Here naverokê
FIREZZ — Kurdish Contemporary Art Magazine Issue 1, Summer 2026

BEDEN, BÎRA KOLEKTÎF Û EKOLOJÎYA WINDABÛNÊ: PÊŞANGEHA NÛ YA HAYV KAHRAMAN LI LONDONÊ

Navdarê Kurd ê hunera nûjen ku di asta navneteweyî de tê nasîn, Hayv Kahraman, bi pêşangeha xwe ya kesane ya nû ya bi navê What Cannot Be Said Will Be Wept (Tiştê ku nayê gotin, dê bi girînê were îfadekirin) li Galeriya Pilar Corrias a Londonê hat pêşberî temaşevanan.

BEDEN, BÎRA KOLEKTÎF Û EKOLOJÎYA WINDABÛNÊ: PÊŞANGEHA NÛ YA HAYV KAHRAMAN LI LONDONÊ

Ji nav hunermendên Kurd ên hunera hevdem ku di asta navneteweyî de navdar in, Hayv Kahraman bi pêşangeha xwe ya nû ya kesane ya bi navê What Cannot Be Said Will Be Wept (Tiştê ku nayê gotin, dê bi girînê were îfadekirin) li Galeriya Pilar Corrias a Londonê derket pêşberî temaşevanan. Pêşangeh, ku ji 5’ê Hezîranê heta 5’ê Îlona 2026’an vekirî ye, berhemên dawî yên hunermendê tîne ba hev û têgînên beden, koçberî, sirgûn, hilweşîna ekolojîk, bîranîn û matemê di heman çarçoveya fikrî de li hev dicivîne. Kahraman, ku di zaroktiya xwe de wekî penabereyek Kurdê Iraqî ji welatê xwe hate derxistin, di navenda tabloyên xwe de pirsê perçebûna pêwendiya kevnar a mirovan bi xwezayê re datîne.


Figure Threading Tear Beads, 2026. Oil and acrylic on linen 88.9 x 88.9 cm 35 x 35 in

Pêşangeha nû ya Kahraman ji du şikestinên girîng ên di jiyana wê ya kesane de xurtî digire. Ya yekemîn koça bi zorê ye ku di zaroktiya xwe de ceribandiye; ya duyemîn jî windakirina mala wê ye di şewatên mezin ên daristanan de li Los Angelesê di sala 2025’an de. Hunermend van her du serpêhatiyan wekî bûyerên ji hev cuda nabîne; berevajî vê, ew wan wekî encamên pergalên firehtir dinirxîne ku mirovan ji cihê ku lê dijîn, ji têkiliya wan ya bi xwezayê re û ji bîranîna wan qut dikin. Di nivîsa ku bi pêşangehê re tê pêşkêşkirin de, Kahraman dibêje ku bandora herî girîng a modernîte û kolonyalîzmê “veqetandin” e. Ew balê dikişîne ser vê yekê ku mirov ne tenê ji welat û erdnîgariya xwe, lê her wiha ji hawîrdora xwe, ji zanîna bav û kalan û ji têkiliya xwe ya bi xwezayê re jî hatine dûrxistin. Ev xerîbiyabûn bingeha zimanê dîtbarî yê ku li seranserê pêşangehê belav dibe pêk tîne. Berhemên nû yên Kahraman ji lêgerîn û lêkolînên wê yên li ser beden, bîranîn û nasnameyê ku di berhemên xwe yên berê de pêş xistiye qut nabin; berevajî vê, ew van lêkolînan dixin asteke nû ya wênesaziyê. Fîgurên jinan ên taybetmend ên hunermendê, bi çermên xwe yên mîna porselenê, birhên xwe yên kevaniyê, çavên spîbûyî û cil û bergên ku bi motifên ji kevneşopiyên çandî yên cuda hatine xemilandin, hê jî di navenda vê gerdûna dîtbarî de cihê xwe diparêzin. Bi taybetî motifên ku mînyaturên Îranî, destnivîsên serdema Ebasiyan û çanda tekstîlê ya Rojhilata Navîn tînin bîra mirov, êdî ne tenê hûrguliyên dekoratîf in; ew dibin hilgirên bedenê, nasnameyê û bîra çandî. Lê vê carê fîguran bi rûberên herikbar ên mîna ebrûyê, bi hêsirên mîna rêzikên mircanan û bi mekanên ku sînorên wan berdewam dihelin re têkiliyên nû ava dikin. Bi vî rengî beden êdî ne wekî hebûneke girtî û yekpare tê dîtin; ew di nav herikîn, veguherîn û derbasbûnê de ji nû ve tê fikirîn. Di tevahiya pêşangehê de, ebrû ne tenê referanseke estetîk e; ew dibe yek ji hêmanên damezrîner ên tabloyan û wekî şiklê madî yê bîranînê, matemê û guhertina domdar xuya dibe.


Eyes in Waters, 2026. Oil and acrylic on linen 139.7 x 190.5 cm 55 x 75 in

Yek ji aliyên herî balkêş ên pêşangehê ew e ku av rasterast dikeve nav pêvajoya afirandina wêneyan. Kahraman di hin berhemên xwe de teknîka ebrûyê bi kar tîne, tûwalê bi rûyê avê re tîne hev û dihêle ku boyax bi hev re tevî avê hereketa xwe biafirîne. Ev hevsengiya nazik a di navbera kontrol û tesadufê de, bingeha têgihiştina kompozîsyonê ya hunermend jî pêk tîne. Tevgerên xweser ên ebrûyê, ku çavkaniya dîtbarî ya rûberên herikbar ên di wêneyan de ne, vedibin modelek hizrî ya ji bo têgihiştina bîranîn û veguherînê. Di nivîsa çapemeniyê ya pêşangeha What Cannot Be Said Will Be Wept (Tiştê ku nayê gotin, dê bi girînê were îfadekirin) de ev gotin nêzîkî kurteya herî bihêz a vê nêzîkatiyê ye: “Di cîhaneke ku dişewite de ez rûyê xwe li avê dizivirînim: li deryayan, çeman û hêsiran. Ez li pey hereket û rîtuelan digerim û rêyên ku ez bi ekolojiya xwe re pêwendiyeke merasîmî ava bikim lê digerim. Wênekirin vediguhere qadeke dilsoziyê; pratîkeke ku tê de pêwendî bi baldarî tê parastin û keder jî cihê xwe dibîne û şikl digire. Madîtiya ebrûya ku bi binavkirina tûwalê di nav avê de çêdibe, hesteke merasîmî diafirîne; ew vediguhere qadeke ku giyan dikare li ser rûberê xuya bibe. Bi çalakiya binavbûnê re başbûnek hêdî hêdî dest pê dike.” Ji ber vê yekê, ji bo Kahraman wênekirin ne tenê pêvajoyeke teknîkî ya afirandinê ye; ew vediguhere çalakiyeke rîtuelî ku tê de matem şikl digire, bîranîn ji nû ve tê rêxistin û îhtîmala başbûnê hêdî hêdî dikeve holê. Kahraman dibêje ku hin êş ji asta zimanê derbas dibin û tenê bi beden, hêsir û bêdengiyê dikarin bên îfadekirin. Li vir matem ne tenê vegotineke windahiyê ye.


Four Figures Kneeling, 2026. Oil and acrylic on linen 231.1 x 180.3 cm 91 x 71 in

Dilopên hêsiran û rûberên herikbar ên wekî ebrû ku di berhemên hunermend de dubare dibin, ji terciheke estetîk wêdetir dibin metaforên bihêz ku pêwendîdariya hevdu ya jiyanê û xwezaya pêwendîdar a hebûnê nîşan didin. Her wiha referansên ku li kevneşopiya sûfîtiyê dikin jî gelek balkêş in. Helîna dilopeke avê di nav okyanûsê de û windakirina taybetmendiya wê, wekî metaforeke bihêz tê bikaranîn ku tevlêbûna kesayetiyê di nav hebûneke mezintir de vedibêje. Ev hizir di heman demê de bîra çandî ya Mezopotamyayê ya ku li dora avê hatiye avakirin jî tîne bîra mirov. Di erdnîgariya ku Dîcle û Firat şikil dane wê de, av sembola jiyanê, bîranînê, veguherînê û berdewamiyê ye. Kahraman vê mîrateya çandî bi zimanê hunera hevdem ji nû ve şîrove dike. Nêzîkatiya wê ya li hember hilweşîna ekolojîk jî yek ji aliyên diyarker ên pêşangehê ye. Di vê çarçoveyê de Kahraman qeyrana avhewayê wekî pêvajoyeke dîrokî dinirxîne ku bi şeran, kolonyalîzmê û serdestiya kapîtalîstîk re girêdayî ye. Li gorî wê, êşa kesane ya mirov û hilweşîna ku gerstêrk jiyan dike nikarin ji hev cuda werin fikirîn. Ji ber vê yekê, wêneyên di pêşangehê de ne wekî teswîrên temsîlî yên xwezayê hatine sêwirandin; wan armanca lêkolîna pêwendiya madî û ontolojîk a di navbera mirov û rûyê erdê de heye.


Ji salona pêşangehê ya Pilar Corrias li Londonê

Bi kurtasî, pêşangeha Hayv Kahraman a li Londonê ya bi navê What Cannot Be Said Will Be Wept qonaxeke nû ya hizra dîtbarî ya ku hunermend bi salan li dora bedenê, koçberiyê û bîranînê pêş xistiye, eşkere dike. Li vir bedenê jinê bi rêya avê, ebrûyê, hêsiran û rîtuelan di nava têgihiştineke berfirehtir a ekolojîk û pêwendîdar a hebûnê de ji nû ve tê fikirîn; matemê kesane û qelsiya gerstêrkî li ser heman astê wênesaziyê digihîjin hev. Bi vî rengî, Kahraman me vedixwîne ku em formên cuda yên tundûtûjiyê — ji koça bi zorê heta qeyrana avhewayê — wekî perçeyên qutbûneke dîrokî ya hevpar bifikirin. Di heman demê de ew me tîne bîra ku wênekirin hê jî qadeke bihêz a ramanê ye ku dikare bîranîn, matem û îhtîmala başbûnê bi hev re hilgire.

Hayv Kahraman: Di sala 1981’an de li Bexdayê ji dayik bû. Di salên 1990’î de bi malbata xwe re ji Iraqê derket û pêşî li Swêdê penaber bû. Piştre li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi cih bû û îro li Los Angelesê dijî û karên xwe yên hunerî didomîne.

Pratîka hunerî ya Kahraman li ser mijarên koça bi zorê, dîasporayê, bedena jinê, nasnameyê, kolonyalîzmê, bîranînê û biyopolîtîkayê ava dibe. Hunermend ku di warên cûda yên wekî wêne, xêzandin, peykersazî û enstalasyonê de berhem diafirîne, bi têkiliya mîrateya çandî ya Mezopotamyayê û zimanê hunera hevdem re vegotineke dîtbarî ya taybet pêş dixe.

Berhemên wê di gelek muze û koleksiyonên navdar ên cîhanê de cih digirin; di nav wan de British Museum (London), Los Angeles County Museum of Art (LACMA), Museum of Contemporary Art San Diego, Pérez Art Museum Miami, Mathaf: Arab Museum of Modern Art (Doha), Barjeel Art Foundation (Şarîqa) û Birmingham Museum of Art hene.

Di salên dawî de Kahraman li saziyên girîng ên wekî Frye Art Museum (Seattle), Institute of Contemporary Art San Francisco, Moody Center for the Arts ya Rice University, The Mosaic Rooms (London) û Kunsthalle Düsseldorf pêşangehên kesane vekirine. Îro ew wekî yek ji hunermendên Kurd ên hunera hevdem ku di asta navneteweyî de herî zêde têne şopandin û têne naskirin, tê pejirandin.

info@firezz.com

 

 

 

Şîrove

00

Şîrove binivîse