A Space Gallery ya li Torontoyê, di navbera 18ê Îlonê û 14ê Mijdara 2026an de, li qada pêşangehê ya galeriyê ya bi navê A Space Windows, mazûvaniya pêşangeha Hana Hozhabr Pour a bi sernavê The Mountains as Archive dike. Pêşangeha ku kuratoriya wê ji aliyê Dîrektora Kuratorî û Bernameyan a galeriyê Vicky Moufawad-Paul ve tê kirin, mekana ku ji çar paceyan pêk tê, ji rûbereke ku tenê tablo lê tên pêşandan wêdetir dibe. Moufawad-Paul, ku li Başûrrojavayê Asyayê li ser xwerêveberî, dij-arşîv û ezmûnên ku li derveyî vegotinên dîrokî yên serdest hatine hiştin dixebite, çarçoveya têgînî ya pêşangehê li ser têkiliya di navbera erdnîgariya Kurdistanê, bîra kolektîf û sînorên arşîvên nivîskî de ava dike. Hozhabr Pour, bi rêya qatên tûwalê yên li ser hev hatine bicihkirin û formên ku tên nixumandin û ji nû ve xuya dibin, têkiliya di navbera xuyabûn û windabûnê de vedikole. Di metna pêşangehê de, çiyayên Kurdistanê wekî “embarên ji bo stran, deng û dîrokên ku qet nehatine tomarkirin an jî ji arşîvên nivîskî hatine jêbirin” tên pênasekirin. Çiya û dar wekî mekanên ku şahidî, tevger, têgihîştin û bîranînên ji nifşekî bo nifşekî tên veguhestin dikarin li derveyî qeydên nivîskî hebûna xwe bidomînin, tên dîtin. Ev nêzîkatî bi ramana “arşîveke zindî” ya ku ezmûnên berxwedanê hildigire, berfirehtir dibe. Bi vî rengî, pêşangeh vedikole bê ka bîr ne tenê di belgeyan de, lê di bedenan, erdnîgariyê û qatên madî yên resmê de jî çawa hebûna xwe didomîne.

Hana Hozhabr Pour, The Mountains As Archive, found canvases, acrylic sheets, sewn canvas, acrylic and oil paint, 2026. Image courtesy of A Space Gallery, Toronto.
Pêşangeha Hana Hozhabr Pour a bi sernavê The Mountains as Archive, ku bi kuratoriya Vicky Moufawad-Paul li A Space Gallery ya li Torontoyê pêk tê, bi rêya enstalasyoneke ku bi avahiya mîmarî ya galeriyê re dibe yek, têkiliya di navbera bîr, erdnîgarî û şêweyên dîtinê yên mirovan de digire dest. Nêzîkatiya kuratorî ya Moufawad-Paul, ku li ser dij-arşîv û ezmûnên ku li derveyî vegotinên dîrokî yên serdest hatine hiştin dixebite, di rêkûpêka mekanî ya pêşangehê de jî xwe nîşan dide. Enstalasyona ku li qada A Space Windows a galeriyê ya ji çar paceyan pêk tê belav dibe, çarçoveyên paceyan, rûberên dîwêran û têkiliya dîtbarî ya bi derve re vediguherîne pêkhateyên kompozîsyonê. Temaşevan, li şûna ku xebatê ji xalekê tenê û wekî dîmenekî bêqut têbigihîje, bi avakirina têkiliyan di navbera perçeyên ku di paceyên cihêreng de xuya dibin de wê tecrûbe dike. Bi vî rengî, sînorên di navbera hundir û derve, rûbera ku tê pêşandan û jiyana rojane, û ya xuya û ya nixumandî de ji nû ve tên sazkirin. Pêşangeh, çiyayên Kurdistanê wekî hilgirên stran, deng û dîrokên ku li derveyî arşîvên nivîskî mane eleqedar dike û fikra arşîvê bi rêya avahiya madî ya resmê û mekana pêşangehê vedikole.
Bi danîna tûwalên bi pîvanên cihêreng li ser hev, formeke çiyayê ku li ber dîwêr bilind dibe pêk tê. Lê ev form ne li ser dîmenekî çiyayê ku tê naskirin û ne jî li ser temsîla bûyereke diyarkirî ya xwezayê ava dibe. Çiya bi rêya kombûna perçeyên tûwalê, li ser hev hatina rûberan, nêzîkbûna rengan bi hev û têkiliyên ku valahiyên di navbera wan de çêdikin, xuya dibe. Avahiya ku derdikeve holê, ne mînyatura çiyayekî di xwezayê de ye û ne jî wêneyekî peyzajê ye; ew çiyayekî plastîk e ku bi hatina cem hev a materyal, reng û rûberên cihêreng tê avakirin. Mudaxeleya Hozhabr Pour, ji resimkirina xetên derveyî yên çiyayê zêdetir, vedikole bê ka ew di bin kîjan şertan de dikare form bigire û xuya bibe. Ji ber vê yekê, îmaja çiyayê di nav konturekî ku ji berê ve hatiye diyarkirin de temam nabe; ew bi bicihbûna fîzîkî ya tûwalan û nêrîna temaşevan re tê avakirin. Têkiliya di navbera forma çiyayê û şertên dîtinê yên mirovan de yek ji mijarên bingehîn ên xebatê ye: Dîmenê li hemberî me ne tenê objeyeke ku li ber çavan radiweste ye, lê formek e ku em bi avakirina têkiliyan di navbera perçeyên cihêreng de wê vediguherînin yekpareyekê.

Hana Hozhabr Pour, The Mountains As Archive, found canvases, acrylic sheets, sewn canvas, acrylic and oil paint, 2026. Image courtesy of A Space Gallery, Toronto.
Di vê xalê de, çar paceyên A Space Windowsê, ji rêkûpêka mekanî ya enstalasyonê wêdetir, wateyeke dîrokî û siyasî jî bi dest dixin. Çar pace dikarin di çarçoveya erdnîgariya Kurdistanê ya ku li çar parçeyan hatiye dabeşkirin û şertên cihêreng ên ku vê dabeşbûnê di jiyana civakî ya Kurdan de afirandine de bên xwendin. Ev têkilî, ji cîgirkirina her paceyekê wekî beramberiya rasterast a perçeyekî diyarkirî zêdetir, rê li ber hizirkirina wê yekê vedike bê ka îmaja hevpar a çiyayekî di erdnîgariyeke dabeşbûyî de dikare çawa wateyên cihêreng bi dest bixe. Ezmûnên Kurdan ên di bin sînorên siyasî yên cihêreng de jiyane, awayê ku çiya tên xeyalkirin û xuya dibin jî şekil dikin. Çiya, di hin şert û mercên dîrokî de wekî mekanekî ku şopên agir û wêranîyê hildigire derdikeve holê, lê di hin şertan de vediguhere qadeke jiyan, berxwedan û îhtîmala ji nû ve hebûnê. Avakirina çiyayan a Hozhabr Pour bi kombûna tûwalan, van ezmûnên cihêreng di bin yek peyzaj an jî semboleke neguhêrbar de kom nake. Îmaja çiyayê di nav kêşmekêşa di navbera perçebûn û hatina cem hev, nixumandin û xuya bûnê de şekil digire. Rêkûpêka ku çar pace pêk tînin jî, ji bo hizirkirina vê kêşmekêşê hem di asta mekanî hem jî di asta îmajî de qadekê vedike.
Reng di nav hêmanên bingehîn ên ku şertên xuyabûna çiyayê ava dikin de cih digirin. Zer, sor û şîn, li ser rûberên cihêreng cuda cuda xuya dibin û bi têkiliyên ku bi hev re ava dikin îhtîmalên nû yên rengan diafirînin; reş jî di vê rêkûpêkê de bi têkiliya xwe ya bi rengên din re wateyê bi dest dixe. Reng wekî hûrgiliyên teswîrker ên ku li rûberê çiyayê hatine zêdekirin naxebitin. Ji danasîna darekê, zinarê an jî bandoreke diyarkirî ya ronahiyê zêdetir, ew têkiliyên dîtbarî ava dikin ku rê didin perçe nêzîkî hev bibin, ji hev veqetin û li ser hev werin. Bi vî rengî, li şûna ku dîmenekî xwezayî yê nas bi rengan ji nû ve bê hilberandin, çiya bi rêya belavbûn û rûbirûbûna rengan şekil digire. Hatina cem hev a zer, sor û şîn bi tîrbûnên cihêreng dikare çerxa demkî ya çar demsalan jî bîne bîra mirov. Di vê xwendinê de, demsal bi peyzajên cuda cuda nayên temsîlkirin; lê bi guherîn, têkelbûn û ji hev veqetîna rengan vediguherin hesteke demê ku dikare bê hizirkirin. Ji ber vê yekê, forma çiyayê jî sabît namîne: Têkiliya di navbera reng û rûberan de bi berdewamî awayê ku çiya tê dîtin ji nû ve saz dike.

Hana Hozhabr Pour, The Mountains As Archive, found canvases, acrylic sheets, sewn canvas, acrylic and oil paint, 2026. Image courtesy of A Space Gallery, Toronto.
Hebûna fîzîkî ya tûwalan, van têkiliyên di navbera rengan de dixe nav mekanê. Tûwal ne tenê wekî rûberên rast ên ku dîmen li ser wan tê afirandin dimînin; bi pîvan, tevne, giranî û cihê xwe yê li gorî hev, qebareya enstalasyonê ava dikin. Valahiyên ku di navbera rûberên li ser hev de dimînin, sîlueta çiyayê qut dikin û di heman demê de beşdarî avabûna formê dibin. Perçe di nav yekpareyekî bêqisûr û bêqut de nabin yek; çiya bi hatina cem hev û li ser hev ketina rûberên cihêreng bilind dibe. Ji ber vê yekê, taybetmendiya kolajî ya xebatê ne tenê ji rêkûpêka reng û forman li ser rûberê resmê derdikeve. Mantiqa kolajê li hebûna madî ya tûwalê û bicihbûna wê ya di mekan de jî belav dibe. Çiya ji dîmenekî ku li ser rûberekî tenê tê temsîlkirin derdikeve û vediguhere avahiyeke ku bi hatina fîzîkî ya perçeyan cem hev pêk tê.
Çarçoveyên paceyan diyar dikin bê ka ev avahî çawa tê têgihîştin. Her pace, dema ku beşek ji enstalasyonê xuya dike, têkiliya wê bi tevahiya kompozîsyonê re jî sînordar dike. Temaşevan perçeyên ku di paceyên cihêreng de xuya dibin di hişê xwe de tîne cem hev û forma çiyayê ava dike; ronahiya derve û jiyana rojane jî dibin beşek ji şertên têgihîştinê yên qada pêşangehê. Di vê rêkûpêkê de, mekan wekî hawîrdoreke notr a ku berhem lê tê pêşandan namîne. Pace, dîwar, ronahî, valahî û mekana derve dibin perçeyên pêvajoya ku çiya tê de xuya dibe. Xebata Hozhabr Pour bi vî rengî sînorê di navbera resim û enstalasyonê de jî derbasdar dike: Çiya ne tenê li ser rûberên boyaxkirî, lê di têkiliya ku ev rûber bi hawîrdora mîmarî re ava dikin de derdikeve holê.

Hana Hozhabr Pour, The Mountains As Archive, found canvases, acrylic sheets, sewn canvas, acrylic and oil paint, 2026. Image courtesy of A Space Gallery, Toronto.
Sernavê The Mountains as Archive vê lêkolîna formel bi meseleya bîr û dîrokê ve girêdide. Metna têgînî ya pêşangehê çiyayan wekî “embarên ji bo stran, deng û dîrokên ku qet nehatine tomarkirin an jî ji arşîvên nivîskî hatine jêbirin” pênase dike. Dar û çiya wekî mekanên ku şahidî, tevger, têgihîştin û bîranîn dikarin ji nifşekî bo nifşekî bên veguhestin û li derveyî qeydên nivîskî hebûna xwe bidomînin, tên dîtin. Di vê nêzîkatiyê de, çiya ji pêkhateyeke xwezayî ya pasîf ku şopên rabirdûyê li ser xwe hildigire pêdetir e. Ew îmajek e ku rê li ber hizirkirina şertên veguhestina ezmûnên ku nehatine nivîsîn an jî li derveyî vegotinên dîrokî yên serdest hatine hiştin vedike. Avahiya plastîk a ku Hozhabr Pour bi danîna perçeyên tûwalê li ser hev ava dike jî, ji bo awayê ku arşîv dikare bê hizirkirin, beramberiyeke formel pêşkêş dike. Perçe tên cem hev, lê rûberekî bêkêmasî û bêqut ava nakin; valahî û veqetînên di navbera wan de wekî perçeyên avahiyê dimînin. Yekpareyî bi wê yekê tê avakirin ku şopên cihêreng, bêyî ku yek ji wan were mîna yê din kirin, dikarin li kêleka hev bimînin.
Di vê çarçoveyê de, veguherîna çiyayê bo arşîvekê ne tenê bi girêdana ezmûnên dîrokî bi erdnîgariyekê ve dikare bê ravekirin. Pêşangeh di heman demê de dipirse bê ka îmajek çawa tê avakirin, kengî xuya dibe û di bin kîjan şertan de dikare bê têgihîştin. Tûwalên ku li çar paceyan belav dibin, veguherîna rengan bo hev û li ser hev hatina fîzîkî ya rûberan, rê li ber wê yekê vedikin ku bîr, li şûna ku di dîmenekî tenê de were bicihkirin, wekî têkiliyeke ku di navbera perçeyên cihêreng de pêk tê bê hizirkirin. Xwendina ku li ser erdnîgariya dabeşbûyî ya Kurdistanê hatiye pêşxistin jî li vir wateyê bi dest dixe: Îmaja çiyayê dikare şopên şertên civakî û siyasî yên cihêreng hilgire; wekî mekana agir, wêranî, berxwedan û ronahiyê dikare bi awayên cihêreng xuya bibe. Nêzîkatiya resen a Hozhabr Pour di wê yekê de ye ku li şûna van wateyan rasterast teswîr bike, îmaja çiyayê ji têkiliyên di navbera tûwal, reng, mîmarî û nêrînê de ava dike. Bi vî rengî, çiya vediguhere arşîvekê ku hem tê bîranîn hem jî bi her nêrînê ji nû ve form digire.

Hana Hozhabr Pour, The Mountains As Archive, found canvases, acrylic sheets, sewn canvas, acrylic and oil paint, 2026. Image courtesy of A Space Gallery, Toronto.
Ev nêzîkatî di xebatên berê yên hunermend ên wekî Against Forgetting (2022) û Resisting Forced Isolation (2025) de jî dikare bê şopandin. Bi taybetî di xebata Resisting Forced Isolation de, Tagha Dar, ango “Dara Tenê”, ya ku li Çiyayê Awyerê li bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, yek ji îmajên girîng e ku hunermend bi wê têkiliya di navbera bîr û erdnîgariyê de ava dike. Dar li vir ne tenê wekî hêmaneke xwezayî ya bi serê xwe tê dîtin. Ew vediguhere şahidê erdnîgariya ku lê ye. Ev dara ku li ser çiyayî bi tenê radiweste, wekî fîgurekî ku şopên jiyana mirovan, windahî, guherîna ekolojîk û bîranînê hildigire, derdikeve pêşiya me.
The Mountains as Archive vê ramanê digihîne erdnîgariyeke berfirehtir. Çiyayên Kurdistanê êdî ne tenê wekî dekoreke li paş bûyerên dîrokî dimînin. Ew wekî mekanên ku ezmûn, deng û bîra mirovan tê de kom dibin, tên dîtin. Ji ber vê yekê, hunermend li şûna ku dîroka Kurdan tenê bi rêya belgeyên nivîskî bihizire, bi rêya beden, peyzaj, deng û rûberên madî qadeke din a xwendinê vedike.

Hana Hozhabr Pour, The Mountains As Archive, found canvases, acrylic sheets, sewn canvas, acrylic and oil paint, 2026. Image courtesy of A Space Gallery, Toronto.
Têkiliya ku hunermend bi bedenê re ava dike jî vê ramanê temam dike. Hozhabr Pour bedena jinê wekî “arşîveke zindî” digire dest. Ezmûnên wekî zayîn, ked, lênêrîn, windahî, tevger û berxwedan bi rêya bedenê tên hilgirtin. Bi vî rengî, beden ji objeyeke temsîlê derdikeve û vediguhere qadeke ku dîrok û bîr lê tên tomarkirin, tên guherandin û tên veguhestin. Têkiliya di navbera çiya û bedenê de jî li vir girîng dibe. Çawa ku çiya şopên ezmûnên ku nehatine nivîsîn hildigire, beden jî şopên bîra kesane û kolektîf hildigire.
Yek ji xalên girîng ên pêşangehê ku ber bi ezmûna Kurdan ve vedibe, slogana “Jin, Jiyan, Azadî” ye. Di metna pêşangehê ya galeriyê de têkiliya sloganê bi berxwedana jinên Kurd re tê destnîşankirin. Di xebatên berê yên Hozhabr Pour de jî ev slogan û protestoyên ku di sala 2022yan de piştî mirina Jina Mahsa Amini pêş ketin, cihekî girîng digirin. Hunermend li vir ne tenê bi afirandina tomareke dîtbarî ya bûyereke siyasî re eleqedar e. Ew li ser wê yekê dixebite bê ka bîr çawa tê hilgirtin, kîjan dîrok xuya dimînin û kîjan dîrok bi xetera jêbirinê re rû bi rû ne.

Hana Hozhabr Pour, The Mountains As Archive, found canvases, acrylic sheets, sewn canvas, acrylic and oil paint, 2026. Image courtesy of A Space Gallery, Toronto.
Li vir têgeha arşîvê bi xwe jî ji nû ve tê hizirkirin. Gelo ezmûnek ku venaguhere belgeyekê, tê wê wateyê ku ew ji bîrê hatiye jêbirin? Dengekî ku li derveyî dîroka nivîskî dimîne li ku tê parastin? Gelo erdnîgariyek dikare rabirdûya mirovên ku li ser wê dijîn hilgire? Pêşangeha Hozhabr Pour, li şûna ku bersivên amade bide van pirsan, wan tîne ser rûberê resmê.
Di resmên hunermend de, rabirdû wekî dîrokeke temambûyî dernakeve pêşiya me. Ew wekî şopeke ku di navbera qatan de dimîne, carinan nayê dîtin û carinan derdikeve ser rûberê, hebûna xwe didomîne. Ji ber vê yekê, di pêşangehê de di navbera îmaja çiyayê û rûberê resmê de hevşibandineke xurt tê avakirin. Çawa ku şopên ku çiya hildigire bi tevahî xuya nabin, qatên ku li binê rûberê resmê dimînin jî xwe bi tevahî eşkere nakin. Di her du rewşan de jî bîr di nav avahiyeke kêm û perçe perçe de hebûna xwe didomîne.

Hana Hozhabr Pour, The Mountains As Archive, found canvases, acrylic sheets, sewn canvas, acrylic and oil paint, 2026. Image courtesy of A Space Gallery, Toronto.
Ji ber vê yekê, pêşangeha Hozhabr Pour ne tenê wekî pêşangeheke resman a li ser çiyayên Kurdistanê dikare bê xwendin. Pêşangeh têkiliya di navbera erdnîgarî û bîrê de û amûrên ku dîrok pê tê tomarkirin dipirse. Ew berê xwe dide ji nû ve hizirkirina ezmûnên ku li derveyî arşîvên nivîskî mane, bi rêya beden, xweza û hunerê. Çiya li vir ne tenê wekî mekanekî bêdeng ku rabirdûyê diparêze dimîne; berevajî, wekî arşîveke zindî ku bîr tê de berdewam dike, tê veguhestin û ji nû ve tê avakirin, derdikeve pêşiya me.
The Mountains as Archive heta 14ê Mijdara 2026an li A Space Windows a A Space Gallery ya li Torontoyê dikare bê ziyaret kirin. Pêşangeh ji bo dîtina wê yekê ku têkiliya di navbera erdnîgarî û bîrê de di pratîka resimê ya Hana Hozhabr Pour de çawa tê avakirin, rawestgeheke girîng e. Hunermend, bi derxistina çiyayên Kurdistanê ji rewşa peyzajeke ku tê temsîlkirin û veguherandina wan bo hilgirên bîrê, bi rêya têkiliya di navbera ya ku li ser rûberê resmê xuya dibe û ya ku li binê wê dimîne de, li îmkanên xwendineke din a dîrokê vedikole.

Şîrove
00