Profîla Hunermendan
FIREZZProfîla Hunermendan

Sîmir RÛDAN

MUZÎKJEN
Sîmir RÛDAN
Sîmir RÛDANFIREZZ

Derbarê hunermend de

Sîmir Rûdan, di sala 1981ê de li Cizîrê ji dayik bû. Di sala 1999an de ji bo ku li Zanîngeha Hacettepeyê perwerdeya felsefeyê bibîne çû Enqereyê. Di salên zanîngehê de berê xwe da muzîkê, dest bi lêdana gîtarê kir û bi muzîka rojavayî ya klasîk re eleqedar bû. Demekê di Koroya Bach a Zanîngeha Enqereyê de cih girt.

Rûdan di sala 2013an de albuma xwe ya yekem Bi Çîrokî weşand; gotin, muzîk û aranjeyên albumê hemû aydî wî bûn. Hawar.net, yek ji platformên çand û hunerê yên navdar ên wê demê, ev album wekî albuma herî baş a salê hilbijart. Di 2015an de, di albuma hevpar Peşkê de, ku gelek muzîkjen di wê de hatibûn cem hev, bi stranê Berfîn cih girt. Albuma wî ya duyemîn Kevîdi sala 2019an de hate weşandin. Di sala 2024an de du singleyên Hê Jî Digerim û Yekî Gotibûderxist. Di heman salê de jî di projeya Na, Ne Tenê Me! de, ku ji bo pîrozkirina 30 saliya jiyana hunerî ya Mehmet Atlı hatibû amadekirin, bi stranê Birîn beşdar bû. Di sala 2025an de jî Sira Sibê, Fîncan, Reng Esmerê, Ez Berf im û Her Evîndarê Caran im weşandin.

Albuma sêyemîn a Rûdan Ez û Gîtara Xwe, ji deh stranan pêk tê ku gotin, muzîk û aranjeyên wan hemû aydî wî ne. Albuma ku tenê bi gîtar û deng hatiye tomarkirin, di rêwîtiya muzîkal a ku bi Bi Çîrokî dest pê kiriye û bi Kevî berdewam kiriye de qonaxeke nû ya sadebûnê nîşan dide. Di vê xebatê de Rûdan hem têkiliya xwe ya bi gîtarê re hem jî aliyê kesane yê strannivîsiya xwe derdixe pêş. Li şûna ku pûruzên piçûk ên di qeydan de veşêre, wan diparêze û xwezayîbûnê dixe navendê. Ez û Gîtara Xwe, ku temayên wenda, dûrbûn û kêmasiyê bi vegotineke muzîkal a sade re tîne cem hev, tecrubeya ku bi salan berhev kiriye li dora dengek û gîtarekê bi tenê dirûv dide.

Hunermendên din