İçeriğe geç
FIREZZ — Kurdish Contemporary Art Magazine Issue 1, Summer 2026
Bu yazının Türkçe sürümü henüz bağlanmamış. Şu an özgün metni okuyorsunuz.

KORA JINAN, ZÊR Û DENG: PÊŞANGEHA CORE YA LEYLA YENIRCE

Galeriya Capitain Petzel a li Berlînê, di navbera 30’ê Cotmehê û 19’ê Kanûna Pêşîn a 2026’an de mazûvaniya pêşangeha kesane ya duyemîn a hunermenda Kurd Leyla Yenirce ya bi navê Core dike. Pêşangeha ku tabloyên mezin, xebatên nû û enstalasyoneke dengî ya hunermend tîne cem hev, balê dikişîne ser pêwendiya di navbera pêkhatina dengê takekesî û îfadeya kolektîf de.

KORA JINAN, ZÊR Û DENG: PÊŞANGEHA CORE YA LEYLA YENIRCE

Galeriya Capitain Petzel a li Berlînê, di navbera 30’ê Cotmehê û 19’ê Kanûna Pêşîn a 2026’an de mazûvaniya pêşangeha kesane ya duyemîn a hunermenda Kurd Leyla Yenirce ya bi navê Core dike. Pêşangeha ku tabloyên mezin, xebatên nû û enstalasyoneke dengî ya hunermend tîne cem hev, balê dikişîne ser pêwendiya di navbera pêkhatina dengê takekesî û îfadeya kolektîf de. Yenirce, di pratîka xwe ya navdîsîplînî ya ku di navbera wêne, vîdeo, deng, enstalasyon û performansê de pêş dixe, materyalên dîtbarî û bihîstwerî yên ku ji dîroka berxwedana jinan, şîdeta polîtîk, çanda populer û bîra wê ya kesane tên, ji nû ve hildiberîne û qadên cihêreng ên vegotin û hevdîtinê diafirîne. Hunermend di xebatên xwe yên berê de dîmenên arşîvê, wêneyên peydakirî û tomarên medyayê bi rêbazên mînakkirin, qatkirin û kolajê veguherandiye; di Core de jî vê lêkolîna xwe bi rêya wêne û deng didomîne. Hevşibiya dengî ya di navbera peyva Core, ku di Îngilîzî de tê wateya cewher an navokê, û peyva Chor, ku di Almanî de tê wateya koroyê, xala destpêkê ya têgehî ya pêşangehê pêk tîne. Yenirce, dema ku çîrokên takekesî yên jinan di qadeke dengî ya hevpar de digihîne hev, kevneşopiya zêr a ku di çanda Kurdî de di navbera nifşan de tê veguhestin jî dixe navenda tabloyên xwe. Agahiyên derbarê kuratorê pêşangehê de di metna çapemeniyê ya ku galeriyê weşandiye de nehatiye diyarkirin.


Blau, 2025, Oil and silkscreen ink on canvas, 200 x 235 cm, 78.7 x 92.5 inches

Di navenda tabloyên Yenirce yên ku di pêşangehê de cih digirin de, koma xebatan a bi navê Chor der Frauen (Kora Jinan) heye ku yekem car di sala 2026’an de li Landesmuseum Oldenburgê, di pêşangeha Werdegang de hatiye nîşandan. Ev koma xebatan, jinên Kurd ên ji nifşên cihêreng tîne cem hev ku di van çend dehsalên dawî de li kolanan, di têkoşîna siyasî de, di hilberîna çandî de û di jiyana rojane de ji bo pejirandina hebûn û mafê xwe yê axaftinê têkoşiyane. Têkiliyên feodal û baviksalarî yên ku jiyana jinan di civaka Kurd de diyar dikin, bi bandora ramanên şoreşger, têkoşîna rêxistinkirî ya jinan, stranên wan û destwerdanên wan ên di jiyana civakî de, veguherîneke girîng derbas kirine. Jin ji rolên civakî yên ku ji wan re hatibûn diyarkirin derketin û bi nav, deng û biryarên xwe dest bi cihgirtina di jiyana giştî de kirin; di nav têkoşîneke ku ji rêxistinkirina siyasî heta hunerê, ji muzîkê heta wêjeyê û ji perwerdeyê heta qadên cihêreng ên jiyana rojane dirêj dibe de, subjektîvîteyên xwe ava kirin. Yenirce, bi îlhama ji gotina “Zêrê di qirikê de – îfadeya ruh e” ya di berhema wênesaz Charlotte Salomon a bi navê Leben? oder Theater? (Jiyan? An Şano?) de, portreyên jinan ên ku bi teknîka serîgrafiyê veguhestiye, li ser rûberên tûwalên mezin tîne cem hev. Di nav endamên vê kora xeyalî de mamosteya wê ya Almanî Christiane Haselier, ku di jiyana hunermend de xwedî cihekî girîng e; muzîkjena Kurd Helîn Bölek, ku ji ber qedexekirina derketina wê ya ser dikê dest bi greva birçîbûnê kir û jiyana xwe ji dest da; û Leyla Zana, ku ji ber têkoşîna siyasî ya ji bo mafên Kurdan deh salan di girtîgehê de ma, hene. Portreyên van jinên ku ji nifş û ezmûnên cihêreng ên têkoşînê tên, li ser rûberê tûwalê bi dubarekirinê zêde dibin. Şopên jestuel ên boyaxa rûnî carinan rûyên ku bi serîgrafiyê hatine veguhestin vedişêrin, carinan jî dîtbarbûna wan qut dikin. Bi vî rengî, portre çîrokên jiyana takekesî di qadeke dîtbarî ya hevpar de digihînin hev û di heman demê de îradeya jinan a ku bi nav, deng û têkoşînên xwe di dîrokê de cih bigirin, dikin mijara tabloyê.


Tumult, 2026, Oil, acrylic spray and silkscreen ink on canvas, 200 x 180 cm, 78.7 x 70.9 inches

Repertuara dîtbarî ya kolanên bajarên erdnîgariya Kurdan, bi guhertinên di rewşa siyasî de, veguherîneke girîng derbas kir. Dîwar, afîş û çapên korsan ên ku bi salan şopên zextên siyasî, xwepêşandanên qedexekirî û şêweyên têkoşînê yên di qada giştî de hildigirtin, bi pêvajoya aştiyê re gav bi gav ji bo gera îmajên din vebûn. Cihê van îmajên ku daxwazên siyasî, berxwedan û têkoşîna kolektîf dîtbar dikirin, reklamên zêr û zêrînan ên ku rûyê firoşgeh û dikanan digirtin, vîtrîn û dîmenên çanda serfkirinê girtin. Ev guhertin di temsîla îmaja jinê ya di qada giştî de jî xwe nîşan dida: fîgura jinê ya ku wekî subjeya têkoşîna siyasî dîtbar bûbû, gav bi gav di nav temsîleke din a dîtbarî de cih digirt ku bi îmajên zêr û zêrînan, bedewî û serfkirinê dihate avakirin. Gerdanên fireh, bazin, zêrên sikke û zencîrên ku Yenirce di berhema xwe ya bi navê Tumult de dixe navenda tabloyê, ji repertuara dîtbarî ya vê veguherînê ya ku li jiyana rojane belav dibe tên. Ev îmajên ku ji dawetan heta kombûnên malbatî, ji cêhêzan heta pratîkên diyariyê yên di navbera jinan de dirêj dibin, gera civakî û wateyên çandî yên zêr jî dihewînin. Lê eleqeya hunermend tenê bi xuyangên biriqok û bêqisûr ên van îmajan re sînordar namîne. Rengên reklamên zêrkeran ên ku di bin bandora tav, baran û tozê de bi demê re vedimirînin, rûberên wan ên ku diqelişin û çapên wan ên ku diherifin, bi mayîndetiya madî ya zêrê ku ew temsîl dikin re dijberiyeke berbiçav pêk tînin. Dema ku Yenirce van dîmenên ku ji kolanê berhev kiriye vediguhezîne ser rûberê tabloyê, bîra dîtbarî ya bajêr a ku diguhere jî bi xwe re tîne; bi vî rengî, îmajên zêr û zêrînan hem dibin nîşaneya estetîka serfkirinê, hem jî vediguherin materyalên dîtbarî yên ku şopên veguherîna civakî û siyasî ya bajarên Kurdan hildigirin.


Rausch, 2026, Oil, acrylic spray and silkscreen ink on canvas, 180 x 200 cm, 70.9 x 78.7 inches

Xala ku ev cîhana dîtbarî bi dîroka kesane ya hunermend re digihîje hev, bi rola civakî û çandî ya zêr di çanda Kurdî de girêdayî ye. Zêr, ku yek ji hêmanên girîng ên kevneşopiya dawet û cêhêzê ye, mîrasek e ku di navbera jinan û nifşan de tê veguhestin û di nav têkiliyên malbatî de hem nirxeke aborî hem jî nirxeke sembolîk bi dest dixe. Ev veguhestin di çîroka jiyana Yenirce bi xwe de bi heman awayî pêk nehatiye, û ev yek têkiliya hunermend bi îmajên zêr re dikeve asteke din. Ew di kolanan, reklaman û jiyana rojane de bi îmajên kevneşopiyekê re rû bi rû dimîne ku di rabirdûya malbata xwe de rasterast neceribandiye; ev yek mesafeya di navbera dîroka kesane û derdora çandî de dîtbar dike. Ji ber vê yekê, Tumult zêr ne tenê wekî xemil, serwet an objeyeke serfkirinê digire dest. Ew li ser heman rûberê tabloyê qatên cihêreng tîne cem hev ku ji çanda kolanan a bajarên Kurdan a ku diguhere heta temsîla civakî ya jinan, û ji veguhestina di navbera nifşan de heta biyografiya hunermend bi xwe dirêj dibin. Tevlîhevî û aloziya ku sernav îşaret pê dike jî di taybetmendiya van hevdîtinan de derdikeve holê. Îmajên reklamê yên ku li kolanan dikevin dewrê, kevneşopiya zêr a di bîra çandî de û ezmûna kesane ya hunermend, bi çarçoveyên xwe yên dîrokî û civakî yên cihêreng, di hundirê tabloyê de tên cem hev.


Schwefel, 2026, Oil, acrylic spray and silkscreen ink on canvas, 190 x 200 cm, 74.8 x 78.7 inches

Di Tumultê de, ku bi boyaxa rûnî, spreya akrîlîk û murekeba serîgrafiyê li ser tûwalê hatiye çêkirin, îmajên ku bi rêya serîgrafiyê ji wêneyên zêr û zêrînan hatine bidestxistin, vediguherin beramberên wêneyî yên vê derdora dîtbarî. Dema ku taybetmendiya teknîka çapkirinê ya ku li ser pirjimarîkirinê hatiye avakirin, mantiqa hilberîna rêzeyî ya panoyên reklamê û afîşên kolanan tîne bîra mirov, destwerdanên Yenirce yên bi boyax û rengan vê rêkûpêkê bi berdewamî qut dikin. Îmaj êdî bi wê zelalî û rasterastiyê nayên xwendin ku reklam pêdivî pê dibîne. Hin zêr û zêrîn di bin qatên boyaxê de dimînin, hin jî konturên xwe diparêzin û li ser rûberê dimînin; reng tevlihev dibin, dema ku hin qad têne girtin, dîmenên din ji nû ve xuya dibin. Ev avakirina wêneyî, ji lêzêdekirina dîmenekê li ser dîmeneke din zêdetir, li ser rûbirûhatina şopên dîtbarî yên ku di demên cihêreng de rastî wan hatiye, li ser heman rûberê ava dibe. Tevnên ji hev cihê yên serîgrafî, sprey û boyaxa rûnî jî vê rûbirûhatinê berbiçavtir dikin. Rûberê biriqok, rast û qanîker ê reklamê, di tabloyê de cihê xwe ji qadeke dîtbarî ya qutqutî, qat bi qat û bi berdewamî diguhere re dihêle. Yenirce bi vî rengî, li şûna ku îmajên ku li kolanê rastî wan tê wekî ku hene ji nû ve hilberîne, gera wan, kevnbûna wan û veguherîna wan di nav zimanê tabloyê bi xwe de ji nû ve ava dike.


Leyla Yenirce

Têkiliya di navbera deng û dîmenê de ya ku di pratîka giştî ya Yenirce de heye, di Tumultê de jî di rûberê tîr û livdar ê tabloyê de xwe nîşan dide. Hunermend, di hevpeyvîneke ku daye Louise Benson de dibêje ku ew di bêdengiyê de tabloyan çêdike, ji ber ku tabloyên wê jixwe pir dengdar û rengîn in. Ev îfade ji bo fêmkirina tîrbûna dîtbarî ya ku Yenirce di tabloyên xwe de bi rêya reng, çap, jest û qatan ava dike girîng e. Di pratîka wê ya ku di navbera muzîk û hunerên dîtbarî de diçe û tê de, deng jî derbasî rîtma tabloyê, dubarekirinên wê û tevgera li ser rûberê dibe. Tumult, wekî xebateke ku ev têgihiştina pirqatî ya hilberînê bi mîrasa çandî û bîra kesane re lê digihîje hev, derdikeve pêş. Enstalasyona bi heman navî ya ku pîvana dengî ya pêşangeha Core pêk tîne, li qata jêrîn a galeriyê ji bo guhdaran tê pêşkêşkirin. Yenirce, ji bo afirandina kompozîsyona pênc-xulekî, du sînthezîzerên analog ên Korg bi kar tîne. Dengê ku wê bi rêya pedala distortionê ya bi sînthezîzerê ve girêdayî hildiberîne, vediguheze amûreke îfadeyê ku hunermend bi wê dengê xwe dibîne. Kompozîsyon bi kêliyên bêdengiyê yên ku di navbera beşên dengî yên tîr û hişk de hatine bicihkirin, ber bi pêş ve diçe. Yenirce kêliya ku yekem car pedala distortionê bi sînthezîzerê ve girêda û deng hilberand, wekî ezmûneke ku tê de amûreke ji bo îfadekirina xwe dît pênase dike. Di vê nêzîkbûnê de, di navbera hilberîna deng û çalakiya çêkirina tabloyê de têkiliyeke rasterast tê avakirin: tevgera firçeyê li ser tûwalê û dengê ku bi rêya klavyeya sînthezîzerê tê hilberandin, wekî du şêweyên cihêreng ên ku hunermend bi wan xwe îfade dike, tên cem hev.

info@firezz.com 

Yorumlar

00

Yorum Yaz