Mahmut CELAYİR
Derbarê hunermend de
Mahmut Celayir di sala 1951an de li gundê Kur ê Çewlîgê ji dayik bû. Zaroktiya xwe li vî gundê ku şert û mercên dijwar ên xwezayê lê serdest bûn derbas kir. Şahidê şerên eşîran û mirinan bû. Dibistana seretayî li gund dest pê kir û li Xarpêtê (Elezîz) domand. Li Lîseya Dêrsimê wekî xwendekarekî leylî xwend. Di wan salan de, bi pêşniyara mamosteyên xwe, li gel wênesaziyê bi wêjeyê re jî eleqedar bû û dest bi derxistina rojnameyeke dibistanê kir. Xêzên wî di kovareke huner û wêjeyê de li Stenbolê hatin weşandin. Di sala 1972yan de li Dibistana Bilind a Hunerên Tatbîkî ya Dewletê ya Stenbolê dest bi perwerdeya hunerê kir. Di heyama dibistanê de bi taybetî li ser xebatên gravur û resmên çapkirî hûr bû û xelat wergirt. Di salên 1976–78an de li Eskîşehîrê, li Zanîngeha Anadoluyê, di çarçoveya peymana Tirk-Alman de, di xebatên perwerdeya weşana televîzyonê ya ku hatibû avakirin de, xebatên dekora stûdyoyê û jenerîka grafîkê kir. Celayir, ku yekem pêşangeha xwe di sala 1977an de li Galeriya Hunerê ya Taksîmê vekir, di salên 1982–84an de li Şanoya Dewletê ya Stenbolê wekî dekoratorê dikê (sehnê) xebitî. Di sala 1982yan de di pêşbirka wênesaziyê ya DYOyê de xelata mezin bi dest xist. Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê pêşangeh vekir û berhemeke wî ji bo Muzexaneya Wêne û Peykeran a Dewletê hat kirîn. Ji sala 1986an û pê ve berê xwe da Almanyayê û ji atmosfera zordest a 12ê Îlonê dûr ket û li Almanyayê bi cih bû. Di sala 1987an de li Berlînê, li Galerie Oberlichtê, yekem pêşangeha xwe ya li Almanyayê vekir. Li bajarê Stuttgartê, di bin navê Atelierhaus Nordbahnhofê de, bi hunermendên din ên Alman re atolyeyek ava kir û heta sala 2010an li vir xebatên xwe yên hunerî domand. Wekî endamê Yekîtiya Hunermendên Almanyayê (BBK), di hin projeyên hevpar de cih girt. Li galeriyên taybet û muzexaneyên bajaran pêşangeh vekir, beşdarî fuaran bû û berhemên wî ji aliyê Wezareta Çandê ya Eyaletê ve hatin kirîn. Celayir, ku di sala 2010an de li Stenbolê bi cih bû, xebatên xwe yên hunerî li atolyeya xwe ya li vir û di mehên havînê de jî li atolyeya xwe ya li Gundê Kur ê Çewlîgê didomîne.



