FIREZZ
FIREZZ navê xwe ji têgeheke Kurdî bi navê “frêz/frîz”ê digire. Frêz nîşaneya awayekî hebûnê ye ku di şert û mercên herî dijwar de jî ji xwe re rêyeke vedike, kok dide û jiyana xwe didomîne. Ji bo FIREZZê ev têgeh îfadeya hilberîna serbixwe, berxwedana afirîner û hêza veguherîner a hunerê ye.
Firezz Contemporary Art, bi serenavê xwe yê din Kurdish Contemporary Art, platformeke hunerî û înîsiyatîfeke weşanê ya serbixwe ye ku armanc dike hilberînên rojane yên hunera hevdem û hunera hevdem a Kurdî derxe pêş. Armanca Kovara me ew e ku hunermend, kurator, lêkolîner, nivîskar û hezkiriyên hunerê di qadeke ramanê ya hevpar de bîne cem hev. Dema ku pîvanên estetîk, polîtîk û civakî yên hunera hevdem ji nîqaşê re vedike, bi taybetî girîngiyê dide tecrubeyên dîrokî, pratîkên rojane yên hunera Kurdî û têkiliyên wê yên bi qada hunera navneteweyî re, di çarçoveyên estetîk û polîtîk de ji nû ve bêne nirxandin.
Firezz Contemporary Art ne tenê weşanek e danasîna berheman e lê her weha wekî platformekê piştgiriyê dide ramana rexneyî, hilberîna hunerî ya serbixwe û diyaloga navdîsîplînî. Di kovarê de hevpeyvînên hunermendan, nivîsên rexneyî, nirxandinên pêşangehan, metnên teorîk û nîqaşên hunerî yên rojane cih digirin. Armanca me, dema ku dengên piralî yên hunera hevdem digihînin hev, ji bo hilberînên hunera Kurdî li ser asta herêmî û navnetewî, arşîveke mayînde û platformeke nîqaşê ava bikin.
Editorial Collective
Ebru OJEN
Yonca KARAKAŞ
Fatih TAN
Ahmed KUTLU
Mahsum ÇİÇEK
Yorumlar (1)
Bana çok şey katacağını umuyorum