FIREZZ — Kurdish Contemporary Art Magazine Issue 1, Summer 2026
JI BERMAYIYAN BER BI BAXÇEYÊ VE: THE GARDEN OF FRAGMENTS

JI BERMAYIYAN BER BI BAXÇEYÊ VE: THE GARDEN OF FRAGMENTS

Sulaiman di xebata xwe ya bi navê The Garden of Fragments ku di çarçoveya OpenART 2026an de tê pêşkêşkirin de, amûrên malê yên kevn wekî sarinc, firin û makîneyên cilşûştinê bi nebatan re tîne cem hev û enstalasyoneke li qada giştî diafirîne. Ev xebata ku li meydana Stortorget a Örebroyê cih digire, nêzîkatiya hunermend a ji nû ve fonksiyonkirina objeyên rojane di nav çarçoveyeke nû de didomîne; nêzîkatiyek ku di berhemên wî yên berê de jî gelek caran hatiye dîtin.

Bîenala hunera giştî OpenART, ku çalakiyek hunera hemdem a navneteweyî ye û li Örebroyê, bajarê Swêdê, tê lidarxistin, di edîsyona xwe ya 2026an de zêdetirî 30 hunermendan bi xebatên wan ên li qadên giştî hatine pêk anîn tîne cem hev. OpenART 2026, ku di 13ê Hezîranê de dest pê kiriye û dê heta 6ê Îlona 2026an berdewam bike, meydan, park, kolan û qadên din ên giştî yên navenda bajarê Örebroyê vediguherîne qadên pêşandana hunera hevdem. Di bernameyê de jî hunermendê Kurd ê hemdem Bahzad Sulaiman, ku li Almanyayê dijî û dixebite, bi xebata xwe ya bi navê The Garden of Fragments, ku di çarçoveya bernameya rezîdansa hevpar a Magic Carpets û OpenARTê de li Örebroyê hate pêşxistin, cih digire.


The Garden Of Fragments Bahzad SULAIMAN VG Bild Kunst, Bonn 2026 ©Sofie Isaksson

Bahzad Sulaiman, ku di sala 1991an de li Rmelanê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye û ji sala 2016an vir ve li Almanyayê dijî, di warên hunera dîtbarî, performans û enstalasyonê de berhem diafirîne. Wî perwerdehiya xwe ya hunerê li Enstîtuya Hunerên Sepandî ya Asta Navîn dest pê kir û dûv re li Zanîngeha Hunerên Bedew a Şamê peykersazî xwend. Piştre, lêkolînên xwe yên li ser têkiliyên di navbera mekan, tevger û bedenê de li Enstîtuya Bilind a Hunerên Dramatîk a Şamê, di warê sênografiyê de, berdewam kir. Di sala 2019an de li Hochschule der Bildenden Künste Saar a Saarbrückenê mastera xwe di warê Performans û Enstalasyonê de qedand. Ev paşxaneya perwerdehiyê di avakirina pratîka hunerî ya Sulaiman de roleke diyarker lîst; pratîkeke ku peykerê wekî qadeke berfireh dibîne ku bi beden, mekan û demê re têkiliyê ava dike. Di xebatên wî de, mijarên wekî bîr, nasname, ekolojî û cihûwarkirinê bi rêya objeyên ku ji jiyana rojane têne hilbijartin, performans û cîhkirinên taybet bi mekan ve tên vekolîn.


The Garden Of Fragments Bahzad SULAIMAN VG Bild Kunst, Bonn 2026 ©Sofie Isaksson

Sulaiman di xebata xwe ya bi navê The Garden of Fragments ku di çarçoveya OpenART 2026an de tê pêşkêşkirin de, amûrên malê yên kevn wekî sarinc, firin û makîneyên cilşûştinê bi nebatan re tîne cem hev û enstalasyoneke li qada giştî diafirîne. Ev xebata ku li meydana Stortorget a Örebroyê cih digire, nêzîkatiya hunermend a ji nû ve fonksiyonkirina objeyên rojane di nav çarçoveyeke nû de didomîne; nêzîkatiyek ku di berhemên wî yên berê de jî gelek caran hatiye dîtin. Di performansa ku di 14ê Hezîranê de hate lidarxistin de, temaşevanan bi hevkariya Sulaiman nebatan çandine nav enstalasyonê û bi vî awayî beşdarî pêkhatina berhemê bûn. Bi vî rengî, xebata Sulaiman bi têgihîştina OpenARTê re jî têkildar dibe; têgihîştinek ku qada giştî wekî cihê hevdîtin, tevlêbûn û hilberandina hevpar a di navbera temaşevan û berhemê de dibîne.

Enstalasyona Sulaiman a bi navê The Garden of Fragments, Baxçeyên Hewayî yên Babîlê û efsaneya Prenses Semîramîsê di çarçoveya hunera giştî ya hemdem de ji nû ve dihizire. Lê li vir baxçe, bûyîna maddî ya tansiyona di navbera destwerdana mirovî, çanda serfkirinê û veguherîna ekolojîk de ye. The Garden of Fragments wekî enstalasyoneke mezin a qada giştî tê avakirin ku amûrên elektrîkî yên malê yên wekî sarinc, firin û makîneyên cilşûştinê bi nebatan re tîne cem hev. Yek ji xalên destpêka têgînî yên xebatê ev e ku ev tişt piştî ku demê bikaranîna wan bi dawî dibe dibin bermayî. Obje ji fonksiyonên xwe tên dûrxistin, ji nû ve tên rêkxistin û bi nebatan re ku ji nav wan derdikevin, avahiya nû pêk tînin ku tê de teknolojî û xweza bi hev ve girêdayî dibin. Wekî ku di metna projeya Magic Carpetsê de jî hatiye diyarkirin, ev hevdîtin berevajiyên wekî “bermayî û jiyan” û “teknolojî û xweza” tîne cem hev û qadeke ramandinê li ser ji nû ve bikaranîn û veguherîna civakî vedike.


The Garden Of Fragments Bahzad SULAIMAN VG Bild Kunst, Bonn 2026 ©Sofie Isaksson

Ev veguherîn nirxê bîrê yê ku Sulaiman li amûrên rojane yên malê bar dike, eşkere dike. Hunermend amûrên elektrîkî yên malê ne tenê li gorî fonksiyona wan a bikaranînê, lê her weha wekî şahidên bêdeng ên serpêhatiyan û wekî cûreyek arşîva maddî dinirxîne. Ev nêzîkatî pêşniyar dike ku objeyên ku şopên madî yên lênihêrînê, serfkirinê, rûtînên rojane û bîra kesane di xwe de hildigirin, heta piştî ku ji bikaranînê derdikevin jî, têkiliya xwe ya bi jiyanê re didomînin. Di xebata bi civakê re ku di dema rezîdansa Magic Carpets a li Örebroyê de hate meşandin de, ev têkilî bi taybetî li ser sarincê xwe eşkere dike. Sulaiman sarincê wekî yek ji hilgirên bîrê yên jiyana navmalê dinirxîne û balê dikişîne ser wê yekê ku wêne, bernameyên dibistanê û faturayên nehatine dayîn ên ku li ser wê têne pêvekirin, vê objeyê vediguherînin arşîveke biçûk a jiyana kesane. Di qonaxa dawî ya rezîdansê de, beşdaran ligel civaka Ung Arena wêne, not û xebatên xwe di nav amûreke malê ya avêtî de bi cih kirin; ev jî bû sedem ku obje wekî hilgirê bîra kesane û kolektîf ji nû ve bi maneyeke nû were çalakkirin.

Ev çarçove têkiliya di navbera obje û jiyanê ya di The Garden of Fragments de zelaltir dike. Avahiya ku ji sarinc, makîneyên cilşûştinê û firinên avêtî pêk tê, ne tenê li ser veguhertina bermayiyê bo berhemeke hunerî ava bûye; belkî li ser ji nû ve xwendina paşmayiyên maddî yên jiyana rojane radiweste. Sulaiman van objeyan ji rewşa amûrên teknolojîk ên ku fonksiyona xwe winda kirine derdixe û wan vediguherîne hilgirên maddî yên ku rê didin ramaninê li ser bîr, serfkirin û veguherîna civakî. Nebatên ku ji derz û vekiriyên van objeyan derdikevin, van paşmayiyên maddî ji nû ve bi jiyanê re girêdidin; bi vî awayî berhem berevajiyên wekî teknolojî û xweza, serfkirin û nûjenkirin, bermayî û jiyanê di nav yek avahiyeke hevgirêdayî de tîne cem hev.


The Garden Of Fragments Bahzad SULAIMAN VG Bild Kunst, Bonn 2026 ©Sofie Isaksson

Sulaiman di xebata xwe ya bi navê The Garden of Fragments ku di çarçoveya OpenART 2026an de tê pêşkêşkirin de, amûrên malê yên kevn wekî sarinc, firin û makîneyên cilşûştinê bi nebatan re tîne cem hev û enstalasyoneke li qada giştî diafirîne. Ev xebata ku li meydana Stortorget a Örebroyê cih digire, nêzîkatiya hunermend a ji nû ve fonksiyonkirina objeyên rojane di nav çarçoveyeke nû de didomîne; nêzîkatiyek ku di berhemên wî yên berê de jî gelek caran hatiye dîtin. Di performansa ku di 14ê Hezîranê de hate lidarxistin de, temaşevanan bi hevkariya Sulaiman nebatan çandine nav enstalasyonê û bi vî awayî beşdarî pêkhatina berhemê bûn. Bi vî rengî, xebata Sulaiman bi têgihîştina OpenARTê re jî têkildar dibe; têgihîştinek ku qada giştî wekî cihê hevdîtin, tevlêbûn û hilberandina hevpar a di navbera temaşevan û berhemê de dibîne.

Enstalasyona Sulaiman a bi navê The Garden of Fragments, Baxçeyên Hewayî yên Babîlê û efsaneya Prenses Semîramîsê di çarçoveya hunera giştî ya hemdem de ji nû ve dihizire. Lê li vir baxçe, bûyîna maddî ya tansiyona di navbera destwerdana mirovî, çanda serfkirinê û veguherîna ekolojîk de ye. The Garden of Fragments wekî enstalasyoneke mezin a qada giştî tê avakirin ku amûrên elektrîkî yên malê yên wekî sarinc, firin û makîneyên cilşûştinê bi nebatan re tîne cem hev. Yek ji xalên destpêka têgînî yên xebatê ev e ku ev tişt piştî ku demê bikaranîna wan bi dawî dibe dibin bermayî. Obje ji fonksiyonên xwe tên dûrxistin, ji nû ve tên rêkxistin û bi nebatan re ku ji nav wan derdikevin, avahiya nû pêk tînin ku tê de teknolojî û xweza bi hev ve girêdayî dibin. Wekî ku di metna projeya Magic Carpetsê de jî hatiye diyarkirin, ev hevdîtin berevajiyên wekî “bermayî û jiyan” û “teknolojî û xweza” tîne cem hev û qadeke ramandinê li ser ji nû ve bikaranîn û veguherîna civakî vedike.


Photo credit: © Christoph Holz

Bahzad Sulaiman (*1991) hunermendekî Kurd-Sûriyeyî ye ku li Almanyayê dijî û dixebite. Pratîka wî ya navdîsîplînî peykerê wekî qadeke berfireh vedikole û têkiliyên di navbera beden, obje, deng û mekan de lêkolîn dike. Xebatên wî, bi awayekî rexneyî dinirxînin ka jiyana hemdem çawa ji aliyê pergalên serfkirinê û çanda maddî ve tê şekildan, û di heman demê de mijarên nasname, bîr, binesaziya teknolojîk û veguherîna ekolojîk vedikolin.

Sulaiman, ku di warên hunera dîtbarî, performans û enstalasyonê de dixebite, forma peykerê li derveyî têgihîştina objeyên statîk ji nû ve dihizire. Ew bedena mirov wekî peykerekî kînetîk têdigihîne û amûrên elektrîkî yên malê wekî arşîvên peykersazî dinirxîne ku şopên demê, bikaranînê û hebûna mirovî di xwe de hildigirin. Bi rêya pêvajoyên veguherînê, van objeyan wekî hilgirên mekanî yên bîr û têgihiştinê ji nû ve çalak dibin.

Di salên dawî de, wî zimanê peykerê berfireh kiriye da ku hêmanên ne-maddî yên wekî ronahî û deng jî tê de cih bigirin. Bi hevkariya bestekaran re, ji bo çalakkirina hawîrdorên peykersazî, hêmanên akustîk, di nav de dengê operayê jî, têxe nav berhemên xwe. Ev hêmanên ne-maddî formên sabît bêîstîkrar dikin û enstalasyon û performansên dorpêçker diafirînin; li wir peyker dibe ezmûneke demkî û bi beden ve girêdayî.

Sulaiman destpêkê li Enstîtuya Hunerên Sepandî ya Asta Navîn û dûv re li Zanîngeha Hunerên Bedew a Şamê peykersazî xwend. Bi armanca ku dînamîkên mekanî û têkiliya di navbera bedenên livok û hawîrdorên avakirî de zêdetir vekole, li Enstîtuya Bilind a Hunerên Dramatîk a Şamê xebatên xwe di warê sênografiyê de domand. Di sala 2019an de li Hochschule der Bildenden Künste Saar a Saarbrückenê mastera xwe di warê Performans û Enstalasyonê de qedand.

Ji sala 2021ê heta 2022yan, ew endamê European Network of Opera Academies (enoa) bû li Festival d'Aix-en-Provence, ku li wir derhêner Peter Sellars mentoriya wî dikir. Di sala 2022yan de beşdarî Foruma Navneteweyî ya Berliner Festspiele Theatertreffenê bû û Xelata Çandê ya Regionalverband Saarbrückenê wergirt. Ji sala 2023yan heta 2025an ew endamê Akademie Musiktheater heute bû di kategoriya derhêneriyê de.

Sulaiman beşdarî gelek rezîdans û bernameyên piştgiriyê bûye, wekî Art Omi Residency (New York, DYA), Schloss Wiepersdorf Residency (Almanya), Bijloke Residency, Boghossian Foundation – Villa Empain û DOLERS Residency (Belçîka), Kultur Ensemble Art Residency (Îtalya), Magic Carpets Art Residency (Swêd), OASiS Art Residency (Macaristan), 7THEX Artistic Residency (Portekîz, Îtalya û Almanya), Fonds Darstellende Künste (Almanya), Stiftung Kunstfonds (Almanya), Look Up Residency (Brîtanya û Almanya), Akademie der Künste (Almanya) û Bernameya LIBERTY Creative Europe (Brîtanya).

Xebatên wî yên navdîsîplînî li Saarlandmuseum – Moderne Galerie, Kunsthalle Mannheim (Almanya), Navenda Navneteweyî ya Hunera Ronahiyê ya li Unnayê, Bîenala Hunera Ronahiyê EVI LIGHTS (Almanya), Bîenala Hunera Giştî OpenART (Swêd), Festival d'Aix-en-Provence (Fransa), Festîvala Hunera Ronahiyê LUNA (Holanda), Esponja Cultural House li São Paulo (Brezîlya), Museum Friedland (Almanya), Journeys Festival International (Brîtanya), Penticton Art Gallery (Kanada), SPARTE4 li Saarländisches Staatstheater (Almanya), Museum Stübing (Avusturya) û herwiha li gelek cih û festîvalan li Belçîka, Îtalya, DYA, Portekîz, Lîtvanya, Bulgaristan, Îspanya, Sûriye û Tirkiyê  hatine pêşkêşkirin.

info@firezz.com

 

Yorumlar (0)

Yorum Yaz