Manifesta 16 Ruhr, ku di 21ê Hezîranê de deriyên xwe vekir û wekî yek ji girîngtirîn bîenalên hunera hevdem a koçer a Ewropayê tê naskirin, dê heta 4ê Cotmeha 2026an ji bo mêvanan vekirî bimîne. Çarçoveya hunerî ya Manifesta 16 Ruhrê ji aliyê tîmeke kuratorî ya navneteweyî ya heşt-endamî ku ji qad û dîsîplînên cuda têne ve hatî avakirin. Ev tîm, ku ji dîroknasa hunerê û kuratora Polonî Anda Rottenberg, kuratorê Polonî Krzysztof Kościuczuk, mîmar û plansazê bajaran ê Barcelonayî Josep Bohigas, kurator û galerîstê Alman René Block, rexnegirê hunerê û kuratorê Brîtanî Henry Meyric Hughes, dîroknasê hunerê û kuratorê serbixwe Gürsoy Doğtaş, mîmar û lêkolînera Alman Leonie Herweg û kuratorê serbixwe yê Alman Michael Kurtz pêk tê, arasteya têgînî û bernameya hunerî ya Manifesta 16 Ruhrê teşe kirine. Di vê Manifestayê de ku 106 beşdarvanan li çar bajarên Almanyayê dicivîne, 12 dêrên cihê ne wekî mekan hatine hilbijartin; dêrên ku piştî pêşketina pîşesaziyê û serdema piştî şerê, karanîna wan bi awayekî berbiçav kêm bûye. Çalakiya ku van cihanan wekî qadên hunerî ji nû ve dihizire, hewl dide bingeheke ramana hevpar ava bike li ser paşeroja van dêrên ku xwedî nirxeke mezin a mîmarî, çandî û dîrokî ne.
Di Manifesta 16 Ruhr a îsal de, hunermenda Kurd a hevdem Havîn Al-Sindy jî cih digire. Al-Sindy, ku bi berhema xwe ya bi navê How to carry a locust beşdarî bîenalê dibe, bi pratîka xwe ya pir-dîsîplîn di nav hunermendên herî balkêş ên vê bîenalê de tê hesibandin. Berhemên wê li Dêra Saint Josef a li Gelsenkirchenê tên pêşandan. Her wiha Havîn Al-Sindy bi Constructlab, Miedya Mahmod û Julia Nitschke re di bernameya perwerdehiyê ya bi navê Schule, Nachbarschaft und Wir (Dibistan, Tax û Em) de ku di vê beşa Manifestayê de tê lidarxistin, cih digire. Di çarçoveya vê bernameyê de, Al-Sindy û hunermendên din dibistanan wekî civakên berfirehkirî yên ku dikarin bi taxên derdorê re têkiliyên xurt ava bikin û veguherin qadên jiyana hevpar, dinirxînin. Ev bername, ku çar hunermend û kolektîfên hunerî tîne cem hev, lêkolîn dike ka dibistan çawa ahenga civakî nîşan didin û wê çawa teşe dikin; di heman demê de, bi rêya hevkariyên taybet ên li gorî mekanê ku her hunermendek bi dibistanekê re pêş dixe, cihêrengiyê wekî hêzeke ku têkiliyên civakî xurt dike derdixe pêş.

How to carry a locust, 2026 © Havîn Al-Sîndy. Photo © Manifesta 16 Ruhr / Ivan Erofeev
Havîn Al-Sindy, sazkirina vîdyo û enstalasyona berhema xwe ya How to carry a locust bi performanseke bi beşdariya berfireh ku di çarçoveya bernameya Schule, Nachbarschaft und Wir de pêk hat, temam kir. Hunermendê bi anîna cem hev a kaxizên bi reng û texmînên cuda, bi hevkariya kolektîf a xwendekaran, bi sedan formên kulî di mezinahiya xwe ya asayî de çêkirin û wan bi têlan ji banê mekanê daliqandin; bi vî awayî enstalasyonek pêk anî. Wê her wiha bi bikaranîna materyalên wekî têl, qumaş û ip bi teknîka medyaya têkel peykerekî mezin a kulî çêkir û ev xebat bi meşeke merasîmî ya ku ayînekî şamanîk tîne bîra mirov, veguherand performanseke kolektîf. Ji bilî vê, hunermendê bi modagerê li Berlînê dijî Ferhat Kartal, yê ku li ser îmajên Kurdî sêwiran çêdike, re performanseke multîdîsîplîner a bi navê Kiras û Fîstandi çarçoveya bernameyê de pêk anî. Xebatên Al-Sindy bi giştî avakerêk hunerî ya pir-qat pêk tînin ku ne tenê bi yek awayê vegotinê sînordar e; lêbelê dîmen, mekan û bedenê di nav yek çîrok û vegotinekê de dicivîne.
Enstalasyona How to carry a locust ya Havîn Al-Sîndy, ku bi keda hevpar a gelek destan ku nifş bi nifş dirêj dibe hatî afirandin, ji dîroka Kurdan deng dide; ji dîroka jiyana di bin çavdêriyê de, koçberkirina bi zorê û têkoşîna ji bo diyarkirina çarenûsa xwe. Di heman demê de, ew deriyê qadekê vedike ku şopên şer, bêmilkîkirin û têkoşîna mayînê di ezmûnên îroyîn de hatine xêzkirin. Kulî ji tu derê bê sedem dernakevin holê. Ew xalan girêdanê yên çîrokên cuda, krîz û berpirsyariyên ku ji cihê xwe hatine dûrxistin in. Tiştê ku wekî “îstîla” an “karesat” tê binavkirin, derewekî rehetker e ku rastiyê dinixumîne; çimkî li pişt süran şer, krîza avhewayê, îstismara axê û têkoşîna li dijî zordestiyê hene. Sûr û metnên ku ji aliyê zarokan ve hatine şekildan, li qada pêşangehê cih digirin, wê diguherînin û pergala wê ya sembolîk eşkere dikin. Bi vî awayî, berhem ji pêvajoyên hevkariya kolektîf ên ku bi rengekî xwezayî pêş dikevin derdikeve holê. Kuliyeke barkêş a ku ji aliyê zarokan ve tê hilgirtin, bi zanebûn pirs, berpirsyarî û nêrînan ji cihê xwe dihejîne.

How to carry a locust, 2026 © Havîn Al-Sîndy. Photo © Manifesta 16 Ruhr / Ivan Erofeev
Kulî îmajeyeke bihêz e ku hunermend wê wekî metaforekê dinirxîne. Hunermend ev îmajeya metaforîk ne tenê wekî kêzikeke ku di xwezayê de dijî dibîne, her wiha wê ji wê temsîliyeta ku tenê îşaretî qeyraneke ekolojîk dike jî azad dike. Kulî wekî dengvedana polîtîk a bîra civakî û hilgirê sembolîk ê tevgereke kolektîf derdikeve holê. Ev îmaje hebûneke ji xwezayê di cîhana hiş û xeyalê de dewlemendtir dike û bi şopên ku azmûnên dîrokî û serpêhatiyên hevpar di bîrê de hiştine, wê cismî dike.
Kulî bersiva sembolîk a wê têkiliya ku di navbera borî û îroyînê de tê avakirin e; her wiha sembola wê berdewamiya ku ji bîra takekesî ber bi bîra kolektîf ve dirêj dibe ye. Ew ne tenê mizgînvanê demên qeyranê ye, lê di heman demê de nîşaneya destpêkên nû jî ye.
Xuyabûna nişkêve ya kulîyê di şeklê refan de xala hestiyar a pergala civakî nîşan dide. Ew tîne bîra mirov ku dikare ji bo pergaleke nû zemînekî berxwedanê were avakirin. Tevgera wê, her çend wekî pirbûnekî bêserûber bê fêmkirin jî, hêza kolektîf a ku ji tevgera hevpar derdikeve holê temsîl dike. Bi gotineke din, xuyabûna wê ya kaotîk di nav refan de, ji hebûna takekesî derbas dibe û vediguhere nîşaneya ezmûnek û berpirsyariyeke hevpar. Çimkî ref potansiyalekî di nav xwe de dihewîne ku gelekî mezintir e ji kombûna takekesan, û vediguhere îfadeya armancekî hevpar û tevgereke hevpar. Fikirîna li ser kulîyê, wêdetirî koçberî û ji-cîh-kirina mirovan, wê wekî îmajeya yekgirtinê, piştgiriyê û berxwedanê wateyê qezenc dike. Bi gotineke din, ew derî vedike ji bo fikirîna li ser ji nû ve civîna bîreke civakî ya perçebûyî û li ser îmkana pêşerojeke hevpar. Ev berhem kulîyê ji wan têgihiştinên ku di jiyana rojane de bi dagirkirin, belavbûna nexweşiyan û qeyranan re têne girêdan, dûr dixe û wê vediguherîne xaleke girêkê ku vegotinên cuda yên polîtîk û ontolojîk lê dicivin. Ji vê aliyê ve, kulî ne tenê wekî objeyeke temsîlê tê xwendin; ew vedibe zemînekî sembolîk ku ezmûnên cuda yên dîrokî di nav xwe de dicivîne. Di çavê hunermendê de, ji ber vê yekê kulî semboleke dualî ye.

How to carry a locust, 2026 © Havîn Al-Sîndy. Photo © Manifesta 16 Ruhr / Ivan Erofeev
Havîn Al-Sindy, bi awayekî, vê îmajeyê bi civaka xwe re nasnameyek hevpar dide. Civaka Kurd ku di dîrokê de mexdûrê şer, qirkirin, koçberiya bi zorê û ji-cîhkirinê bûye; di warê erdnîgarî de gelek caran rastî dagirkeriyan hatiye, ji welat û warê xwe hatiye derxistin û bûye xwediyê ezmûneke dîrokî ya perçeperçe. Kulî vediguherîne sembola vê ezmûna dîrokî û bîra kolektîf. Lêbelê hunermend ev îmaje tenê li ser bingeha mexdûriyetê ava nake. Kulî di heman demê de nîşaneya azadî, pêşketin û wêrekiyê ye. Ji ber ku tevgera refê ne tenê belavbûnê, lê ji nû ve civîn û yekbûnê jî nîşan dide; ne tenê wêraniyê, lê îmkana ji nû ve avakirinê jî di xwe de dihewîne. Heta wisa ku şikestin xwe dibe neçarîyek; neçarîyeke ku tevî hemû astengiyan hebûna xwe diparêze û hîn jî hiş û bedena xwe hilgirê cîhana hevpar dike. Bi vî awayî Kulî vediguherîne îfadeya sembolîk a têkiliyekê ku di navbera mexdûriyet û berxwedanê, windahî û hêviyê, perçebûn û ji nû ve avakirinê de digere. Hêza têgînî û ontolojîk a ku bingeha berhemê ava dike, ji çarçoveya dîrokî ya ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê berxwedanên Kobanê û Şengalê lê derketine jî derbas dibe. Wêdetirî dagirkerî û wêraniyê, berhevbûna wan hestyariyan ku nikarin li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bûyerên li dijî ruhê serdemê qebûl bikin, tevgera wan qelebalixan tîne bîra mirov ku li ser axa zehmet û nehemwar de bazdidin, dema ber bi têlên sînor ve diherikin jî ji hêdîbûna leza xwe dixwazin xwe dûr bigirin. Ev bibîranîn di heman demê de dengvedana gelek mînakên serhildan û nerazîbûnê ye ku dem bi dem li sînorên cuda yên cîhanê derdikevin holê.
Di encamê de, îmajeya How to carry a locust ya ku Havîn Al-Sindy lê dihizire, bi trawmayên dîrokî yên civaka Kurd re têkildar dibe û vediguherîne hem bîra mexdûriyetê hem jî hilgirê sembolîk ê berxwedana kolektîf. Lê ev bîr ne vegotineke ku li raboriyê girtî maye ye. Berevajî wê, ew berdewamiya şêweyeke hebûna kolektîf e ku îroyînê ava dike û ber bi pêşerojê ve tê veguhestin.
Ji vî alî ve, kulî îmajeyeke polîtîk a bihêz e ku koçberî, ji-cîhkirin, yekgirtin û berxwedan di heman qada sembolîk de dicivîne. Hunermend dema ku bi rêya vê îmajeyê ezmûna dîrokî vediguherîne vegotineke estetîk, di heman demê de hêza siyasî ya bîra kolektîf û îradeya bi hev re hebûnê jî derdixe pêş.

© Rebecca Racine Ramershoven
Havîn Al-Sindy: Hunermendeke hevdem e ku di navbera Almanya û Kurdistanê de kar û hilberîna xwe didomîne. Piştî perwerdehiya xwe ya biyolojî û kîmyayê, Al-Sindy berê xwe da qada hunerê û pratîka çavdêriya zanistî di nav xebatên xwe yên navdîsîplîner de bi kar tîne. Xebatên wê xêzkarî, vîdyo, performans, enstalasyon û peykersaziyê li hev dicivînin. Pratîka wê li ser têkiliyên ku berdewam di navbera beden, bîr, ziman û ekolojiyê de diguherin hûr dibe, û di heman demê de mijarên wekî aidiyet, koçberî, sînor, bîra nav-nifşî û pêvajoyên nexuyayî yên xwezayê vedikole.
Hunermend bi rêbazên wekî veşartina kaxizê di nav axê de, avakirina mekanên kolektîf bi heriyê, şopandina tevgerên riwekan û torên kokan, an jî pêşxistina vegotinên pirzimanî, têkiliya dualî ya di navbera mirov û xwezayê de vedikole. Al-Sindy pêvajoyên xwezayî ne tenê wekî mijarekê, lê wekî beşekî aktîf ê pêvajoya afirandinê jî dinirxîne. Ji ber vê yekê, xebatên wê veguherîna biyolojîk, çerxên ekolojîk û bîra kolektîf di çarçoveyeke vegotinî ya hevpar de dicivînin.
Al-Sindy bi pratîkeke pir-medya kar dike û xebatên wê li medyumên cihêreng ên wekî xêzkarî, vîdyo, performans, rastiya virtual, enstalasyon û peykersaziyê belav dibin. Berhemên wê yên wekî Persona, Traces, Mapping Movements, Testimony of Boundaries, Nanê Rêk, Kiras û Fîstan û How to carry a locust mijarên ziman, nasname, bîra civakî, ezmûnên jinan û mîrateya çandî ya Kurdî ji perspektîfên ekolojîk û polîtîk ve vedikolin. Hunermend îro jî di navbera Almanya û Kurdistanê de kar û hilberîna xwe didomîne; li Bakurê Ren-Westfalyayê bi xwendekarên dibistanan re, li Akademiya Hunerê ya Braunschweigê bi hunermendan re, û di nav civakên hunerî yên Berlîn û Hewlêrê de projeyên li ser bingeha perwerde û lêkolînê dimeşîne.

info@firezz.com
Şîrove
00