
Thomas Hirschhorn, Rodçenko/Mayakovski, POST, 2026. Ev berhem di heman demê de wekî afîşa pêşangehê jî hatî bikaranîn. © Bi destûra galeriyê û hunermendî.

© Bi destûra galeriyê û hunermend.

© Bi destûra galeriyê û hunermend.

Thomas Hirschhorn, Fake It, Fake It – Till You Fake It, 2023 © Bi destûra galeriyê û hunermend.

Thomas Hirschhorn, Dog, POST, 2026 © Bi destûra galeriyê û hunermend.

Thomas Hirschhorn, Duchamp/Fountain, POST, 2026 © Bi destûra galeriyê û hunermend.

Thomas Hirschhorn, Spinoza, POST, 2026 © Bi destûra galeriyê û hunermend.

© Bi destûra galeriyê û hunermend.

© Bi destûra galeriyê û hunermend.

© Bi destûra galeriyê û hunermend.

© Bi destûra galeriyê û hunermend.

Thomas Hirschhhorn, EX-VOTO-TOMBOLA 2026, © Bi destûra galeriyê û hunermend.
Thomas Hirschhorn: Di sala 1957’an de li bajarê Bern ê Swîsreyê ji dayik bû. Di navbera salên 1978–1983’an de li Kunstgewerbeschule ya li Zurîhê perwerde dît û di sala 1983’an de li Parîsê bi cih bû. Hunermendê ku di serdema xwe ya pêşîn de bi sêwirana grafîkê re eleqedar bû, ji nîvê salên 1980’î pê ve berê xwe da hunera plastîk. Materyalên rojane û erzan ên wekî karton, zeliqoka qoliyan, folyoya alumînyom, plastîk, jêkiliyên rojname û kovaran, bûne hêmanên bingehîn ên pratîka hunerî ya Hirschhorn. Bi taybetî bikaranîna karton û zeliqokê, têgihiştina hilberîna zêde û berdewam, vekirina qadê ji fikra giştî re û destwerdana li şêweyên gera berhema hunerî, di nav taybetmendiyên diyar ên nêzîkatiya ku hunermend demeke dirêj e pêş dixe de cih digirin. Di xebatên Hirschhorn de sadeya van materyalan amûreke fikirînê ye li ser şêweyê hilberîna hunerê û têkiliya ku bi bîner re datîne. Hunermend, bi parastina wê yekê ku galerî û mûze ne tenê qadên ku huner dikare lê pêk were ne, xebatên xwe dibîne nav qadên giştî û civakên cihêreng. Spinoza Monument (1999), Deleuze Monument (2000), Bataille Monument (2002), 24h Foucault (2004), Musée Précaire Albinet (2004), Bijlmer Spinoza Festival (2009) û Gramsci Monument (2013) di nav mînakên herî tê naskirin ên vê nêzîkatiyê de cih digirin. Dema ku ev proje bi hev re tên fikirîn, nîşan didin ku Hirschhorn ramana abîdeyê ji avahiyên mayînde û biheybet derdixe û dibe qadên demkî, kolektîf û rojane.
Navûdengê navneteweyî yê hunermend ji dawiya salên 1990’î pê ve bi lez zêde bû. Di salên 1999 û 2015’an de beşdarî Bîenala Venedîkê, di 2002’an de Documenta 11, di 2006’an de Bîenala São Paulo û di 2008’an de Carnegie International bû. Di sala 2011’an de li Pavyona Swîsreyê careke din di Bîenala Venedîkê de cih girt. Di salên piştre de xebatên wî di sazî û pêşangehên girîng ên wekî La Triennale at Palais de Tokyo, Bîenala Shanghai, Manifesta 10, South London Gallery û MoMA PS1 de hatin nîşandan.
Di nav pêşangehên wî yên salên dawî de Theater of Operations: The Gulf Wars 1991–2011 a di sala 2019’an de li MoMA PS1, The Purple Line a di sala 2021’ê de li MAXXI ya Romayê, Fake It, Fake It – Till You Fake It a di sala 2024’an de li Gladstone Gallery ya New Yorkê û My Atlas # Our Atlas a di sala 2025’an de li Museo Helga de Alvear cih digirin. Têkiliya Hirschhorn a bi Alfonso Artiaco Gallery re jî ne nû ye; hunermend li vir berê di salên 2003 û 2006’an de pêşangeh li dar xistiye û di sala 2021’ê de rêzeya I-nfluencer-Poster pêşkêş kiriye.
Xebatên Hirschhorn îro di berhevokên saziyên girîng ên wekî Centre Pompidou, MoMA, Tate Modern, Dia Art Foundation, Philadelphia Museum of Art û Walker Art Center de cih digirin. Hunermend her wiha xelatên wekî Prix Marcel Duchamp (2000), Joseph Beuys Prize(2004), Kurt Schwitters Prize (2011) û Meret Oppenheim Prize (2018) wergirtiye.
Têbînî
[1] Ev têgihiştina Platonî ya ku ji Yewnana Antîk ve tê û didome, ango argumana ku Rancière wê wekî “polîtîkayeke xelet-avakirinê” binav dike, ji bo siyaseta Kurd û bi taybetî ji bo hunera Kurd jî derbasdar e. Meseleya nebûna qudreta arkheyê an jî nebûna wasefa pêkanîna wê, divê ji hêla hunera hevdem a Kurd ve jî were fikirandin. Têgihiştineke hunerî ya ku qudreta xwe ya arkheyê eşkere nake, vê kêmasiyê bi xwe di nav hilberînên hunermendên Kurd de, bi awayekî neyekser û gelek caran bînehiş, ji nû ve hildiberîne. Di rewşeke wiha de, li şûna ku derfetên hilberîna xweser û xwerû ya hunera xwe pêş bixe, vegotin û pozîsyona “antîteza” diyalektîkeke patetîk dixe pêş. Arasteya hilberîna hunerî ber bi îmajeyeke ku ji hêla îktidar û otorîteyê ve ji berê de hatiye diyarkirin ve tê zivirandin. Ev meyla fenomenolojîk, li ser bingeha parastin û teşhîrkirinê, dibe sedema derketina hilberînên ku îdiaya wan a xwerûbûnê qels e. Di encamê de ev hilberîn du tiştan pêş dixin: yekem, qudreta îktidarê ji nû ve dixin nav gerê; duyem jî, êş û mexdûriya xwe ji nû ve dixin nav gerê û bi riya formeke temsîlî ya patetîk, pêdiviya îsbatkirina hebûna xwe li hemberî îktidarê didomînin.
[2] Jacques Rancière kokên wê têgihiştinê ku dibêje beşên bêqîmetkirî û ji para civakî dûrxistî ne xwediyê demekê ne ku ji bo fikirînê, tevlêbûna hunerê an jî beşdarbûna jiyana siyasî veqetînin, heta bi Platon dibe. Ramana ku divê karker tenê bi karê xwe re eleqedar bibe, ne tenê dabeşkirineke kar e ku pêgeha civakî ya wî diyar dike; di heman demê de diyar dike ka kê maf heye bifikire, biaxive û tevlî jiyana çandî bibe. Di pirtûka xwe ya Fîlozof û Xizanên Wî de Rancière nîqaş dike ku ev têgihiştin li ba Marx, Sartre û Bourdieu bi şêweyên cuda ji nû ve tên hilberandin. Ji ber vê yekê pirtûk ne tenê dipirse xizan çawa tên temsîlkirin, lê her wiha dipirse ka kapasîteya wan a hizrî û siyasî bi riya kîjan mekanîzmayan tê sînordarkirin. Xala bingehîn a ku Rancière rexne dike, ne entelektuel bi xwe ye, lê ew role ye ku ji wî re tê dayîn: roleka kesekî ku hişmendiyê dide, rê nîşan dide û li şûna xizan û karkeran diaxive. Li gorî Rancière, ev cûre pozîsyonê wê feraziyeyê ji nû ve hildiberîne ku xizan û karker bi serê xwe ne xwediyê kapasîteya fikirînê, axaftinê û çalakiyê ne. Ev, di wateyekê de, ne “parvekirina ya hestbar” e, lê sabîtkirina nîzama heyî ye ku diyar dike ka kê dikare çi bibîne, çi bibêje û çi bike. Xala ku hemû nîqaş lê girê dibe jî tam li vir e.
[3] Metna temam a nameşandina e-posteyê ya Thomas Hirschhorn û Jacques Rancière:
https://onlineopen.org/presupposition-of-the-equality-of-intelligences-and-love-of-the-infinitude-of-thought?utm_source=chatgpt.com
Jean-Luc Marion, Görünürün Kesişimi. werg. Murat Erşan, İstanbul: Monokol Yayınları, 2012.
Jacques Rancière, Dissensus, Politika ve Estetik Üzerine. werg. Mustafa Yalçınkaya, İstanbul: Ayrıntı Yayınları, 2020.
Jacques Rancière, Siyasalın Kıyısında. werg. Aziz Ufuk Kılıç, İstanbul: Metis Yayınları, 2007.

info@firezz.com
Şîrove
00