Here naverokê
FIREZZ — Kurdish Contemporary Art Magazine Issue 1, Summer 2026

ÎHTÎMALEKE ASÎMAN: BEDEN WEKÎ DEFTERA TOMARKIRINA MEKANÊ

Pêşangeha takekesî ya Dilan Cudi Saruhan bi navê Îhtîmaleke Asîman di 22'ê Îlonê de li Tütün Deposu vebû û heta 21'ê Mijdarê dê ji bo serdanê vekirî bimîne. Di nihêrîna yekem de pêşangeh wekî vegotineke biyografîk xuya dike ku dikare bi wê awayî were xwendin. Sê qonax, berî girtîgehê, dema girtîgehê û piştî girtîgehê, li ser rêgezeke kronolojîk li pey hev tên rêzkirin.

ÎHTÎMALEKE ASÎMAN: BEDEN WEKÎ DEFTERA TOMARKIRINA MEKANÊ

Pêşangeha takekesî ya Dilan Cudi Saruhan bi navê Îhtîmaleke Asîman di 22'ê Îlonê de li Tütün Deposu vebû û heta 21'ê Mijdarê dê ji bo serdanê vekirî bimîne. Di nihêrîna yekem de pêşangeh wekî vegotineke biyografîk xuya dike ku dikare bi wê awayî were xwendin. Sê qonax, berî girtîgehê, dema girtîgehê û piştî girtîgehê, li ser rêgezeke kronolojîk li pey hev tên rêzkirin. Lê belê, teslîmkirina pêşangehê ji vê xwendina xêzkirî re, dê têkildar be bi nûvekirina tam wê tiştê ku berhem li hember wê radiweste; ango wergirtina wateyê bi şêweyekî amade û ji pêş ve kodkirî. Karên Saruhan rejîmeke dîtbarî ava dikin ku di nihêrîna yekem de bi hêsanî xwe nade bîner. Ji ber vê yekê, li şûna şemayeke "berê û paşê", xwendina pêşangehê wekî veguhastina pêwendiya di navbera beden û mekanê de di sê astên cuda yên tûjbûnê de, watedartir xuya dike.


© Bi destûra galeriyê û hunermendî.

Di fikirîna vê nêzîkatiyê de, têgeha Jacques Rancière ya "parvekirina hestbaran" dikare bibe rêber. Li gorî Rancière, her rêxistina civakî ne tenê çavkanî û desthilatê, lê her weha têgihiştinê jî dabeş dike: çi dikare bê dîtin, çi dikare bê gotin, kî dikare biaxive û kîjan deng dê wekî qerebalix an dengî bêmaneyî were hesabkirin, hemû ji pêş ve tên diyarkirin. Ev dabeşkirin gelek caran ne bi qedexeyan, lê bi rêkûpêkkirinên mekanî û hestyarî yên ku xwezayî û asayî xuya dikin kar dike. Siyaset jî bi afirandina qutbûnekê di vê rêxistinê de û bi tevlihevkirina tiştên ku berê hatine dabeşkirin dest pê dike. Derfeta siyasî ya hunerê jî li vir derdikeve holê: bi sistkirina girêdana amade ya di navbera ya xuya û ya tên gotin de, rê li ber şêweyeke din a têgihiştinê vedike.

Ji vê alî ve cudahiya ku Rancière di navbera "polîs" û "siyaset"ê de dike gelek girîng e. Polîs ew rêxistin e ku cih û para her kesî diyar dike; siyaset jî di wê kêliyê de derdikeve holê ku yê ku nayê jimartin dibe dîtbar û yê ku para wî tune ye para xwe îdîa dike. Ji ber vê yekê, dîtbarî ne tenê meseleya temsîlê ye, lê meseleya ji nû ve avakirina rêza hestbarî ye. Cudahiya ku Rancière di navbera "estetîka siyasetê" û "siyaseta estetîkê" de dike jî li vir girîng dibe. Di estetîka siyasetê de, tevgerên siyasî bi amûrên wekî dirûşm, meş, pankart, sembol û çalakiyên giştî dîtbar dibin. Wateya siyasî bi rastî li ser van amûran dikare were xwendin. Li vir form, ji avakirina zanîna xwe zêdetir, rolê veguhestina zanînekê ku jixwe heye dilîze.


© Bi destûra galeriyê û hunermendî.

Polîtîkaya estetîkê lê belê li cihekî din kar dike. Huner, li şûna ragihandina peyameke siyasî ya rasterast, rêza ya ku tê hestkirin û tê dîtin ji nû ve ava dike; rejîmeke nû ya dîtbarî, axaftin û têgihiştinê diafirîne. Bandora siyasî ya hunerê tam jî li vê derê derdikeve holê: di ku wateyê bi şêweyekî amade nade. Em dikarin cudahiya di navbera sê qonaxên hilberînê yên di pêşangeha Saruhanê de jî bi vê veguherînê bixwînin. Tişta ku diguhere ne mijar e ne jî mekan; belkî taybetmendiya pêwendiya ku beden bi mekanê re ava dike ye. Ji ber vê yekê, meseleya mekanê li vir dikeve dewrê. Wekî ku Henri Lefebvre bi bîr dixe, mekan ne zemîneke bêalî û bêbandor e; ew qadeke ku ji aliyê têkiliyên civakî ve tê hilberandin û di heman demê de van têkiliyan ji nû ve hilberîne ye. Bilindahiya dîwaran, arasteya rêyan an jî çiqasiya asîmanê ku dikare were dîtin, ew rûxar in ku desthilat bi şêweyekî bêdeng lê domdar li ser wan kar dike. Polîtîkayên înkar, ewlehî û asîmîlasyonê yên ku bi salan li erdnîgariya Kurdan hatiye sepandin jî pergaleke mekanî ya bi vî rengî ava kirine. Tundî di nav jiyana rojane de cih girtîye; mekan wekî qadeke ku tê çavdêrîkirin, kontrolkirin û şopandin hatiye ezmûnkirin û ev ezmûn bûye beşek ji hafizaya bedenê. Di vê rêxistinê de hebûna Kurd piraniya caran di pozîsyoneke ku nayê dîtin, nayê jimartin an tenê di nav zimanê ewlehiyê de navê wê tê gotin de hatiye hiştin.


© Bi destûra galeriyê û hunermendî.

Pêşangeha Saruhanê tam jî ji nav vê têkiliyê derdikeve. Lê tişta ku wê balkêş dike ew e ku, li şûna eşkerekirina vê rejîmê bi vegotineke rasterast a şahidiyê, di têgihiştinê bixwe de navber û şikestinên piçûk diafirîne. Pirs ne tenê ew e ku tundî dê çawa were vegotin; belkî ew e ku dê li mekan û bedenê çawa bibe tiştek ku mirov wê hest bike û tê bigihîje. Di karên hunermend ên berî girtîgehê de, kontrol, ewlehî û çavdêrî ne bi vegotinên mezin an sembolên rasterast, lê bi hûrgiliyên piçûk ên ku di nav jiyana rojane de cih girtiye tên girtin dest. Wekî di şêweyên desthilatê yên ku Foucault pênase kirine de, kontrol wekî têkiliyeke ku reftarên rojane û awayê nihêrînê teşe dide kar dike. Hunermend, li şûna bikaranîna nîşaneyên rasterast wekî kuleya çavdêriyê, bariyer an jî amûrên wekî wan, ber bi şopên ku kontrol di jiyana rojane de hiştine ve diçe. Ji ber ku dema ku semboleke bi vî rengî tê bikaranîn, îmge ji destpêkê ve vediguhere nîşaneyeke girtî ya ku rasterast dibêje ew çi temsîl dike. Bîner, li şûna ku wê şîrove bike, wê nas dike û têkiliya wateyê berî ku bi rastî ava bibe temam dibe. Arastebûna Saruhanê ber bi hûrgiliyan ve jî vê wateya amade dereng dixe. Obje di nihêrîna yekem de xwe rave nake. Ew bîner neçar dike ku di nav formê de bigere û têkiliya xwe bi xwe ava bike. Ji aliyê Rancière ve gava em lê dinêrin, tişta ku li vir girîng e jî ev e. Berhem, li şûna ku ji pêş ve diyar bike ka divê çi were dîtin û çawa were famkirin, ji nihêrînê bixwe re qadek vedike. Bi vî awayî kontrol tenê ji mijareke ku tê vegotin dernakeve; ew vediguhere têkiliyeke ku bîner di şêweya nihêrîna xwe de wê bi awayekî rastîn ezmûn dike.


© Bi destûra galeriyê û hunermendî.

Di berhemên ku di nav heft salên girtîgehê de hatine afirandin de, girtîbûn ji rewşeke tenê fîzîkî derdikeve û vediguhere ezmûneke ku sînorên ramanê, afirîneriyê û xeyalê diceribîne. Tengahiya hucreyê vediguhere zexta ku tûjbûna wateya ku xêz dikare hilgire zêde dike. Xêz li vir amûreke tomarkirina demê ye. Her dûbarekirin û her qutbûn şopa rojan û li bendêmayînê ye. Bedena girtî qadeke din vedike ku xeyal dikare tê de hereket bike. Berhem vedibe ser qadeke ku yê nayê jimartin, heta di şertên herî sînordar de jî, dikare qada xwe ya dîtbariyê ava bike. Hunermend vê ezmûnê teslîmî nîşaneyên amade yên wekî şebekeyên hesinî an kelepçe nake. Bi vî awayî bîner îmgeyê bi çîrokeke “trajîk” ve nagirêde û derbas nabe. Ji ber vê yekê, cudahiya di navbera dilovanî û ramanê de li vir eşkere dibe. Destmala neqişandî ya di pêşangehê de di vê çarçoveyê de yek ji wan objeyan e ku dijberiya herî balkêş di xwe de dihêle. Gotina “Min ji bîr neke” ya li ser wê rasterast bi sedan girtiyên siyasî tîne bîra mirov û ev rasterastî, rîska şikandina rejîma wateyê ya ku di beşên din ên pêşangehê de tê derengxistin di xwe de dihêle. Lê destmal tenê ji gotina ku li ser wê hatiye nivîsîn pêk nayê. Neqiş ji dirûşmekê zêdetir şopa demeke ku bi keda dûbarebûyî ya dest ve hatiye tomarkirin e. Her derba derziyê vediguhere şêweyeke din a fonksiyona tomarkirina demê ya xêzê. Ji bo bînerê ku gotinê dixwîne, mesele êdî ne tenê ew e ku çi hatiye nivîsîn, lê belê ew e ku kê, di kîjan şertan de û bi kîjan sebrê ew çêkiriye. Ev ku nivîs dikare wekî nameyek, wesiyetek an jî tilismek were xwendin, nahêle ku obje li ser wateyekê tenê were qefilandin. Wate bi nihêrîna bîner re zêde dibe. Tam li vir destmal têgeha Pierre Nora ya “cihên bîranînê” tîne bîra mirov. Bîranîna ku destmal hildigire ji gotina li ser wê, ji keda destê ku ew çêkiriye, ji dema derbasbûyî û ji ezmûna bedenê pêk tê û raborî bi riya van şopên maddî ji nû ve dibe tiştek ku dikare were bîranîn. Bi vî awayî destmal ji îkonografiyeke amade derdikeve û şopeke konkret a têkiliya di navbera beden û bîranînê de hildigire.


© Bi destûra galeriyê û hunermendî.

Di cihkirinên serdema dawî de jî beden vediguhere hebûneke derbasbar ku mekanê vediguherîne. Valahiyên ku mirov dikare bikeve hundirê wan, formên tengbûyî û pêkhateyên nazik û şikestbar jiyanên ku di navbera parastin û penaberiyê de diherikin tînin bîra mirov. Gava parastin li hember gefa ku ji derve tê rêzek parastinê ava dike, penaberî piştî windahiyekê lêgerîna stargeheke demkî ye. Formên Saruhanê di navbera van her duyan de hilbijartinekê nakin; dijberiya di navbera wan de dikin beşek ji mekanê. Gava bîner nêzîkî valahiyê dibe an jî dikeve hundirê wê, êdî tenê temaşevan namîne; bedena wî/wê jî dibe parçeyek ji têkiliya ku berhem ava kiriye. Rawestana materyalên nazik û şikestbar li hemberî ba û giranî, demkîbûn û berdewamîya penaberiyê di heman demê de dixe ber çavan. Deriyên ku venabin, pêlik û valahiyên ku ber bi asîman ve vedibin, li hember rastiyê cîhaneke din datînêrin; lê di hundirê rastiyê de derfetek din a têgihiştinê diafirînin. Ji aliyê Rancière ve gava em lê dinêrin, mesele li vir derengxistina demkî ya dabeşkirina hestbarî ya heyî ye. Sînorê amade yê ku diyar dike çi pêkan e û çi dikare were dîtin, sist dibe. Ji ber vê yekê asîman jî êdî menzereyekê tenê nîne. Peyva “îhtîmal” a di sernavê de ne sozekê pêşkêş dike ne jî teseliyekê; ew îşaretê bi îhtîmaleke ku hêj temam nebûye dike. Têkiliya ku bedena di mekanekî girtî de dijî bi asîman re ava dike, îmgeya bingehîn a azadiyê û ezmûna bingehîn a sînordarbûnê tîne ser heman astê. Pêşangeh hewl nade ku vê dijberiyê çareser bike; ew wê ji ezmûna bîner re dihêle.


© Bi destûra galeriyê û hunermendî.

Ji vî aliyî ve, çalakiya Saruhanê ya hiştina “şopa tiliyê ya şîn” jî têkiliya di navbera mekan û bedenê de ya ku pêşangeh lê disekine berfirehtir dike. Mekanîzmaya şopandin û tomarkirinê ya ku dewletê li ser bedena takekes ava kiriye, tê berevajîkirin û tê veguhastin bo mekana giştî. Têkiliyeke desthilatê ya ku bi gelemperî nadiyar dimîne, bi riya şopa ku beden hiştiye dibe dîtbar. Mekanên rojane yên wekî rawestgehên otobûsan, park û dîwarên dibistanan dest pê dikin bi awayekî din bên xwendin. Li vir tişta siyasî ne tenê di ragihandina peyamekê de derdikeve holê, lê di awayê ku şopa bedenê li ser mekanê rêza hestbarî diguherîne de jî xuya dibe. Berdewamiya di navbera sê qonaxan de jî li vir eşkere dibe. Baldariya li ser hûrgiliyan ji mecbûriya karkirina bi materyalên sînordar di girtîgehê de dest pê dike û ji wir jî digihîje cihkirinên ku mekanê vediguherînin. Tişta ku di her qonaxê de diguhere, şêweya têkiliya ku beden bi mekanê re ava dike ye: pêşî bedeneke ku tê çavdêrîkirin, paşê bedeneke ku tê girtin û di dawiyê de bedeneke ku mekanê vediguherîne. Ev sê pozîsyon pêşangehê ji sê qonaxên ji hev qutbûyî derdixin û wê vediguherînin qonaxên cuda yên xeteke ramanê ya yekane.


© Bi destûra galeriyê û hunermendî.

Ji ber vê yekê, Îhtîmaleke Asîman ji avakirina vegotineke siyasî ya xêzkirî ku sê serdemên hilberînê rave bike zêdetir, xwe dispêre ezmûneke nihêrînê ya ku divê her carê ji nû ve were avakirin. Ew şopên ku înkar û tundî li erdnîgariya Kurdan li ser beden û mekanê hiştine, bêyî ku wan dakeşîne astê sembolên rasterast, di nav mantiqa form û demê bixwe de derdixe holê. Giraniya ku formên nazik, deriyên ku venabin, xêz û destmaleke tenê hildigirin, hêza hûrgiliyê ya ku vegotinên mezin nikarin bêdeng bikin tîne bîra mirov. Polîtîkbûna pêşangehê jî tam li vir derdikeve holê: ew tenê bi dîtbarkirina tiştekî qane nabe, lê şertên nihêrîna wê ji nû ve ava dike. Ji ber vê yekê jî pêşangeh, ji vegotineke şahidiyê ya ku bi hêsanî tê vexwarin zêdetir, ezmûneke têgihiştin û ramanê ye ku bi sebir hatiye avakirin. Pêşangeh, di encamê de, îhtîmala asîmanekî ku hêj tune ye lê dibe ku were xeyalkirin jî, di hundirê vê ezmûnê de dihêle.

Dilan Cudi Saruhan: Hunermendeke navbeşî ye ku li Stenbolê dijî. Saruhan li Beşa Peykersaziyê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Marmarayê perwerdeya lîsansê qedandiye û perwerdeya xwe ya lîsansa bilind jî li heman beşê de domandiye. Di pratîka xwe ya hunerî de ji şêweyên cihêreng ên derbirînê wekî peyker, cihkirin (enstalasyon), performans, vîdyo, xêz, tekstîl û xebatên arşîvî sûd werdigire.

Di bingeha xebatên Saruhanê de mijarên beden, mekan, bîranîn, nasname, zayenda civakî, çavdêrî, sînor û azadî cih digirin. Hunermend li qadên ku ezmûna takekesî bi bîranîna civakî û siyasî re têkiliyan ava dike bal dikişîne û bi taybetî bandora mekanê li ser bedenê û bîranîna ku objeyên rojane hildigirin vedikole. Ew di xebatên xwe de materyalên asayî dixe nav çarçoveyên cuda û bi vî awayî têkiliya wan ya bi dem, bîranîn û ezmûnê re eşkere dike.

Di pratîka hunerî ya Saruhanê de, ezmûna girtîgehê ya ji sala 2017'an heta 2024'an ku zêdetirî heft salan domandiye, xaleke veguherînê ya girîng pêk tîne. Hunermend di şert û mercên girtîgehê de jî afirîneriya xwe domandiye; bi materyalên wekî qumaş, destmal, atlet, telên por û pelên hişkbûyî re xebitiye û pratîkên wekî neqiş û xêzê veguherandiye amûrên bingehîn ên xebata xwe. Di vê serdemê de, sînordariya mekanê û têkiliya di navbera beden, dem û bîranînê de bûne mijarên bingehîn ên xebatên wê.

Piştî derketina ji girtîgehê, têkiliya di navbera beden û mekanê de di pratîka Saruhanê de rengekî nû digire. Di cihkirinên xwe de bi riya pêkhateyên nazik, valahiyan, deriyan, pêlikan û vekirinan ber bi asîman ve, têgehên parastin, penaberî, tevger û azadî vedikole. Ev xebat, ji avakirina cîhaneke alternatîf li hember rastiyê zêdetir, di hundirê rastiya heyî de li derfetên nû yên têgihiştin û ezmûnê digerin. Xebatên Saruhanê li Tirkiyeyê û di çarçoveyên navneteweyî de di pêşangeh, proje û çalakiyên hunerî de cih girtiye.

info@firezz.com 

Şîrove

00

Şîrove binivîse