
The Body After: Semyanî Perîzade
Mijdar 2026
333 rûpel
13 x 19,5 cM
Nivîskar: Fatih Tan
Ziman: Tirkî û Îngilîzî
Guhertoya Tirkî: Ertesi Beden Semyanî Perîzade (303 rûpel)
Wergera Îngilîzî: Gülşah Akdoğan Tan
Amadekar: Mahsum Çiçek, Kabil Çiçek
Sêwirana Bergê û Pirtûkê: Kabil Çiçek
Weşanxane: Weşanên FIREZZ, Rêzeya Estetîk û Teoriyê
Format: E-pirtûk PDF, EPUB, gihîştina bêpere
THE BODY AFTER: SEMYANÎ PERÎZADE PDF/ EPUB
ERTESİ BEDEN: SEMYANÎ PERÎZADE PDF/ EPUB
Em bi hevoka herî provokatîf a pirtûkê dest pê bikin: Bedena paşê, Kurdbûna me bi me dide jibîrkirin!
Di xwendina destpêkê de ev hevok radîkal û acizker tê. Xwîner yekser dipirse: “Çawa ango Kurdbûna me bi me dide jibîrkirin?” Ev bertek serhildaneke li cih û rewa ye. Ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de, amûrên pedagojîk û îdeolojîk ên dewletê bi awayekî sîstematîk hewl dane dîtbarî, nirx û berdewamiya çandî ya Kurdbûnê ji holê rakin.
Nexwe bedenek ku bi Kurdî diaxive, bi Kurdî diafirîne û wekî Kurdekî dijî, ango Semyanî Perîzade, dikare çawa Kurdbûnê bide jibîrkirin? Dikare çawa erkê xwe yê estetîk derbasî zemîneke nedîtbar bike? Paradoks tam jî li vir derdikeve holê. Argumana sereke ya pirtûkê jî di nava vê pirsa “nakok” de veşartî ye: Bedena paşê, Kurdbûnê di bedena ku wê herî zêde hildigire de çawa dide jibîrkirin?
Fatih Tan, bi xeteke xwendinê ya ku ji têgeha dissensus a Rancière heta Rrose Sélavy ya Duchamp, ji şîdeta sembolîk a Bourdieu heta enstalasyona Mallarmé ya Broodthaers, ji bêdengiya Béla Tarr heta xemsariya Flaubert, ji subjeya xwedî beden a Merleau-Ponty heta subjeya belavbûyî ya Blanchot, ji rexneya mimesis a Platon heta hebûnên nedîtbar ên di paşxaneyê de yên Braudel, ji Muzeya Gauguin heta Amedsporê, ji Qutiyên Brillo yên Warhol heta Firavîna li Mêrgê ya Manet, ji îkonografiya Şivan Perwer heta dansa nûjen a Leyla Bedirxan, ji qutbûna epîstemolojîk a Althusser heta diyalektîka negatîf a Adorno, ji maça boksê ya Arthur Cravan heta mecraya Greenberg, ji Bauhausê heta Bîenala Venedîkê, ji kevneşopiya dengbêjiyê heta muzîka Kurdî ya îroyîn, ji têgeha queer heta stranên Semyanî dirêj dibe, zemîna “asayîbûnê” ya livîna di navbera “dîtbarî” û “jibîrbûn”a bedena ku Kurdbûnê hildigire dişopîne. Her wiha, hevpeyvîneke berfireh a derbarê muzîkê de ku bi Semyanî re hatiye kirin jî di pirtûkê de cih digire.
Pirtûk, bi rêya Weşanên FIREZZ, dikare di formatên PDF û EPUBê de bêpere bê xwendin. Guhertoya wê ya Îngilîzî bi navê The Body After Semyanî Perîzade ji bijartina zimanê Îngilîzî ya malperê dikare were peyda kirin. (www.firezz.com)

Şîrove
00