Hevpeyvîna bi sernavê "Make a Noise" ku Louise Benson ji bo Oculayê bi hunermend Leyla Yenirce re di 19'ê Tîrmeha 2026’an de pêk aniye, li jêr bi tevahî tê weşandin.
Dema ku hûn li jinên ku di tûwalên dawî yên hunermenda Kurd a ku li Berlînê dijî, Leyla Yenirce, de cih digirin dinêrin, ew nihêrînên xwe rasterast li we vedigerînin. Ev portreyên yekreng ku bi teknîka serîgrafiyê ji wêneyên ku di medyayê de belav dibin û ji arşîva hunermendê bi xwe hatine girtin hatine çêkirin, karên Yenirceyê di nav çarçoveyeke hevdem de datînin; çarçoveyek ku mûzîkjenên R&B û muzîka gelêrî, aktîvîst û siyasetmedarên Kurd, nivîskar û romannivîs, û heta mamosteyê wê yê muzîkê yê berê jî di nav de ne. Her jina ku di kompozîsyonên Yenirceyê de xuya dibe, di kar û jiyana wê de bandorek girîng hiştîye. Lê tevlêkirina van modelên rolê bi vî awayê rasterast, di heman demê de hunermend bi azadî û sînorên afirîner ên têgeha xwestendin û xwe-malkirinê (appropriation) re rû bi rû dihêle.
Di pêşangeha xwe ya dawî ya li Muzexaneya Dewletê ya Oldenburgê de, ku navê wê Werdegang e û bi Almanî tê wateya "kariyer" an "rêya jiyanê", Yenirce van qehremanên jin wek endamên koroyeke xeyalî tîne cem hev. Ew li ber mîkrofonan diaxivin, distirên û diqîrin. Ev balkişandina li ser “bilindkirina deng” pirsa vê yekê dixe rojevê ku kî dikare biaxive û bê bihîstin, û kî nikare biaxive an jî nayê bihîstin. Li dora van wêneyên çapkirî, derbên firçeyê yên bi coş û xêzkirî, ji aliyekî ve koroya xeyalî ya Yenirceyê vedişêrin û ji aliyê din ve wê eşkere dikin; ev koro di nav lekeyên boyaxê yên reş ên kûr de xuya dibe, yên ku bi tonên pembeyê pastel, turkuwaz û sorê tarî yê xwînê re tezatê çêdikin. Yenirce, ku ji bilî karên xwe yên hunerên dîtbarî, bi xwe jî hunermendeke performansê û muzîkjena noise e, ji nêz ve dizane ku çawa tenê feryadek an qêrînek dikare bendewarî û hêviyên baviksalarî yên li ser awayên xwe-îfadekirina jinan bixe ber pirsgirêkê, û ku deng çawa dikare bibe çekek.

Portreya Leyla Yenirce. Wêne: Cynthia Mai Ammann.
Louise Benson: Çîroka wê koroyê ku îsal we di pêşangehên xwe yên li Muzexaneya Dewletê ya Oldenburgê, Muzexaneya Brandhorst a li Munîhê û di pêşangeha ku bi Jeremy Scholar re li Londonê pêk anî de afirandiye, çi ye?
Leyla Yenirce: Fikra koroyê li ser jêgirtineke ji romana grafîk a bi navê "Jiyan e? Yan Şano ye?" ava bûye; ev berhem Charlotte Salomon di navbera salên 1940 û 1942’an de, dema ku ji Naziyan xwe vedişart, wêne kiriye û di sala 1981’ê de hatiye weşandin. Salomon pişt re li Auschwitzê hate kuştin. Ev tevahiya xebatan, ku ew qas sade, xam û bi hêza bandorker e, min gelekî efsûn kir. Hûn dikarin bibînin ku wê çiqas bi lez xebitîye, çiqas gelek ramanên wê hebûne û ziman çawa bikar aniye. Gotineke mamosteyê wê yê solfejê heye ku ji wê re gotiye: “Zêrê di qirikê de îfadeya rûh e.” Ev gotin di hişê min de cih girt. Ji ber vê yekê min koroyeke xeyalî afirand û îmgeyên van jinan ên ku bi serîgrafiyê hatine çapkirin li karên xwe zêde kirin. Gelek jinên cuda yên bi mîkrofonan, di heman demê de îşaretê bi amûrên teknîkî yên ku ji bo bilindkirina deng têne bikaranîn jî dikin. Koro ji jinên rastîn pêk tê, lê ew di heman demê de koroyeke ku min bi bikaranîna îmgeyên van jinan ji xwe re kiriye jî ye.

28.01.2026 (2025) © Leyla Yenirce. Bi destûra hunermend û Capitain Petzel, Berlîn. Wêne: Gunter Lepkowski.
LB: Hinek ji van jinan kî ne û di nav milyonan îmge û dîmenên ku her roj di medyayê û înternetê de belav dibin de, we ew çawa hilbijartin?
LY: Ew jinên ku ez wan wek mînak digirim in. Di yek ji wêneyên di tabiloyan de Natalia Ginzburg heye ku pir bi hêvî û pêbawer xuya dike. Dîmeneke rastîn a Charlotte Salomon heye, û li ser wê jî îmgeya Leyla Zanayê heye ku li mîkrofonê diaxive. Leyla Zana siyasetmedareke Kurd e ku ez navê xwe ji wê girtiye û ji ber ku li Meclîsa Tirkiyeyê bi Kurdî axivî, 10 sal di zindanê de ma. Berê min îmgeyên pênc keç û jinên ciwan ên Kurd ên berxwedêr bikar anîbûn. Hemû li keçeke ku di navbera wan de notan dinivîsî dinêrîn, û ev yek bi min wisa dihate ku mîna ku ew stranekê dinivîsin; ji ber vê yekê ev hizir hat bîra min ku ew dikarin bibin komeke keçan. Ez bi tevahî hay ji nakokiyên ku ev bikaranîn di nav xwe de vedihewîne me; hem aliyên pirsgirêkdar hene hem jî aliyên ku divê bên pîroz kirin. Ji bo min, ev pirsa wê ye ku ez ê çawa wate bidim vê qas materyal û hemû van dîmenan ku her roj bi wan re rû bi rû dimînim, û ez ê çawa wan bixebitînim. Bi baweriya min, ev di heman demê de berteka min a li hemberî zêdebûna bêserûber a îmgeyan û bêhestiya ku ew di cîhana îroyîn de diafirînin e. Dema ku ez bi mehan li ser van dîmenan dixebitim, min hest dike ku ez bi rastî bi wan re ji nêz ve nas bûme.

RSKBSNSS (2022) © Leyla Yenirce. Bi destûra hunermend û Capitain Petzel, Berlîn. Wêne: Gunter Lepkowski.

Rhythm of the Night II (2023) © Leyla Yenirce. Bi destûra hunermend û Capitain Petzel, Berlîn. Wêne: Gunter Lepkowski.

Alphi-11 (2022) © Leyla Yenirce. Bi destûra hunermend û Capitain Petzel, Berlîn. Wêne: Gunter Lepkowski.

Hecke (2025) © Leyla Yenirce. Bi destûra hunermend û Capitain Petzel, Berlîn. Wêne: Gunter Lepkowski.
LB: Zehmetî û destkeftiyên ku we nasnameya xwe ya Kurdî kiriye perçeyekî bingehîn a xebatên xwe, çi bûn?
LY: Ez carinan ji vê re dibêjim "antropolojiya berpirsiyariyê". Bi rastî min nedifikirî ku ez ê bixwazim rasterast li ser nasnameya xwe ya Kurdî berhem biafirînim, lê ez gelekî qîmet didim van hemû jinan ku di temenekî pir ciwan de jiyana xwe ji dest dane û wê qas wêrek bûne ku ji bo mafên jinên din têbikoşin. Her wiha ez girêdana ku di navbera me de heye jî dibînim. Ez li Kurdistanê ji dayik bûm, lê li Oldenburgê, bajarokek li bakurê Almanyayê, mezin bûm. Ez çûm Rojavayê (West/Batı) da ku bikaribim bi ewlehî bijîm; lê yên ku li wir man, ji bo rizgarkirina jinên din ji destê DAIŞ'ê têdikoşin.
Mijara ku mirina van hemû jinên ciwan bi cûreyekî şertê derfeta jiyana min bûye û di jiyana min de bûye hêzeke handêr, gelekî bala min dikişîne. Çima ez bi van îmgeyan re dixebitim? Ez li Rojava (cîhana rojavayî) dijîm, ji ber vê yekê ez vê girêdanê bi navgîniya medyayê ava dikim. Bi hemû van îmge û vîdeoyan.
LB: Dema ku tu wêne çêdikî, tu guhdariya mûzîkê dikî?
LY: Erê, dema ku ez dixwazim xwe teşwîq bikim. Bi gelemperî ez di bêdengiyê de wêne çêdikim, ji ber ku xwe wêne jixwe pir dengdar û rengîn in. Lê gava ku demek diyarkirî ji bo radestkirina karê hebe, pêdivî ye ku ez xwe bikevim rewşeke heyecanê. Dema ku ez li ser berhemekê dixebitim, carinan di ramanên xwe de winda dibim. Wê demê ez dibêjim: "Baş e, me hewceyî şoreşekê ye." Divê ez her tiştî hilweşînim. Ji bo ku ji nû ve xwe azad hîs bikim, ez mûzîkê vedikim.

Dîmenê enstalasyonê ji pêşangehê, Leyla Yenirce, Splitter, Muzexaneya Hunerê ya Magdeburgê (2024). Bi destûra Muzexaneya Hunerê ya Magdeburgê. Wêne: Stefan Stark.

Being Strong Is Hard (2021). Enstalasyona vîdeo û deng a yek-qenal, rengîn, 4:13 xul. © Leyla Yenirce. Bi destûra hunermend û Capitain Petzel, Berlîn.
LB: Li gorî te kîjan tişt an pratîka derveyî hunerê divê wek formeke hunerî bê nirxandin?
LY: Meşîn, perçeyekî pir girîng ê pratîka min a hunerî ye. Heger ez hewl bida ku pratîka xwe ya hunerî fêm bikim, ez ê vê yekê bi meşînê bikira. Ez tenê ji meşînê, ji meşîna bê rawestan hez dikim. Ez gelek hez dikim li bajarên wek New Yorkê bimeşim û, wek mînak... Parîs çîrokeke bi tevahî cuda ye. Parîs bi temamî bajarê flâneuran e. Heta dema ku ez li Berlînê dimeşim jî gelek kêfê jê werdigirim.
"Awantaja herî mezin a ku ji çîna karkeran hatiye min, ew bû ku dema ez ketim nav Hunerên Bedew, min bi rastî dizanibû ku 'bixebite, bixebite, bixebite' çi wate dike."
LB: Dema ku tu vedigerî û li zaroktiya xwe an jî salên xwe yên ciwaniyê dinêrî, gelo muzexaneyek heye ku tu bibêjî: "Xwezî ez biçûma wir"?
LY: Huner ne di ciwaniya min de û ne jî di dema mezinbûna min de beşek ji jiyana min bû. Ez ji malbateke koçber û ji çîna karkeran têm. Ji ber ku xwendina Hunerên Bedew qet di bîra min de nebû, min berî hunerê antropolojî xwend. Dema ez ciwan bûm, min qet bi hunerê re xebitî nebû. Min tenê bi saya antropolojiyê amûrên ku ji bo têgihiştina cîhana derdora min pêwîst bûn bi dest xistin, û piştre min fêm kir ku huner jî dikare ji bo vê yekê rêyek be. Awantaja herî mezin a ku ji çîna karkeran hatiye min, ew bû ku dema ez ketim nav Hunerên Bedew, min bi rastî dizanibû ku "bixebite, bixebite, bixebite" çi wate dike.

06.11.1991 (2025). © Leyla Yenirce. Bi destûra hunermend û Capitain Petzel, Berlîn. Wêne: Gunter Lepkowski.

Dîmenê enstalasyonê ji pêşangehê, ji bo kêmkirina dengê şer, wê humehumê, Navenda Belgeyan a Naziyan a Munîhê (2025-2026) © Navenda Belgeyan a Naziyan a Munîhê. Wêne: Connolly Weber Photography.
LB: Gelo koleksiyoneke te ya li ser mijarekê heye?
LY: Koleksiyoneke min a salnameyan heye. Wek mînak, salnameyeke Partiya Karkerên Kurdistanê ya min heye ku li ser wê gelek dîmenên şer hene. Her wiha salnameya Navenda Civaka Êzidî ya li Oldenburgê heye ku gelek sembolên olî û ayînî li ser wê hene. Salnameyeke şofêrên kamyonan jî heye ku bavê min ê şofêrê kamyonê tîne bîra min. Salnameya restoranteke Çînî ya li cihê ku ez lê mezin bûme jî heye. Ez wan hemûyan li kêleka hev daliqînim. Dîtina van hemû salên cuda û şert û mercên cuda bi hev re gelekî hoşa min tê. —[O]
Pêşangeha Leyla Yenirceyê ya bi navê "Werdegang" (heta 23'ê Tebaxê) li Muzexaneya Dewletê ya Oldenburgê tê pêşandan.
Wêneyê sereke: Orange (2025) © Leyla Yenirce. Bi destûra hunermend û Capitain Petzel (Berlîn). Wêne: Gunter Lepkowski.
Nîşeya Edîtor / Spasiya Me:
Em ji Ocula û Rêvebera Giştî ya Weşanê ya Oculayê, Rêzdar Louise Benson, re ji dil û can spas dikin ku destûr da em hevpeyvîna wê ya hêja bi navê "Make a Noise" ku bi hunermend Leyla Yenirce re pêk anîye, di platforma xwe de biweşînin.
Wekî FIREZZ, armanca me ne tenê dîtbar kirina nûçeyên pêşangehan yên derbarê hunera hevçax a Kurdî de ye, lê her weha nivîs û hevpeyvînên girîng ên ku di çapemeniya navneteweyî de cih digirin bo xwendevanan amadekirin û arşîveke berfireh a li ser hunera hevçax ava kirin e. Di vê çarçoveyê de em ê berdewam bikin ku hevkariyên xwe yên navneteweyî pêş bixin.

info@firezz.com
Yorumlar (0)