Dİlan CUDİ SARUHAN
Derbarê hunermend de
Dilan Cudi Saruhan Hunermendeke navbeşî ye ku li Stenbolê dijî. Saruhan li Beşa Peykersaziyê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Marmarayê perwerdeya lîsansê qedandiye û perwerdeya xwe ya lîsansa bilind jî li heman beşê de domandiye. Di pratîka xwe ya hunerî de ji şêweyên cihêreng ên derbirînê wekî peyker, cihkirin (enstalasyon), performans, vîdyo, xêz, tekstîl û xebatên arşîvî sûd werdigire. Di bingeha xebatên Saruhanê de mijarên beden, mekan, bîranîn, nasname, zayenda civakî, çavdêrî, sînor û azadî cih digirin. Hunermend li qadên ku ezmûna takekesî bi bîranîna civakî û siyasî re têkiliyan ava dike bal dikişîne û bi taybetî bandora mekanê li ser bedenê û bîranîna ku objeyên rojane hildigirin vedikole. Ew di xebatên xwe de materyalên asayî dixe nav çarçoveyên cuda û bi vî awayî têkiliya wan ya bi dem, bîranîn û ezmûnê re eşkere dike. Di pratîka hunerî ya Saruhanê de, ezmûna girtîgehê ya ji sala 2017'an heta 2024'an ku zêdetirî heft salan domandiye, xaleke veguherînê ya girîng pêk tîne. Hunermend di şert û mercên girtîgehê de jî afirîneriya xwe domandiye; bi materyalên wekî qumaş, destmal, atlet, telên por û pelên hişkbûyî re xebitiye û pratîkên wekî neqiş û xêzê veguherandiye amûrên bingehîn ên xebata xwe. Di vê serdemê de, sînordariya mekanê û têkiliya di navbera beden, dem û bîranînê de bûne mijarên bingehîn ên xebatên wê. Piştî derketina ji girtîgehê, têkiliya di navbera beden û mekanê de di pratîka Saruhanê de rengekî nû digire. Di cihkirinên xwe de bi riya pêkhateyên nazik, valahiyan, deriyan, pêlikan û vekirinan ber bi asîman ve, têgehên parastin, penaberî, tevger û azadî vedikole. Ev xebat, ji avakirina cîhaneke alternatîf li hember rastiyê zêdetir, di hundirê rastiya heyî de li derfetên nû yên têgihiştin û ezmûnê digerin. Xebatên Saruhanê li Tirkiyeyê û di çarçoveyên navneteweyî de di pêşangeh, proje û çalakiyên hunerî de cih girtiye.



