Hunermenda hevdem a Kurd Cihan Çakmak, bi pêşangeha xwe ya kesane ya bi navê Cihan Çakmak. like a warrior (Cihan Çakmak. wekî şervanekê), ku bi kuratoriya Dr. Thekla Zell pêk hatiye, di 12ê Tîrmeha 2026an de li Museum Morsbroich a li Leverkusenê, Almanya, bi temaşevanan re hat cem hev. Pêşangeh, heta 8ê Mijdara 2026an dikare were serdan. Ev pêşangeh, ku di çarçoveya bernameya 75emîn salvegera muzeyê de hatiye organîzekirin, berfirehtirîn pêşkêşiya muzeyê ya hunermendê heta niha tîne cem hev. Di pêşangehê de nêzî şêst berhemên ji wêne, vîdyo, deng û xêzkirinê pêk hatine cih digirin; her weha xêzkirinên Çakmak ên ku ji sala 2019an ve hatiye afirandin jî cara yekem bi vî rengî û di çarçoveya muzeyekê de tên pêşkêşkirin.
Cihan Çakmak, ku li Almanyayê ji dayik bûye, di pratîka xwe ya navdîsîplînî ya ku wêne, vîdyo, deng û xêzkirinê tîne cem hev de, ji serpêhatiyên xwe yên kesane derdikeve û li ser mijarên wekî nasname, aîdiyet, koç, trawmaya nav-nifşî û kirdebûna femînîst dixebite. Berhemên Çakmak ji pirsê nasname çi ye dûr dikevin û di şûna wê de li ser wê yekê rawestin ku nasname çawa tê avakirin, çawa diguhere û di nav serpêhatiyên cuda de çawa ji nû ve teşe digire. Di vê çarçoveyê de, pratîka hunermendê kirdeyê wekî pêkhateyek sabît û yekpare nabîne; lê wê wekî hebûnek ku di nav têkiliyên civakî, serpêhatiyên dîrokî û şikestinên takekesî de her dem di pêvajoya bûn û guherînê de ye, dinirxîne. Cihan Çakmak. like a warrior jî tam di vê xalê de sînorên vegotineke biyografîk derbas dike û pirsên rexneyî derbarê wê yekê de derdixe holê ku bîr, beden û aîdiyet çawa têne avakirin.

when we leave, 2019
Rêzeya Cihan Çakmak a when we leave, dikare wekî lêkolîneke dîtbarî ya demdirêj were xwendin ku tê de hunermend bedena xwe hem wekî kirde hem jî wekî amûr bi cih dike. Ev wêneyên ku di salên cuda de hatine kişandin, şopa pêvajoyeke veguherînê ya ku di nav demê re derbas dibe dişopînin. Lêbelê, ji ku belgeyekê bin bêhtir, performansê bi xwe dixin navendê. Çakmak li vir tenê xwe temsîl nake; ew xwe ji nû ve ava dike. Her wêne tîne bîra me ku nasname ne pêkhateyek sabît e, lê pêvajoyeke berdewam a guherîn û bûnê ye. Di wêneyê sala 2019an de, beden bi riya qumaş û nexşan qatên bîra çandî hilgirtine. Li vir dîmenek tê avakirin ku kevneşopiya dîtbarî ya Kurdî û îkonografiya Rojava tê de digihîjin hev. Xalîçeya li erdê, qumaşên bi tonên zêr û zembak, di heman demê de hem hesta aîdiyetê û hem jî ya xerîbiyê vedixwînin.

when we leave, 2025
Di wêneyê sala 2025an de, lêbelê, ev dekora derveyî winda dibe; beden sade dibe û mekan bêtir rengê abstrakt digire. Nêrîna Çakmak rasterast û bêpar e, lê ev bêparî bi xwe formeke xwe-diyarkirinê ye. Pêçanên spî dikarin hem wekî nîşaneyên parastinê û hem jî wekî nîşaneyên birîndarbûnê bên xwendin; hêz û nazikbûn bi hev ve têne girêdan. Rêzeya when we leave çîroka derketina ji xwe ye ku ji ber veqetînê pêk tê. Hunermend di her kareyê de sînorên nasnameyê ji nû ve xêz dike; bi hev ve girêdana şopên çandî, biyografîk û bedenî, lêkera “çûn”ê vediguherîne awayekî hebûnê. Ev wêne qeyda dîtbarî ya pêvajoyeke kirdebûnê ya bêdeng lê kûr in; pêvajoyek ku tê de Çakmak bedena xwe hem wekî arşîveke dîrokî hem jî wekî arşîveke kesane bi kar tîne.

em fraktal_rausgehen, 2021
Wêneyên di rêzeya em fraktal a Çakmak de, jiyana rojane ya jinên Kurd wekî qadeke berxwedanê ya ku di nava asayîtîyê de veşartî ye, pêşkêş dikin. Jin li vir bi tenê xuya dikin, lê ev tenêtî bi hesta yekîtiya ku di nav wan de heye girêdayî ye. Ew forma bêdeng a îhtîmala destlêdana hev, parastina hev û alîkariya hev e. Di van wêneyan de, ku beden, qumaş û mekan di nav hev de dihelin, jinbûn bi nêzîkbûneke parêzvan tê pênasekirin. Her jest û her temas dikare wekî formeke nepenî ya piştgiriya hevdu were xwendin. Kadraja Çakmak cil û bergên rojane yên jinên Kurd, kirasên binexş, tonên pastel û qumaşên sade, ne tenê wekî hêmanên dîtbarî, lê her weha wekî rûberên bîra çandî jî dinirxîne. Ev cil û berg dibin nîşaneyên bêdeng lê berxwedêr ên nasnameyê; li hember estetîka anonîmker a modernîteyê, tevna bîreke kesane û hebûnî di xwe de dihildigirin. Wêne bedena jinê temsîl nakin; lê şûna wê qada têkiliyê ya ku li dorê wê ava dibe, nêrînên ku hevdu didînin, jest û bêdengiyan tomar dikin. Bi vî awayî, em fraktal pergaleke dîtbarî ava dike ku di wê de bîra kesane bi rîtma civakî re tê yekkirin. Her dubarekirin û her aks, ji nû ve afirandina hesteke “em” e ku di heman demê de hem takekesî û hem jî kolektîf e.

Version vom Selbst, 2026
Yek ji beşên herî balkêş ên pêşangehê jî xêzkirinên bi pênûsên rengîn in ku Çakmak di salên dawî de bi awayekî berfireh li ser wan xebitiye. Berhema hunermend a versions of the self , ku di nihêrîna yekem de bi zimanekî dîtbarî yê sade û hêsan xuya dike, beşek girîng a nêzîkatiya ramanî ya wê li ser nasnameyê pêk tîne. Otoportreyên ku di temenên cuda de, bi taybetmendiyên rû, şêweyên por û rengên cuda hatine afirandin, ji şûna ku rewşên derûnî yên guherbar ên heman kesî nîşan bidin, îşaretê bi hebûnên gengaz dikin ku hê derneketine holê an jî hatine tepisandin. Bi vî awayî, otoportre ji temsîlek psîkolojîk dûr dikeve û vediguherîne qadeke ramana dîtbarî ya ku nasname ne wekî cewhereke temamkirî, lê wekî pêvajoyeke domdar a guherîn û pirrjimarbûnê dibîne. Xêzkirinên Çakmak tenê bi nêrîneke ku ber bi xwe ve hatiye zivirandin sînordar namînin. Portreyên ku endamên malbata wê, hevalên wê û kesên ku ew bi wan re mezin bûye dikin mijar, ji biyografiyên takekesî derbas dibin û qadeke serpêhatiyê ya hevpar ava dikin. Rûyên sadekirî, nêrînên dûrketî û xetên nazik ên ku di van portreyan de derdikevin pêş, ji şibandina psîkolojîk zêdetir şopên ku bîr di bedenê de hiştiye xuya dikin. Bi vî awayî, dema ku sînorên di navbera ya kesane û ya kolektîf de nezelal dibin, kevneşopiya portreyê jî ji wêrankirina tenê ya temsîlkirinê derdikeve û vedibe şêweyekî dîtinê ku têkiliyan ava dike.
Wêne, vîdyo û xêzkirinên di pêşangehê de bi giştî şopên raboriyê yên ku îro jî di bedenan, nêrînan û bêdengiyan de dijîn, nîşan didin. Ji şûna ku temaşevan bikeve nav vegotineke yekane, ew bi qadeke vekirî ya raman û lêhûrbûnê re rû bi rû dimîne ku dikare bi serpêhatiyên xwe re têkilî lê ava bike. Taybetmendiyeke din a ku di pratîka Çakmak de balê dikişîne ew e ku ew nazikbûnê venaguherîne pêşandaneke estetîk. Hunermend, ji şûna ku trawmayê rasterast nîşan bide, şopên ku ew di bîr û bedenê de dihêle lêkolîn dike. Ev nêzîkatiya ku nediyarî li şûna teqezbûnê, û bêdengî û valahî li şûna temsîliyetên xurt derdixe pêş, temaşevan ji pozîsyona çavdêrê pasîf derdixe û wê vediguherîne beşdarê çarçoveya ramanî ya pêşangehê.
Ev gotinên ku di metna katalogê ya pêşangeha Cihan Çakmak like a warrior a Museum Morsbroichê de cih digirin, her weha nêzîkatiya Çakmak a li hemberî afirandina hunerî jî kurt û berbiçav rave dikin:
Ez hunerê dikim ji ber ku neçar im ku bikim.
Divê ez hunerê nekim.
Diya min wisa dibêje.
Mêrên di cîhana hunerê de wisa dibêjin.
Cîhana hunerê wisa dibêje.
Lê ez dikim. Ez dibînim.
Ev gotin nîşan didin ku pêşangeh ne tenê li derdora çîrokeke kesane teşe nagire; di heman demê de saziyên hunerê, şêweyên temsîlê û wateyên zayendî û siyasî yên xuyabûnê jî dixin nav nîqaşê. Pratîka Çakmak, ji şûna ku bersivên amade pêşkêşî temaşevanan bike, wan vedixwîne ku li ser nasname, bîr û aîdiyetê pirsên nû bipirsin.
Cihan Çakmak, ku di salên dawî de di qada hunera hevdem a Ewropayê de bûye yek ji navên ku gelek balê dikişînin, bi vê pêşangehê têgihiştineke hunerî ya ku serpêhatiya kesane di hundirê bîra kolektîf de ji nû ve dihizire, bi rengekî xurt derdixe holê. Ev pêşkêşiya berfireh, ku yek ji pêşangehên berbiçav ên bernameya 75emîn a Museum Morsbroichê ye, ne tenê nêrîneke giştî li ser berhemên hunermendê yên heta îro pêşkêş dike; di heman demê de tevkariyek girîng jî dide nîqaşên ku hunera hevdem li ser nasname, beden û bîrê dimeşîne.
Cihan Çakmak, hunermendeke dîtbarî ye ku di sala 1993an de li Osterholz-Scharmbeck, Almanya, ji dayik bûye. Ew li Berlîn û Lîzbonê dijî û pratîkeke navdîsîplînî pêş dixe ku wêne, vîdyo, deng, xêzkirin û nivîsandinê tîne cem hev. Piştî ku li Zanîngeha Zanist û Hunerên Sepandî ya Dortmundê perwerdeya wênekêşiyê wergirt, xwendina xwe li Hochschule für Grafik und Buchkunst Leipzig (HGB Leipzig) wekî xwendekara Prof. Tina Bara temam kir û di sala 2023an de nasnavê Meisterschülerin wergirt. Her weha beşdarî Bernameya Perwerdehiya Pêşketî ya International Center of Photography li New Yorkê bû.
Pratîka hunerî ya Çakmak li ser mijarên wekî nasname, aîdiyet, koç, trawmaya nav-nifşî, polîtîkayên bedenê û kirdebûna femînîst ava dibe. Bi bikaranîna wêne û otoportreyê wekî amûrên rexneyî yên ku nêrîna civakî û şêweyên temsîlê dipirsin, ew têkiliya di navbera bîra kesane û bîra kolektîf de lêkolîn dike. Berhemên wê, ku di heman demê de hem helbestî û hem jî siyasî ne, armanc dikin ku xalên hevgirtinê yên serpêhatiya kesane û dîroka civakî eşkere bikin.
Çakmak, ku di sala 2020an de Xelata Paula Modersohn-Becker ya Hunermendên Ciwan, di sala 2021ê de Xelata Wênekêşiyê ya Rössing, û di sala 2023an de bi fîlma xwe ya where I left you Xelata Ein-blicke-Preis wergirtiye, ku di çarçoveya Blicke Film Festival des Ruhrgebietsli Bochumê de ji fîlmên xwedî girêdanên biyografîk an tematîk re tê dayîn, di salên dawî de wekî yek ji dengekên balkêş ên hunera hevçerx a Ewropayê tê hesibandin. Berhemên wê di koleksiyonên girîng ên giştî û taybet de, wekî Museum der bildenden Künste Leipzig, Galerie für Zeitgenössische Kunst Leipzig, Museum Kunstpalast Düsseldorf, Staatliche Kunstsammlungen Dresden û Arendt Collection Luxembourg cih digirin. Çakmak bi pratîkeke ku çîrokên kesane bi bîra kolektîf û polîtîkayên nasnameyê re tîne cem hev, xebata xwe di pêşangeh û çalakiyên navneteweyî de didomîne.

Şîrove
00