekirinê pêk tîne? Kapasîteya dîtinê, baldarbûnê û cudakirinê ya kîjan mirovan vediguherîne zanîna makîneyê? Kî dê ji bo xebitînê demê veqetîne, û kî dê ji bo fikirîn, rêvebirin û hilberandina zanînê xwedî dem be? Bi vî awayî, meseleya mîkro-keda dîjîtal ji dîroka teknîkî ya têgeha mekanîkê derdikeve û digihîje pirsgirêka parvekirina siyasî ya kedê. Gelo parvekirina kedê di heman demê de parvekirina demê, balê û zîrekiyê ye jî? Mechanical Kurds bi bicihkirina keda mirovî di binesaziya hînbûna makîneyê de, vê pirsê rasterast dikişîne ser wê yekê ku ked çawa tê parvekirin û mirovên cihêreng dikarin bigihîjin kîjan çalakiyan. Di vê xalê de rexneya Jacques Rancière ya ku ji Platon dest pê dike, dibe diyarker.

Parvekirina Kedê, Parvekirina Zîrekiyê

Dîroka mekanîkbûnê tenê bi dîroka pêşketina amûr û makîneyan re sînordar nemaye. Ew di heman demê de dîroka wê yekê ye ku kîjan mirov dê kîjan çalakiyan pêk bînin, kî dê bixebite û kî dê ji bo fikirînê demê hebe. Veqetandina karekî li ser beşan ne tenê tê wateya rêxistina teknîkî ya hilberînê; di heman demê de tê wateya girêdana çalakî û demên mirovan bi pergaleke diyarkirî re. Ji ber vê sedemê, cudahiya di navbera ked û fikirînê de îşaret bi pirsgirêkeke ji rêxistina hilberînê berfirehtir dike: Kî dê bixebite, kî dê bifikire, kî dê biaxive û kî dê ji bo kirina tiştekî din li derveyî çalakiya xwe demê hebe?

Jacques Rancière di Fîlozof û Xizanan de vedigere dîroka felsefî ya vê pirsê. Meseleya ku Rancière dişopîne ew e ku peywirên di civakê de çawa hatine belavkirin û klasîfîkasyonên derbarê xweza, jêhatî û cihê civakî yên mirovan de çawa veguherîne pergaleke siyasî. Rancière destpêka dabeşkirina kar a di Komara Platon de wiha vediguhêze: “Di destpêkê de çar kes hebûn. Yan jî pênc. Hema qasî pêdiviyên laş. Ji bo xwarinê cotkarek. Ji bo stargehê dîwarkerek. Ji bo cilan tevnkerek. Li gel van pêlavçêkerek û karkerekî din ê ku materyalên pêwîst dabîn bike. Komara Platon wiha tê ragihandin. Ne xwedawend hene, ne efsaneya damezrandinê heye. Tenê kes û amûrên peydakirin û peydabûna pêdiviyan hene.” (Rancière, 2013, r.21)

Lê ev dabeşkirina yekem a karê di demeke kurt de ji wê yekê derdikeve ku tenê rêxistineke ji bo peydakirin û dabînkirina pêdiviyan be. Pirsa ku kî dê kîjan karî bike, bi pirsa ku mirov xwedî kîjan xwezayê ne re tê fikirîn. Prensîba ku her kes divê “karê xwe” bike, vediguherîne pergaleke civakî ku tê de xweza û jêhatîbûnên cihêreng bi awayekî hiyerarşîk tên belavkirin. Di pergala siyasî ya Platon de hilberîner, parêzvan û rêvebir ji hev tên veqetandin; îmajên zêr, zîv, tûnc û hesin vê veqetandinê weke cudahiyeke xwezayî ava dikin. Bi vî awayî peywira civakî êdî ne tenê karek e ku kes pêk tîne; ew vediguherîne diyarkirineke derbarê wê yekê de ku ew kes kî ye.

Li cem Arîstotelesê ku Rancière wî vediguhêze, cudahî dikişe ser nirxê peywir û çalakiyan: “Bajarek ne tenê ji kombûna pêdiviyan û parvekirina amûrên hilberînê pêk tê. Ji destpêkê ve tiştekî din jî heye ku pêwîst e: edalet, ango desthilatdariya yê baştir a li ser yê kêmtir baş. Karên hêja an kêmtir hêja, xebatên biçûkxistî an kêmtir biçûkxistî, û xwezayên li gorî van hene. Pêwîst e mirov ji hev veqetîne.” (Rancière, 2013, r.21) “Veqetandin”a li vir, avakirina normeke civakî ye derbarê karên heyî de; bê ka kîjan kar hêja ye û kîjan nizm e, kîjan çalakî ji bo birêvebirinê û kîjan ji bo birêvebirinê-hatinê guncav e. Bi vî awayî, cudahiya ku di Platon de li gorî xwezayan tê kirin, di Arîstoteles de bi hiyerarşiyeke derbarê nirxê peywir û çalakiyan de tê temamkirin. Ya ku ji bo Rancière girîng e ev e ku ev cudahî ne tenê civakê vedibêjin; di heman demê de diyar dikin ku mirov dikarin bigihîjin kîjan çalakî û şêwazên jiyanê. Ji ber vê sedemê, pirsa Rancière bi parvekirina çavkaniyên aborî re sînordar nîne. Şêwazên jiyanê, çalakî û dem jî tên parvekirin. Dema ku hin kes wekî xwedî demê ji bo fikirîn, birêvebirin û lêkolîna heqîqetê tên qebûlkirin, dema hin kesên din ji bo xebatê tê veqetandin. Pêgeha civakî ya mirovekî jî bi wê dema ku ew dikare ji bo kirina tiştekî din veqetîne tê diyarkirin. Ji vî alî ve, senifandina Platon a li ser bingehê xwezayan û cudahiya Arîstoteles a di navbera karên hêja û kêmtir hêja de bi heman pirsgirêka siyasî ve tên girêdan: Ne tenê ew tiştê ku mirov dikarin bikin, lê ew tiştê ku dikarin demê ji bo wê veqetînin jî di nav pergaleke civakî de tê diyarkirin.

Ev cudahî di diyaloga Menon a Platon de di dîmeneke zelaltir de derdikeve holê. Sokrates, ji bo ku nîşan bide ku zanîna geometriyê çawa derdikeve holê, ji Menon dixwaze ku yek ji mirovên xwe gazî bike. Menon koleyekî gazî dike. Sokrates pêşî dipirse ka ew Yewnan e an na û bi Yewnanî diaxive an na; Menon dibêje ku ew “li malê ji dayik bûye”. Bi vî awayî navê kesê ku dikeve dîmenê nayê dayîn û ew kes wekî koleyê Menon tê pênasekirin. Piştre Sokrates çargoşeyekê li erdê xêz dike û ji kole dipirse ka ev şikil çi ye. Piştî ku bi hev re diyar dikin ku rûbera vê çargoşeya ku kenarên wê du pê ye, çar pêyên çargoşe ye, dipirse ka kenarê çargoşeyeke ku rûbera wê du qatê vê ye çend be. Kole pêşî difikire ku divê kenar du qat were mezin kirin. Sokrates pirsên xwe didomîne û wê rûbera ku ev bersiv derdixe holê, pê dihêle ku hesab bike; bi vî awayî kole fam dike ku duqatkirina kenarê çargoşeyê ne du qat, lê çar qat mezinbûna rûberê pêk tîne. Kole texmîneke duyemîn dike; gava ev jî şaş derdikeve, qebûl dike ku ew nizane. Sokrates pirsên xwe didomîne û di dawiyê de kole, bi rêya xeta nîvkêş, digihîje têkiliya rast ya ku rûbera heşt pêyên çargoşe pêk tîne. Di dawiya vê dîmenê de, Sokrates ji Menon dipirse ka kole bersivan bi serê xwe dane an na; Menon jî qebûl dike ku bersivên wan bi koleyî bixwe ne.

Rancière di Fîlozof û Xizanên Wî de wateya vê dîmenê wiha vedike: “Koleyê Menon ê ku formula duqatkirina çargoşeyê bi serê xwe dît, bi vê yekê du tiştan îspat dike: zanist pêkan e, lê ne her cure zanist e. Ji bo hişyarkirina vê zanista ku di xewê de ye, derziya provokasyona diyalektîk a taybetî çînên bilind pêwîst e, ne dersên sofîstê demokrat Protogoras an jî yên fîlozofê gel Antisthenes.” (Rancière, 2013, r.58) Ya ku ji bo Rancière girîng e ne ew e ku kole dikare pirsgirêka geometriyê çareser bike. Bersivên koleyî kapasîteya wî ya fikirînê û encamderxistinê nîşan didin, lê ev kapasîte tenê di nav pergala pirs û bersivê ya ku Sokrates ava kiriye de tê çalakkirin. Sokrates şikilê xêz dike, pirsan diyar dike û piştî her bersivê qonaxa pêş ya lêkolînê ava dike. Kole bersivan bi xwe dide, lê ew ne kesê ku pirsgirêkê ava dike û arasteya lêkolînê diyar dike ye. Bi vî awayî di heman dîmenê de du rewşên cuda ji hev têne veqetandin: xwedîbûna kapasîteya fikirînê û desthilatdariya diyarkirina wê yekê ku ev kapasîte dê li ser kîjan pirsgirêkê û di kîjan arasteyê de were bikaranîn. Cudahiya ku xwendina Rancière girîng dike jî li vir diyar dibe. Xwedîbûna kapasîteya fikirînê ya mirovekî û bikaranîna vê kapasîteyê di nav çalakiyeke ku ew bi xwe diyarkiriye de ne heman tişt in.

Ji vir pirseke berfirehtir a derbarê têkiliya di navbera zanînê û azadiya civakî de derdikeve holê. Xwedîbûna kapasîteya fikirînê ya mirovekî ne wê wateyê ye ku ew dikare vê kapasîteyê ji bo diyarkirina şert û mercên jiyana xwe bi kar bîne. Koleyê di Menon de dikare bigihîje têkiliyekî geometrîk, bersiva pirsan bide û kapasîteya xwe ya aqilmeşandinê nîşan bide; lê belê ev dîmen pêgeha wî ya civakî naguherîne. Dema ku di nav diyalogê de wekî kesekî difikire xuya dike, di asta civakî de ew hê jî koleyê Menon e. Wekî din navê wî jî nayê dayîn; îfadeya ku wî pênase dike îşaret bi têkiliyekî milkî dike ku aîdê kesekî din e. Li vir cudahiya di navbera kapasîteya fikirînê û statuya civakî de zelal dibe: fikirîna mirovekî bixweber diyarnake ku ew dikare li ser kîjan çalakiyê bibe xwedî gotin. Ev cudahî ji bo Mechanical Kurds jî ji nû ve girîng dibe; lê ne rast e ku mirov van her du rewşan bi hev re yek bigire. Penaberên di xebatê de xwedî kapasîteya dîtinê, cudakirinê, berawirdkirinê û biryardanê ne. Lê şert û mercên ku ev kapasîte tê de tê bikaranîn ne heman tişt in bi hêza diyarkirinê ya kesî di qadên din ên jiyanê de. Kampa penaberan nikare wekî qadeke civakî ya serbixwe bê dîtin ku kes bikaribe bi hemû aliyên jiyana xwe bi îradeya xwe ava bike. Pêkhateya îdarî ya kampê, girêdayîbûna wê bi saziyên derveyî re û şert û mercên ku qada tevgerê diyar dikin, derfetên jiyanê sînordar dikin. Ji ber vê yekê, di navbera biryardanê li ser dîmenekê û biryardanê li ser şert û mercên mekanî û civakî yên jiyana xwe de cudahiyek heye. Penaber dikare di dîmenekê de têkiliyên di navbera rê, avahî, wesayît an qadeke giştî de pênase bike; lê dibe ku ew têkiliyên civakî yên ku ev pergala dîtbarî temsîl dike di jiyana wî ya rojane de bi heman awayî ne gihîştbar bin. Di dîmenê bajarekî de çûnûhatin, xebat, stargeh, gerîn û hevrûbûnên giştî di nav berdewamiyeke diyarkirî de tên rêxistinkirin. Kategorîzekirina dîmenê ne wateya jiyîna di nav van têkiliyan de ye. Bi vî awayî Mechanical Kurds mesafeya di navbera zanîna dîtbarî û têkiliyên civakî yên ku ew zanîn li ser wan radiweste de jî derdixe holê.


Mechanical Kurds, 2025 Single-channel HD video installation (color, sound) Duration: 13 min

Ji ber vê yekê, bêyî ku di navbera Menon û Mechanical Kurds de yekheviyeke rasterast were avakirin, berdewamiyeke diyarkirî ya pirsgirêkê heye. Di Menon de kapasîteya fikirînê ya koleyî û pêgeha wî ya civakî di heman dîmenê de tên kêleka hev. Di Mechanical Kurdsde jî kapasîteya têgihiştinê ya penaberan û şert û mercên ku ev kapasîte tê de tê bikaranîn, di nav heman pergala hilberînê de rû bi rû tên. Di ya yekê de kole dikare pirsgirêka geometriyê çareser bike, lê nikare pêgeha xwe ya civakî diyarkirin bike; di ya din de penaber dikare dîmenan bixwîne, kategorîze bike û tevkariyê li hilberîna daneyê ya hînbûna makîneyê bike, lê ev kapasîteya xebatê nayê wateya desthilatiyeke bi heman pîvanê ya li ser şert û mercên jiyana xwe. Xala hevpar ne ew e ku zîrekî wekî jêhatîbûneke razber û ku di her kesî de bi heman awayî dixebite were dîtin; lê pirs ew e ku di nav rêxistinên civakî yên diyarkirî de ev zîrekî bi kîjan çalakiyan ve tê girêdan. Di dîmena Menon de vê rêxistinê pirsên fîlozofî ava dikin; di mîkro-keda dîjîtal de jî pênaseyên peywirê, navrûyên platformê, şemayên kategorîzekirinê û pêvajoyên hilberîna daneyê vê rêxistinê ava dikin. Ji ber vê sedemê, pirsa Rancière dikare li vir ji nû ve were avakirin: Berî ku mirov bipirse “kî dikare bifikire?”, divê bipirse “ramana kê di kîjan şert û mercan de tê rewşeke ku dikare were bikaranîn?” Mechanical Kurds rehendeke mekanî li vê pirsê zêde dike. Penaber, dema ku li cihekî dijî ku nikare bi tevahî şert û mercên madî yên jiyana xwe diyarkirin bike, di wan dîmenên ku ew bi keda xwe analîz dike de bi rêxistinên mekanî yên cîhanên din re rû bi rû dimîne. Bajar wekî mekanekî wisa xuya dike ku têkiliyên jiyana civakî yên wekî çûnûhatin, xebat, stargeh û hevrûbûnên giştî tê de di nav berdewamiyeke diyarkirî de tên rêxistinkirin. Kamp jî qadeke jiyanê ye ku berdewamiya xwe bi tevahî di hundirê xwe de hil nabe û ji hêla têkiliyên aborî, siyasî û îdarî ve bi pêkhateyên derveyî re girêdayî ye. Ev cudahî, dema ku bi ramana ku Rancière di pirtûka xwe ya Mamosteyê Nezan: Li Ser Azadbûna Zihnî Pênc Ders de bi rêya Joseph Jacotot pêş xistiye re tê fikirîn, rehendeke din bi dest dixe.

Xala destpêkê ya ceribandina Jacotot hêsan e: mamoste û xwendekar bi heman zimanî naaxivin. Tevî vê yekê, xwendekar bi rêya pirtûkeke hevpar dest bi hînbûnê dikin. Rancière bi tevgera ji vê ceribandinê wiha dinivîse: “Tiştê ku zarokên mirov herî baş hîn dibin, zimanê wan ê zikmakî ye ku ti mamoste nikare hînî wan bike.” (Rancière, 2014, r.13) Li vir mamoste, bi ferzkirina wê yekê ku zîrekiya xwendekar ji ya wî nizmtir e dest bi kar nake. Di navbera mamoste û xwendekar de tiştekî hevpar heye: pirtûk. Xwendekar li hemberî vê tişta hevpar bala xwe bi kar tîne, berawird dike, dubare dike, têkiliyan ava dike û di navbera wateyan de girêdanan çêdike. Bi vî awayî hînbûn, ji ragihandina zanînê ya ji zîrekiyekê bo ya din zêdetir, weke berêxwedana zîrekiyê ya li tişta li pêşberî wê derdikeve holê. Di ceribandina Jacotot de ya diyarker ne nezanbûna mamoste ye, belkî veqetandina desthilatiya fêrkirinê ji serdestiya zanînê ye. Mamoste ji rewşa kesê ku diyar dike xwendekar çi nizane û zanîna kêm radigihîne derdikeve. Tişta hevpar ne amûreke ku dê ferqa zanînê ya di navbera mamoste û xwendekar de bigire ye; ew objeyeke hevpar e ku du zîrekî bi awayên cuda berê xwe didinê. Ji ber vê sedemê, li cem Jacotot wekhevî ne wateya wê ye ku xwendekar heman zanînê bi mamoste re hebe; ew wateya wê ye ku zîrekî ji destpêkê ve li ser du astên hiyerarşîk ên cuda neyên bicihkirin.

Cudahiya di navbera Menon û Jacotot de li vir girîng dibe. Di Menon de kapasîteya fikirînê ya koleyî di nav pergala pirs û bersivê ya ku Sokrates ava kiriye de tê çalakkirin. Li cem Jacotot hiyerarşiyeke zîrekiyê ya ku ji berê ve di navbera mamoste û xwendekar de hatiye avakirin nayê ferzkirin. Di ya yekê de fîlozof arasteya lêkolînê diyar dike; di ya din de hînbûn, li hemberî tiştekî hevpar bi bikaranîna bala xwe û zîrekiya xwe ya xwendekar pêk tê. Ev cudahî di bingeha ramana wekheviyê ya Rancière de jî cih digire: wekhevî bi ragihandina zanînê ya ji zîrekiyekê bo ya din nayê avakirin; ew bi qebûlkirina destpêkê ya wê yekê tê avakirin ku her kes dikare bi zîrekiya xwe heman tiştî lêkolîn bike. Lê belê azadbûna zihnî ne wateya windabûna bixweber a şert û mercên civakî ye. Di navbera bikaranîna zîrekiya xwe ya mirovekî û xwedîgotinbûna wî ya li ser şert û mercên madî û civakî yên ku jiyana wî diyar dikin de, hê jî mesafeyek heye. Meseleya keda dîjîtal a Mechanical Kurds vê cudahiyê dikişîne ser asteke din.

Dibe ku têkiliya di navbera mîkro-karker û algorîtmayê de di nihêrîna yekem de weke têkiliyeke fêrkirinê xuya bike: mirov dîmenan kategorîze dike, makîne jî ji van kategorîzekirinan fêr dibe. Lê belê mîkro-karker ne mamosteyek e ku zanîna xwe radigihîne algorîtmayê; her wiha algorîtma jî ne xwendekarek e ku hewl dide cîhana li pêşberî xwe fêm bike. Têkilî di nav platformekê, peywirên diyarkirî û rejîmeke kedê de tê avakirin. Mirov peywireke diyarkirî pêk tîne; encama vê peywirê paşê vediguherîne daneyekê ku di pêvajoya hînbûnê ya pergaleke teknîkî de dikare were bikaranîn. Li vir “tişta hevpar” a Jacotot berovajî dibe. Tişta hevpar êdî ji pirtûkê dikişe ser dîmenê; lê belê dîmen ne objeyeke lêkolînê ya hevpar e ku du zîrekî bi awayekî wekhev berê xwe bidinê. Mirov bala xwe û kapasîteya xwe ya cudakirinê bi kar tîne; cudahiyên ku ew hildiberîne li pêvajoya hînbûnê ya pergaleke teknîkî tên veguhestin. Li cem Jacotot, dema ku tişta hevpar şertê hînbûnê ye, di Mechanical Kurds de dîmen vediguherîne objeyeke kedê.


Mechanical Kurds, 2025 Single-channel HD video installation (color, sound) Duration: 13 min

Ev cudahî dema ku şert û mercên Domîzê tên fikirîn, zelaltir dibe. Her çend Domîz di sala 2012’an de ji bo bicihkirina penaberên ji Sûriyeyê hatine hate avakirin û bi demê re mayînde bûye jî, ji hêla mantiqa avabûna xwe ve nikare weke bajarekî berdewamiya xwe pêk bîne. Xizmetên kampê di ser rêveberiya kampê û pêkhateyên alîkariya mirovî re hatine rêxistinkirin, berdewamiya xizmetên bingehîn bi saziyên derveyî ve girêdayî maye. Perwerde jî beşekî vê pêkhateyê ye; Polîtîkaya Yekgirtina Perwerdeya Penaberan (Refugee Education Integration Policy) a ku li Herêma Kurdistanê tê pêkanîn armanc dike ku zarokên penaber li pergala perwerdehiya giştî bên tevlîkirin û perwerde bi xwendina navîn, perwerdeya pîşeyî, xwendina bilind û derfetên debara jiyanê re bê têkildarkirin. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku di navbera perwerdeya nava kampê û azadbûnê de têkiliyeke otomatîk were avakirin. Perwerde dikare gihîştina derfetên civakî yên berfirehtir dabîn bike; lê belê ji bo pêkanîna van derfetan gihîştina belgeyan, derfetên çûnûhatinê, çavkaniyên aborî, statuya hiqûqî û saziyên derveyî kampê pêwîst e. Daxuyaniyên UNHCR’yê yên derbarê polîtîkaya perwerdeyê de jî vê girêdana sazûmanî ya di navbera perwerde, jêhatîbûnên naskirî, perwerdeya pîşeyî, xwendina bilind û derfetên debarê de radixin pêş çavan. Wekî din, ne rast e ku kamp wekî qadeke ku bi temamî li derveyî hilberînê ye û çalakiyên aborî lê nînin were pênasekirin. Penaber dikarin bixebitin û di nava kampê de çalakiyên aborî hebin. Cudahî li vir divê li cihekî din were avakirin: kamp ne qadeke serbixwe ye ku mîna bajarekî têkiliyên hilberînê, gerînê, stargehê û jinûve-hilberînê di nav avahiyeke civakî ya yekpare de rêxistin bike. Penaberên li Herêma Kurdistana Iraqê dikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristî û perwerdeyê, dikarin derfetên kar bibînin; lê li hember vê yekê di warê statuya hiqûqî û azadiya tevgerê de rû bi rûyî sînordarkirinên cihêreng dimînin. Ji ber vê sedemê girêdayîbûna kampê ya bi derve re nayê wateya nebûna hilberînê. Tê wê wateyê ku berdewamiya jiyanê bi têkiliyên aborî, îdarî û siyasî yên li derveyî kampê tê avakirin.

Di Mechanical Kurds de mîkro-keda dîjîtal bi vê pêkhateya derve-girêdayî re li ser asteke cihêreng têk dikeve. Dîmenên ku li parçeyên din ên cîhanê hatine hilberandin tên pêşberî niştecihê kampê. Bajarek, rêyek, otomobîlek an avahiyek ne wekî beşekî rasterast ê jiyana wî, lê wekî objeyeke dîtbarî ya ku dê li ser were xebitandin derdikeve pêşberî wî. Bala xwe dide ser dîmenê, objeyan ji hev cuda dike û wan kategorîze dike; lê belê ev pêvajo ew bi awayekî rasterast tevlî têkiliyên civakî yên cîhana di dîmenê de nake. Dikare bajarekî pênase bike, sînorê avahiyekê diyar bike an cihê wesayîtekê nîşan bide; lê ev kiryar nabe sedema gihîştina têkiliyên xebatê, çûnûhatinê, stargehê û jiyana giştî ya wî bajarî. Bi vî awayî di navbera zanîna dîtbarî û wan têkiliyên civakî yên ku ev zanîn xwe dispêre wan de mesafeyek çêdibe.

Li vir di navbera penaber û algorîtmayê de têkiliyeke biyanîbûnê dikare were avakirin, lê nikare were gotin ku ev biyanîbûn heman tişt in. Ji hêla algorîtmayê ve dîmen qadeke daneyan e ku divê were pêvajokirin û kategorîzekirin. Bajarek, rêyek, avahiyek an mirovek vediguherîne taybetmendiyên dîtbarî yên ku di bin kategoriyên diyarkirî de dikarin ji hev bên veqetandin. Lê ji hêla penaber ve biyanîbûn dîrokî û jeopolîtîk e: kes piştî şert û mercên jicihbûnê li qadeke jiyanê ya din dimîne û li ser dîmenên ku li derveyî serpêhatiya wî hatine avakirin dixebite. Biyanîbûna algorîtmayê nikare wekî dîrokeke jiyankirî were dîtin; biyanîbûna penaber encama dîrokeke diyarkirî ya jicihbûnê û şert û mercên siyasî ye. Dibe ku mirov û makîne li pêşberî heman dîmenê bin, lê ne ji ber heman sedemê li wir in. Mirov dema xebatê ya ku ji bo wî hatiye veqetandin vediguherîne mîkro-peywirekê; makîne jî encama vê kedê dike beşekî kapasîteya xwe ya pêvajokirinê.

Ji ber vê sedemê “tişta hevpar” a Jacotot di Mechanical Kurds de ne tenê vediguherîne dîmenê; ew vediguherîne dîmeneke ku hatiye veguherandin bo kedê. Dîmen ji rewşa objeyeke hevpar a ku du zîrekî bi awayekî wekhev lêkolînê li ser dikin derdikeve û vediguherîne objeyeke kedê ya ku bala mirov, kapasîteya cudakirinê û biryarên wî ji aliyê pergaleke teknîkî ve tên bikêranîn. Li vir pirsa Rancière ji nû ve derdikeve holê: mesele ew e ku bala, dema û zîrekiya kê di nava kîjan pergala hilberînê de dikare were bikêranîn.

Forma nû ya keda dîjîtal bi tamî li vir derdikeve holê: kapasîteya baldarbûnê ya mirov vediguherîne xebatê. Dîtin, cudakirin, berawirdkirin û pejirandin li mîkro-peywirên ku dikarin werin pîvandin tên dabeşkirin. Têkiliya têgihiştinê ya ku mirov bi cîhanê re ava kiriye vediguherîne çalakiyeke ku nirxê wê yê aborî heye. Dema kampê ya girêdayî derve û ya ku nediyariyan dihewîne bi vî awayî bi pêvajoyeke din a hilberînê ve tê girêdan. Li cihekî ku gihîştina mirovan a karê birêkûpêk sînordar e, kapasîteya dîtin û cudakirinê dikare bibe beşekî zincîreke gerdûnî ya hilberîna daneyan. Rexneya Rancière ya ku li ser parvekirina dîrokî ya di navbera ked û fikirînê de ava kiriye, li vir formeke hemdem bi dest dixe. Kapasîteya dîtin û baldarbûnê ya karker jî tê xistin nav dema xebatê. Di Mechanical Kurds de keda têgihiştinê ya karkerê penaber tê tevlîkirin pêvajoya hilberîna daneyan a hînbûna makîneyê. Şert û mercên jiyanê yên kampê yên bi derve ve girêdayî, bi rêya platforma dîjîtal bi pêvajoyeke din a hilberînê re dibin yek. Mirov dema ku li cihekî dijî ku li ser şert û mercên jiyana xwe xwedî kontroleke sînordar e, kapasîteya wî ya dîtin û cudakirinê vediguherîne têketineke pêvajoyeke din a hilberînê. Pirsa Rancière li vir dikare ji nû ve were pirsîn: Kî difikire? Mechanical Kurds jî pirseke din li vê pirsê zêde dike: Dema ku makîne dibîne, bi rastî nêrîna kê dixebite?


Mechanical Kurds, 2025 Single-channel HD video installation (color, sound) Duration: 13 min

Ji Dîtinê Ber Bi Kategorîzekirinê Ve

Ev pirs me vedigerîne ser dîmenên kampê yên Steyerl. Di vîdeoyê de, di navbera dîmenên ku bi bounding box’an hatine nîşankirin û kameraya ku berê xwe daye kampa penaberan de, du şêweyên dîtinê yên cihêreng tên pêşberî hev. Di hin dîmenên bajêr ên ku di nav bounding box’ê de tên girtin de, rê, otomobîl, avahî an jî mirov berî her tiştî wekî objeyeke ku dikare were pênasekirin derdikeve holê. Dîmen, ji nîşandana tevahiya bajêr zêdetir, wan parçeyan hildibijêre ku makîne dikare wan nas bike. Rê wekî rêyekê, otomobîl wekî otomobîlekê, mirov wekî mirovekî tê nîşankirin. Bi vî awayî beşeke diyarkirî ya dîmenê ji derdora xwe tê qutkirin û dibe tiştek ku dikare were kategorîzekirin.

Di planên Steyerl ên ku kampê nîşan didin de jî, heman hêmanên dîtbarî di nav têkiliyeke mekanî ya berfirehtir de xuya dikin. Kon qadeke stargehê ye; rê, rêgehek e ku tevgerên rojane li ser wê pêk tên. Kon, avahî, wesayît, valahî û mirov bi hev re dîmena qadeke jiyanê ava dikin. Bounding box, bi qutkirina objeyê ji derdora wê, şertên naskirinê ya wê ji aliyê makîneyê ve pêk tîne. Kamera jî destûrê dide ku têkiliyên ku objeyan bi hev re ava dikin dîtbar bimînin. Di ya yekê de dîmen li parçeyên ku dikarin werin kategorîzekirin tê dabeşkirin; di ya din de ev perçe di nav çarçoveyeke mekanî û civakî ya diyarkirî de xuya dikin.

Ev ne wateya wê ye ku dîmenên bajêr tenê bi awayekî teknîkî dikarin werin pêvajokirin û dîmenên kampê jî tenê têkilî-ne. Awayê ku Steyerl di vîdeoyê de dîmenên cuda li kêleka hev tîne, zêdetir cudahiya di navbera pêvajokirina teknîkî ya dîmenê û têkiliyên civakî yên ku mekanek hildigire de derdixe holê. Taybetmendiyên dîtbarî dikarin ji dîmenekê bo dîmeneke din werin veguhestin; lê têkiliyên ku mekanek bi stargeh, tevger, xebat û jiyana rojane re ava dike nikarin tenê li taybetmendiyên wê yên geometrîk werin kêmkirin. Ku dîmenek dikare bi awayekî teknîkî bi dîmeneke din re were hevberkirin, nayê wê wateyê ku têkiliyên civakî yên ku ew dîmen di nav xwe de dihewîne jî bi heman awayî tên veguhestin.


Mechanical Kurds, 2025 Single-channel HD video installation (color, sound) Duration: 13 min

Wateya bounding boxê jî li vir berfireh dibe. Ew, wekî çarçoveyeke ku li dora objeyan hatiye xêzkirin, kiryareke ku diyar dike dîmen dê di kîjan pîvanê de were xwendin e. Dema ku kon, rê an jî mirov ji derdora xwe tê veqetandin, ew têkiliyên ku ew di nav de ne dikişin paşperdeyê û taybetmendiyên ku makîne dikare wan nas bike derdikevin pêş. Kameraya Steyerl jî wê qada ku ev objeyên veqetandî tê de ji nû ve bi hev re têkiliyê ava dikin nîşan dide. Bi vî awayî vîdeo, mantiqa dîtina makîneyê ya ku objeyê ji derdora wê vediqetîne û taybetmendiya mekanê tê jiyîn a ku objeyan di nav têkiliyên wan de bi hev re digire, berawird dike. Ji ber vê sedemê kampa penaberan di vîdeoyê de wekî mekanekî zelal derdikeve holê ku hilberîna daneyan tê de pêk tê û heman dîmen dikare tê de di şêweyên dîtin û pêvajokirinê yên cihêreng re derbas bibe. Li aliyekî kon, rê, mirov û avahî derdora madî ya jiyana rojane ava dikin; li aliyê din dîmen heman hêmanan vediguherîne objeyên ku dikarin werin kategorîzekirin û wan dike têketina hilberîna daneyan. Mirov di nava kampê de dijî; makîne jî hewl dide objeyên di dîmenê de nas bike. Ev her du pêvajoyên ku di heman rûxara dîmenê de digihîjin hev, nîşan didin ku dîmen dikare bi şêweyên cihêreng were avakirin. Ji ber vê yekê meseleya Mechanical Kurdsê ew e ku nîşan bide dema qadeke jiyanê vediguherîne dîmenekê, kîjan taybetmendî di nav kategorîzekirina teknîkî de derdikevin pêş û kîjan tên kişandin paşperdeyê. Cudahiya di navbera objeya ku bounding box dorpêç dike û qada jiyanê ya ku kameraya Steyerl nîşan dide de, li vir zelal dibe: ya yekê dîmenê dabeşî perçeyên ku dikarin werin pêvajokirin dike; ya din destûrê dide ku ew têkiliyên ku di nav van perçeyan de hatine avakirin dîtbar bimînin. Veqetandina ku ji bo hînbûna makîneyê pêwîst e, ji aliyê keda mirovî ve tê pêkanîn.

Di nava ramana Steyerl a li ser dîmenê de, di vê xalê de di navbera Poor Image û Mechanical Kurds de jî dikare girêdanek were avakirin. Poor Image gerra dîmenê derdixist pêş: dîmena ku tê kopîkirin, tê guvaştin, ji nû ve tê barkirin û di ser toran re tevdigere. Mechanical Kurds şert û mercên pêvajokirina dîmenê dîtbar dike. Dîmen tê xwendin, tê veqetandin, li objeyan û kategoriyan tê dabeşkirin, tê etîketkirin û di nav pergala daneyan de ji nû ve tê rêxistinkirin. Bi vî awayî dîmen ne tenê objeyeke ku digere ye; ew vediguherîne têketina pêvajoyeke din a hilberînê. Guhertina li vir, ji tevgera dîmenê ber bi bikêrhatîbûna dîmenê ve pêk tê. Hatina cem hev a dîmenên bajar û kampê di vîdeoyê de, ji ber vê sedemê divê tenê wekî berawirdkirina du mekanên cihêreng neyê xwendin. Bajar wekî pêkhateyeke aloz xuya dike ku hilberîn, gerîn, xebat, stargeh û têkiliyên civakî tê de berdewamiyê bi dest dixin û bi hev ve tên girêdan. Mirov li vir bi objeyên wekî rê, avahî an jî wesayîtê re tenê bi taybetmendiyên wan ên dîtbarî rû bi rû namîne; wan di nav şêweyên bikaranînê yên diyarkirî û têkiliyên civakî de tecrûbe dike. Lê ev têkilî bi xwe, bi awayekî rasterast nayên veguhestin kategorîzekirina teknîkî ya dîmenê. Etîketkirina rêyekê di dîmenê de wekî “rê”, bikaranîna wê rêyê ya di nav bajêr de, dîroka wê an jî têkiliyên civakî yên ku li ser wê pêk tên, naguhêze nava etîketa daneyan.

Ji hêla kampê ve jî cudahiyeke bi vî rengî heye. Kampa penaberan a wekî Domîzê, berdewamiyeke wekî ya bajarekî serbixwe ku berdewamiya xwe bi tevahî li ser têkiliyên xwe yên hilberînê ava dike, nîne. Domandina jiyanê, ji hêla perwerde, tenduristî, rêveberî, derfetên aborî û têkiliyên sazûmanî yên cihêreng ve girêdayî pêkhateyên li derveyî kampê ye. Ev rewş kampê nake cihekî ku bê hilberîn û çalakiya aborî ye; mesele ew e ku berdewamiya jiyanê di nav kîjan têkiliyên sazûmanî û aborî de tê dabînkirin. Ji ber vê yekê, hilgirtina nediyariyekê û derve-girêdayîbûna ku dîmena kampê di vîdeoyê de dihewîne, nayê wê wateyê ku hemû têkiliyên wê yên mekanî demkî an bêpergal in. Bi gotineke sînordartir, di navbera dîmena kampê û wê dîmena ku makîne bi kategoriyên teqez ava dike de, du şêweyên rêxistinkirinê yên cihêreng rû bi rû tên.

Di vê hevrûbûnê de, teqeziya kategorîk a bounding boxê bi taybetî girîng e. Kon, rê, mirov an jî wesayît di nava dîmenê de dibin objeyên ku dikarin bi awayekî cuda werin pênasekirin. Lê ev kategorî nekarin bi tevahî wan têkiliyên ku ev objeyan bi hev re ava dikin rave bikin. Li vir cudahiya di navbera kategorîzekirina teknîkî û mekanê tê jiyîn de derdikeve holê: heman hêmana dîtbarî hem dikare bibe objeya hilberîna daneyan hem jî beşekî qadeke jiyanê ya diyarkirî. Mechanical Kurds van her du astan ji hev cuda nake; ew wan di nav heman dîmenê de ser hev tîne. Dema ku mirov ji vî aliyî ve lê dinêre, peyva “mekanîk” a Mechanical Kurdsê jî ji nû ve wateyekê bi dest dixe. Ya mekanîk ew e ku dîmen dikare li perçeyên diyarkirî were veqetandin, were pênasekirin û ji nû ve were pêvajokirin. Tevlîbûna keda mirovî di vê pêvajoya veqetandinê de ne hêmanekî li derveyî pêvajoya mekanîk e. Nêrîna mirov dîmenê dabeşî kategoriyan dike; pergala teknîkî jî li ser van kategoriyan fêr dibe. Bi vî awayî têkiliya di navbera keda mirov û makîneyê de wekî tevlîbûna dîtinê di pêvajoya hilberînê de derdikeve holê.

Pirsa Steyerl ji ber vê sedemê ji wê yekê zêdetir e ku zîrekiya çêkirî çiqas “zîrek” e; ew berê xwe dide wê yekê ku kapasîteya dîtinê ya makîneyê di ser kîjan pêvajoyên madî û civakî re tê avakirin. Di nav dîmenê de ne tenê cîhaneke ku tê temsîlkirin heye. Formên hilberînê, rêxistinên mekanî, tevgerên koçberiyê, têkiliyên xebatê û binesaziyên teknîkî yên wê cîhanê jî tevlî avabûna dîmenê dibin. Mechanical Kurds van qatan di yek rûxara dîtbarî de tîne pêşberî hev: dîmenên bajêr ên avabûyî bi qadên jiyanê yên kampê re, nêrîna mirov bi kategorîzekirina makîneyê re, mekanekî jiyankirî bi dîmeneke ku dikare bi awayekî teknîkî were pêvajokirin re tîne cem hev. Di dawiya vîdeoyê de, pirsek ji pirsa “makîne bi keda kê fêr dibe?” jî pêşdetir derdikeve holê: Dema ku cîhanek li objeyên ku makîne dikare wan nas bike tê dabeşkirin, dê têkiliyên wê cîhanê, nediyariyên wê û derfetên wê yên ku hêj temam nebûne di dîmenê de çawa xuya bibin? Mechanical Kurds bersiveke girtî nade vê pirsê. Di nav dîmenê de, ew cîhana ku dîtinê bi xwe pêkan dike jî heye.

Hito Steyerl sînemakar û nivîskareke ku xebatên xwe li Berlînê didomîne ye. Berhemên wê bi rêya vîdeo-enstalasyonan, qadên dîjîtal û metnan, medya, teknolojî û gera gerdûnî ya îmajan vedikolin. Ew li Akademiya Hunerê ya Munîhê Profesora Medyaya Dîjîtal a Pêşkeftî ye. Platforma lêkolînê ya ku li AdbK Munîhê bi Francis Hunger re bi hev re dimeşîne, li navnîşana www.carrier-bag.net cih digire. Hunermend ji aliyê Esther Schipper (Berlîn) û Andrew Kreps Gallery (New York) ve tê temsîlkirin.

https://www.hitosteyerl.net

Jêrenot

Hegel, G.W.F. (2014). Mantık Bilimi (Çev. Yardımlı A.) İdea Yayınları

Marx, K. (1979). Grundrisse (Çev. Nişanyan S.) Birikim Yayınları

Rancière, J. (2013). Filozof ve Yoksulları (Çev. Kılıç A.U.) Metis Yayınları 

Rancière, J. (2014). Cahil Hoca (Çev. Kılıç S.) Metis Yayınları

info@firezz.com 

Mahsum ÇİÇEK
Mahsum ÇİÇEK

Mahsum Çiçek: Ji sala 2010an ve wekî rexnegirê hunerê û nivîskar dixebite. Li ser platformên hunerê yên wekî Birikim Güncel, Sanatatak, Unlimitedrag, Kitap24, Argonotlar û Zarema bi rêkûpêk nivîsan dinivîse; herwiha ji bo kovar, rojname, katalog û pêşangehên cuda jî nivîs nivîsandine. Di weşandina Kovara Wenda, kovara demkî ya edebiyat û çandê ya bi kurdî, de roleke çalak girt ser xwe û di heman kovarê de bi kurdî çîrok û ceribandin nivîsand. Hê jî, li gel karên xwe yên serbixwe yên kuratoriyê, şêwirmendiya hunerê dike. Wî bi Fatih Tan re, di çarçoveya rêza avestARTê ya Weşanên Avesta de, monografiyên Walid Siti: Babil’in Gölgesinde Dağların Peşinde û Mahmut Celayir: Gölgenin İzinde weşandin.

Şîrove (0)

Şîrove binivîse