Yekemîn Dosyaya Berfireh a Hunermend a FIREZZê
FIREZZ, ji bo firehkirina xebatên xwe yên lêkolîn, rexne û arşîvê yên li ser hunera hevdem a kurdî, yekemîn dosyaya xwe ya berfireh ji bo berhemên Havîn Al-Sîndy vediqetîne.
Havîn Al-Sîndy hunermendek e ku li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û li wir mezin bûye, û xebatên xwe di navbera Berlîn, Düsseldorf û Kurdistanê de didomîne. Al-Sîndy perwerdehiya xwe ya hunerî li Akademiya Dewletê ya Hunerên Bedew a Stuttgartê temam kiriye û di sala 2019an de pileya Meisterschülerin wergirtiye. Her wiha, wê li Zanîngeha Duisburg-Essenê biyolojî û kîmyayê xwendiye û paşê li Akademiya Hunerê ya Düsseldorfê di pola Gregor Schneider de wek xwendekarekî mêvan xebitiye. Di pratîka xwe ya ku di navbera peykersazî, wênesazî, vîdyo, performans û sazkirina hunerî (enstalasyon) de digere de, ew çavdêriya zanistî bi rêbazên hilberîna hunerî re têkildar dike. Madeyên wek ax, herî, gêç, kaxez û qumaş di berhemên wê de dibin bingeha lêkolîna têkiliyên di navbera laş, cih, jiyana rojane û xuyabûnê de. Wê di sala 2021ê de bûrsa Kunststiftung Baden-Württembergê wergirtiye, di sala 2022yan de Xelata Xêzkirinê ya Egmont Schaefer û di sala 2023yan de Xelata Pêşvebirina Hunerên Dîtbarî ya Weqfa Helmut Kraftê wergirtiye. Ev xelat û burs di nav nîşaneyên xuyabûna sazûmanî ya berhemên wê de ne ku di qada hunera hevdem a Almanyayê de bi dest xistine.

Havîn Al-Sîndy
Pêşangehên ku Al-Sîndy di van salên dawî de tê de cih girtiye, nîşan didin ku pratîka wê ne tenê bi çarçoveyên ku li ser hunera kurdî disekinin ve sînordar dimîne. Di sala 2024an de, di çarçoveya festîvala curated by a li Viyanayê de, wê di pêşangeha Crime as Ornament de, ku ji aliyê María Inés Plaza Lazo ve hatiye kuratorkirin û li Galerie Crone hatiye lidarxistin, ligel hunermendên wekî Shilpa Gupta, Marcel Odenbach û Kandis Williams cih girt. Di heman salê de, wê beşdarî pêşangeha Kurdish Video Art bû ku li Galerija Meno Parkas a li Kaunasê hat lidarxistin. Di sala 2025an de, wê di projeya Visible, invisible, irrelevant? a Temporary Gallery ya li Kölnê de beşdarî xebateke hevpar a bi ciwanan re bû û berhema xwe ya bi navê A Little Bird Whispered di pêşangeha Ex Nihilo – Prozesse künstlerischer Arbeit de li Kunsthalle Barmen pêşkêş kir. Di navbera salên 2025 û 2026an de, wê di pêşangeha Grund und Boden. Wie wir miteinander lebende, ku li avahiya K21 ya Kunstsammlung Nordrhein-Westfalen a li Düsseldorfê hat lidarxistin, ligel hunermendên wekî Joseph Beuys, Andreas Gursky, Gordon Matta-Clark, Simone Fattal û Maria Thereza Alves cih girt. Di sala 2026an de jî, wê di nav beşdarên Manifesta 16 Ruhr de cih girt û ji bo vê edîsyona li herêma Ruhrê berhemên xwe yên bi sernavên Kulî (Locust) û How to Carry a Locust hilberandin. Ev pêşangeh nîşan didin ku hilberîna Al-Sîndy, her çiqas têkiliya xwe ya bi çarçoveyên dîrokî û erdnîgarî yên hunera kurdî re diparêze, di heman demê de di nav nîqaşên berfirehtir ên hunera hevdem de jî tê nirxandin; nîqaşên ku mijarên wek ax, ked, milk, xanî û stargeh, bihevrejiyan, hilberîna kolektîf û ekolojiyê digirin nav xwe.
Di nav berhemên Al-Sîndy de, Persona, Traces, Mapping Movements, Digging, Burying, Interring, and Exhuming, Testimony of Boundaries, Nanê rêk, Figures on Lines, Kras û Fistan, Plastik Blumen, Uda, Dusty Stone, Wolves, Ein Bild von einem Lehmhaus, In the Aftermath, An Image of a Gate, Visible, invisible, unimportant? û A Little Bird Whisperedderdikevin pêş. Berhemên wê li saziyên cuda yên pêşangehan ên li Almanya û Ewropayê hatine pêşandan. Wê di sala 2021ê de bûrsa Kunststiftung Baden-Württemberg, di sala 2022yan de Xelata Xêzkirinê ya Egmont Schaefer û di sala 2023yan de Xelata Pêşvebirina Hunerên Dîtbarî ya Weqfa Helmut Kraft wergirtine.
Em wekî FIREZZ naxwazin vê dosyayê tenê bi nivîseke li ser hunermendekê ve sînordar bihêlin. Em dosyayê ji bo nivîsên resen ên ku hilberîna Havîn Al-Sîndy ji aliyê serdemên cuda, berhem, madeyên bikaranînê, pêvajoyên hilberînê û mijarên têgehî ve dinirxînin vedikin.
Banga Vekirî
Em nivîskar, lêkolîner, dîroknasên hunerê, kurator, rexnegir û hemû kesên ku di qada hunera hevdem de dixebitin vedixwînin ku li ser pratîka Havîn Al-Sîndy binivîsin.
Serlêdan dikarin li ser berhemeke taybetî, komeke berheman, têgeheke di hilberîna hunermend de, madeyek an jî awayekî hilberînê bisekinin. Her wiha, nivîsên ku pratîka Al-Sîndy ji perspektîfên wek hunera hevdem a kurdî, koçberî û jêcihbûnê, mîmarî, polîtîkayên laşê, jinbûn, cil û berg, ked, jiyana rojane, ekolojî, malbat, têkiliyên civakî an jî wateyên siyasî û çandî yên madeyan dinirxînin jî dikarin werin pêşniyarkirin.
Em bi taybetî nivîsên ku berhemên hunermend bi awayekî konkret vedikolin, pêvajoyên hilberînê û madeyên wan ji nêz ve dinirxînin û çarçoveya xwe ya teorîk rasterast li ser bingeha berheman ava dikin, teşwîq dikin.
Hin mijarên ku di çarçoveya vê dosyayê de dikarin werin nirxandin:
-
Cih û mîmarî: Lehm an meinem/ihrem Finger – Ein Bild von einem Lehmhaus û xebatên din ên derbarê cih û mekanê de
-
Laş û cil û berg: Kras û Fistan û avabûna civakî ya laşê
-
Wênesazî û xuyabûn: Uda û temsîla wênesazî ya laşê dayikê
-
Made û madetî: ax, herî, kerpîç, gêç, qumaş, kaxez û pêvajoyên hilberîna van madeyan
-
Ked û hilberîn: kedxebata destan, hilberîna nav malbatê, zanîna avahîsaziyê û têkiliya di navbera madeyan û têkiliyên civakî de
-
Jêcihbûn û veguherîna mekanî: têkiliyên di navbera Zaxo, Almanya û cihên cuda yên pêşangehan de
-
Jinbûn û polîtîkayên laşê: awayên ku laşê jinê di nav têkiliyên rojane, civakî û siyasî de tê şekildan
-
Hunera hevdem a kurdî: cihê hilberîna Al-Sîndy di nav hunera hevdem a kurdî de
-
Ekolojî û madetî: têkiliyên di navbera mirovan, axê, avahiyan, tiştan û jîngehê de
-
Çavdêriya zanistî û huner: têkiliya di navbera perwerdehiya wê ya biyolojî û kîmyayê û rêbazên wê yên xêzkirinê, xebatê bi madeyan û lêkolîna hunerî de
-
Ziman û pirzimanî: cihê ziman, deng û tevgera di navbera zimanan de di pratîka hunerî ya wê de
-
Perwerde û pratîka hevkarî: çalakiyên hînkirinê yên hunermend û awayên hilberîna kolektîf
-
Arşîv, biyografî û bîr: veguherîna ezmûna kesane bo lêkolîneke madî û şêweyî di hilberîna hunerî de
Ev mijar ne sînordar in. Em ji bo pêşniyarên resen ên ku hilberîna Havîn Al-Sîndy ji perspektîfên din ve dinirxînin jî vekirî ne.
Avahiya Dosyayê
Em dosyaya Havîn Al-Sîndy ya FIREZZê wekî qadeke lêkolînê û arşîvê ya ku bi demê re dikare berfireh bibe, sêwirînin. Em plan dikin ku di vê dosyayê de, ji bilî nivîsên nivîskarên cuda, cih bidin hevpeyvînan, nivîsên hunermendê, wêneyên berheman, agahiyên derbarê pêşangehan de û materyalên arşîvê.
Ev xebat dê ne tenê di forma dosyayeke dîjîtal de bimîne. Em plan dikin ku di pêşerojê de nivîs û lêkolînên ku di vê dosyayê de kom dibin, ji bilî weşanên dîjîtal, di pirtûkeke çapkirî ya hunermend an jî weşaneke monografîk a berfirehtir de jî bi kar bînin.
Ji ber vê yekê, ji bo me girîng e ku nivîsên ku di çarçoveya vê bangê de tên şandin, ji nirxandina pêşangeheke takekesî wêdetir biçin û bibin parçeyek ji arşîveke mayînde ya lêkolîn û nivîsên rexneyî yên li ser hilberîna Havîn Al-Sîndy.
Serlêdan
Ji kesên ku dixwazin serlêdanê bikin tê xwestin ku van tiştan bişînin:
-
Pêşniyareke nivîsê ya ji 300–500 peyvan,
-
Kurtebiyografiyeke nivîskar,
-
Diyarkirina berhem an berhemên ku dê di nivîsa pêşniyarkirî de werin nirxandin.
Tê pêşniyarkirin ku dirêjahiya nivîsên temam di navbera 2.000–4.000 peyvan de be. Pêşniyarên lêkolînî û dosyayên berfirehtir û dirêjtir jî dê bên nirxandin.
Ji bo şandinên serlêdanan û pirsan:
Dawiya serlêdanê: 21ê Adarê
FIREZZ
Hunera Hevdem a Kurdî / Contemporary Kurdish Art

Şîrove
00