FIREZZ — Kurdish Contemporary Art Magazine Issue 1, Summer 2026
Dİ HUNERA KURDÎ DE ŞÊWEYÊN XWERAGIRTINÊ: LI EXETERÊ PÊŞANGEHA ENDURANCE

Dİ HUNERA KURDÎ DE ŞÊWEYÊN XWERAGIRTINÊ: LI EXETERÊ PÊŞANGEHA ENDURANCE

Pêşangeha hevpar a bi navê ENDURANCE, ku di berhemên hunermendên Kurd de balê dikişîne ser bîr, windahî, jiyana rojane û şêweyên berxwedanê, li The Street Gallery ya ku di bin banê Enstîtuya Lêkolînên Erebî û Îslamî (IAIS) ya Zanîngeha Exeterê li Îngilistanê de ye, bi temaşevanan re hat cem kirin.

Pêşangeha hevpar a bi navê ENDURANCE, ku di berhemên hunermendên Kurd de balê dikişîne ser bîr, windahî, jiyana rojane û pratîkên berxwedanê, li The Street Gallery ya ku di bin banê Enstîtuya Lêkolînên Erebî û Îslamî (IAIS) ya Zanîngeha Exeterê li Îngilistanê de ye, hat pêşandan. Pêşangeha ku kuratoriya wê Niga Salam girtiye ser milê xwe, bi riya serpêhatiyên dîrokî yên piralî yên Kurdistanê nêzî têgeha xweragirtinê dibe û vê yekê wekî têgehekê pêşkêş dike ku nîşan dide jiyan di bin bandora şerên wekaletê (proxy wars) de çawa berdewam dike. Ev gotinên Salam xala destpêkê ya pêşangehê bi zelalî derdixin holê: "ENDURANCE ne ji bo ku her tiştî li ser Kurdistanê rave bike, lê ji bo ku deriyekî veke hate afirandin. Mirov tiştên nû fêr bûn; hin kes bi kûrahî bandor bûn û hin kesan jî îlham girt." Ev nêzîkatî temaşevanan vedixwîne ku bi serpêhatiyên cuda yên jiyankirî re rû bi rû bimînin. Pêşangeha ku ji wêneyên şer ên ku bi berfirehî di medyayê de belav dibin wêdetir diçe, şikestinên di jiyana rojane de kom bûyî, berdewamiya bîreke hevpar lê dûr û şêweyên ku jiyan bi wan ji nû ve tê avakirin berçav dike.

Di pêşangehê de berhemên Faek Rasoul, Hardi Kurda, Ahmed Najm, Sarina Panahideh, Kamaran Najm, Bzhwen Jamal, Awaz Suad û Baha Yasir, digel gotareke Hoshang Bahjat, cih digirin. ENDURANCE, ku hunermendên ji nifş û dîsîplînên cihêreng tîne cem hev, bi hevkariya Ajansa Metrography ya Silêmaniyê hate pêkanîn. Pêşangeha ku wêne, vîdeo, enstalasyon, deng û materyalên arşîvê tîne cem hev, bandorên demdirêj ên şer û piştî şer dinirxîne. Di vê çarçoveyê de navê ENDURANCE wekî şêweyekî berxwedanê ku bîrê diparêze, jiyanê ji nû ve birêxistin dike û berdewamiya çandî pêkan tîne, îşaret bi xweragirtinê dike. Tecrubeyên wekî windahî, koçberiya bi zorê, şer û cihwarbûn ne wekî bûyerên ji hev qutbûyî tên dîtin, lê wekî parçeyên bîreke hevpar a ku ji nifşekê bo nifşeke din tê veguhestin, şêweyên jiyanê yên ku bi pratîkên rojane bi berdewamî ji nû ve tên avakirin û berdewamiya çandî ya domdar tên nirxandin.

Faek Rasoul – Depleted in Memory

Yek ji xebatên herî balkêş ên pêşangehê enstalasyona Faek Rasoul a bi navê Depleted in Memory ye. Rasoul bi hezaran bermayiyên pênûsên ku bi salan kom kirine li ser toreyeke metalîk birêxistin dike û van bermayiyan vediguherîne materyala bingehîn ya berhema hunerî. Ev perçeyên piçûk ên ku piştî qat bi qat xêzkirinê mayîne, êdî ne bermayiyên berhemên qediyayî ne; ew dibin şopên maddî yên ku dem, ked û bîrê di nav xwe de digirin. Wekî ku hunermend di metna ku bi berhemê re hatiye pêşkêşkirin de diyar dike, pratîka wî ya xêzkirinê li ser dubarekirin, şophiştin û berdewamiya bîrê ava bûye. Di vê enstalasyonê de heman pêvajo bi navgîniya pênûsên qelibî û kurtbûyî bi xwe berçav dibe. Serên pênûsan ên ku ber bi jêr ve hatine daliqandin, ji aliyekî ve hesta metirsî an êrîşkariyê diafirînin, ji aliyê din ve jî şopên demê, bikaranînê û hilberîna afirîner a bê navber vediguhezin. Rasoul van hezaran bermayiyên pênûsan ên ku li stûdyoya wî kom bûne wekî parçeyên mayî yên pêvajoyeke afirîner dibîne ku bi hewldana tepisandina bîranînên giran an jî rûbirûbûna rasterast bi wan re hatiye şekildan. Bermayiyên pênûsan ên ku di pêşangehê de tên nîşandan tenê beşeke piçûk a wan e ku bi salan kom bûne. Bi gotineke Kurdî: "Miştek ji xermanekî" (مشتێکە لە خەرمانێک).

Baha Yasir – The Weighted Strand

Di pêşangehê de xebateke din a balkêş jî berhema Baha Yasir a bi navê The Weighted Strand e. Yasir, nêzî têgeha xweragirtinê wekî hilgirê berdewamiya dîrokî dibe. Ev enstalasyona mezin a ku bi temamî dîwarê galeriyê digire, metna hunermend û xêzika demê ya kronolojîk a ku ji sala 1916an heta roja me dirêj dibe tîne cem hev. Bûyerên dîrokî, peyman, komkujî, koç û şikestinên siyasî yên ku li ser xêzeke sor tên rêzkirin, ne wekî rêzek ji dîrokan, lê wekî tevneyeke bîrê ya bi hev ve girêdayî derdikevin pêşiya me. Li vir kronolojî êdî ne amûreke bêalî ye ku raberdûyê birêxistin dike; ew vediguhere îfadeyeke dîtbarî ya tecrubeya dîrokî ya ku bi qutbûn, dubarebûn û kombûnê hatiye şekildan.

Berhemên Bijartî yên Kamaran Najm

Wênekêş Kamaran Najm şer, piştî şer û xweragirtinê di çarçoveya jiyana rojane de dinirxîne. Wêneyên ku di vê hilbijartinê de cih digirin, kêliyên nazik lê bi hêvî yên ku tevî siya pevçûnan jî didomin, berçav dikin. Wêneya jineke ku li ser hêlanê bi ken dibe, tevî hebûna fîgurên leşkerî yên li paşperdeyê, hesta mirovahiyê û kêfxweşiyê ya ku di nav şer de jî xwe diparêze tîne bîra mirov. Najm, xweragirtinê ne bi vegotinên qehremaniyê, lê bi rêya şêweyên berxwedanê yên bêdeng ku di nava jiyana rojane de xuya dibin, dinirxîne. Wêneyên wî dibin şahidiyên dîtbarî yên ku hem trawmayên jiyana li Kurdistanê û hem jî hêviyên ku piştî van trawmayan ji nû ve tên avakirin belge dikin.

Ahmed Najm – Abdi’s Route

Wênekêş û dîrektorê Ajansa Metrographyê Ahmed Najm, hem wekî hunermendekî ku bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bû hem jî wekî axêverekî ku nûnertiya ajansê dikir, tevlî pêşangehê bû. Xebatên Najm, ku ji temsîlên şer ên ku di medyayê de bûne serdest wêdetir diçin, balê dikişînin ser belgekirina çîrokên ku pir caran tên paşguhkirin û şêweyên şahidiya bêdeng. Di wêneyên wî de pevçûn ne tenê wekî qadeke wêraniyê xuya dibe, lê di heman demê de wekî cihekî ku rûmeta mirovî û xweragirtin lê hebûna xwe didomînin. Beşdariya Ahmed Najm bi nîşandana belgefîlma ku jiyan û çîroka bavê Mazlûm Ebdî li Rojavayê dike mijar, teşe digire. Belgefîlm ji çîrokeke jiyana takekesî dest pê dike û têkiliyên di navbera malbat, bîr, nasname û rastiya civakî û siyasî ya Rojavayê de dinirxîne. Vegotina ku bi rêya çîroka bavê Mazlûm Ebdî bîra kesane bi çarçoveyeke dîrokî û kolektîf a berfirehtir re tê girêdan, qateke din pêk tîne ku eksenên nasname, aîdiyet û bîrê yên pêşangehê temam dike. Beşdariya Najm a li pêşangehê bi giştî hêza şahidiya wênekêşiya belgeyî diguhezîne asteke têgehî. Gava ku bi xêzika demê ya dîrokî ya ku di pêşangehê de cih digire re bê nirxandin, xebatên wî bîra kolektîfa civaka Kurd wekî arşîveke dîtbarî ji nû ve ava dikin. Ev nêzîkatî bi pêşniyara bingehîn a pêşangeha ENDURANCE re bi taybetî hevaheng e: Xweragirtin ne tenê şêweyekî berxwedana fîzîkî ye, lê di heman demê de çalakiya bîranînê, parastinê û vegotinê ye.

Xelatên Kamaran

Ajansa Metrography ya ku ji aliyê Ahmed Najm ve tê temsîlkirin, ajansekî wênekêşiyê yê serbixwe yê Iraqê ye ku xwe terxan kiriye ji bo ku şahidiyên dîtbarî yên ji Kurdistan û Iraqê bigihîne temaşevanên navneteweyî. Ajans di heman demê de bernameya Xelatên Kamaran jî bi rê ve dibe; bernameyek ku ji bo bîranîna hevavakarê wê Kamaran Najm, yê ku di sala 2014an de li Kerkûkê dema ku pevçûnên di navbera DAIŞ û hêzên Pêşmerge de dişopand winda bûbû, hatiye afirandin. Ev xelata bi prestîj a rojnamegerî û bîranînê her sal ji wênekêş û rojnamegerên ku li herêmên şer dixebitin re tê pêşkêşkirin; wêrekiya wan, dilsoziya wan a ji bo berpirsiyariya şahidîkirinê û hewldanên wan ên ji bo parastina bîra kolektîf bi rûmet dike.

Sarina Panahideh – On My Way

Xebata vîdeoyê ya pirkanal a Panahideh, bedenê dixe navenda vegotineke dîtbarî ya ku bi rêya tekstîl, girêk, nixumandin û tevgerê ve teşe digire. Berhema ku di navbera dîmenên bi hev ve girêdayî yên qumaşên kombûyî, seriyekî bi têlên stûr girêdayî, fîgureke rûyê wê veşartî û dîmenên perçekirî yên bedenê de bi pêş ve diçe, zimanekî dîtbarî yê guherbar û pirqatî ava dike. Li vir beden ne wekî nasnameyeke sabît, lê wekî cihekî ku bi berdewamî ji nû ve teşe digire û di bin bandora hêzên derveyî de dimîne, tê pêşkêşkirin. Îmgeyên tekstîl û girêkan ên ku xwe dubare dikin, qadeke wateyê ya piralî vedikin ku di navbera parastin û sînordarkirin, aîdiyet û cihwarbûnê de diçe û tê. Berhema Sarinayê ji aliyekî din ve xebateke performansê ye ku bi rêya tomarên belgekirinê ji temaşevanan re tê ragihandin. Performans bi rewşa girêdayî ya hunermend dest pê dike û paşê vediguhere pêvajoyeke reqs û tevgerê ku tê de beden gav bi gav azad dibe. Ev veguherîn pêvajoyeke têkoşîn û azadbûnê temsîl dike, û di heman demê de balkêşandina li ser dengên ku hunermend di dema performansê de derdixe holê yek ji qatên têgehî yên xebatê pêk tîne. Xebata Sarinayê tecrubeya jinatiyê bi qatên wê yên cihêreng dinirxîne û di heman demê de meseleya nasnameya kesane û neteweyî wekî beşek ji vê tecrubeyê dibîne. Bi kurtasî, On My Way li şûna ku temaya xweragirtinê ya pêşangehê rasterast temsîl bike, wê di ser veguherîn, nazikbûn û şikestinên ku beden tecrube dike re dinirxîne.



Hardi Kurda – Illegal Frequencies

Hunermendê deng Hardi Kurda, bi xebatên xwe yên ku koçberî, cihwarbûn û bîrê bi rêya pratîka guhdarîkirinê ya ku wekî tecrubeyeke bedenî tê dîtin lêkolîn dike, tê naskirin. Kurda, ku ji frekansên radyoyê, dengên derdorê, parazîtên elektromanyetîk û qatên bihîstinê yên jiyana rojane yên ku gelek caran tên paşguhkirin sûd werdigire, guhdarîkirinê vediguherîne qadeke lêpirsînê ya ku hem polîtîk e hem jî estetîk. Illegal Frequencies, temaya xweragirtinê ya pêşangehê bi lêkolînên hunermend ên demdirêj ên li ser deng, bîr û cihwarbûnê re girê dide.

Bzhwen Jamal – Charred Stumps in Two Meter Wide Crater

Wêneyên Jamal balê dikişînin ser dîmenên ku dema piştî şer veguherandine. Di kadrajê de darên bi tenê, qurmên hişkbûyî û nebatan kêm serdest in; xweza wekî hawîrdoreke ku yekitiya xwe ya berê winda kiriye derdikeve pêşiya me. Hunermend li şûna ku wêraniyê rasterast nîşan bide, dikeve pey şopên pevçûnê yên ku di bêdengiya dîmenê de mayîne. Berhem balê dikişîne ser çîroka bajarokê Êzidî yê Kurdan Başîqa (Ba'shiqa), ku di navbera Mûsil û Hewlêrê de cih digire. Ew şewitandina darên zeytûnê yên ku ji bo cotkarên Êzidî pîroz tên hesibandin, ji aliyê DAIŞê ve di dema ketin û vekişîna wan ji bajarokê de, dike mijar. Şewitandina van daran ne tenê wekî wêraniyeke fîzîkî, lê wekî êrîşeke rasterast a li ser nirxên olî û çandî yên civaka Êzidî tê dîtin. Helbestên ku vê çîrokê vedibêjin û bi wêneyan re tên pêşkêşkirin, vegotina dîtbarî û wêjeyî tînin cem hev û dihêlin ku trawma û bîra kolektîf a jiyankirî di qatên cihêreng de were îfadekirin. Bi vî awayî, berhem temaşevanan vedixwîne ku xwezayê wekî cihekî bîrê bifikirin; cihê ku şopên mayînde yên tundî û demê di nav xwe de dihêle.



Awaz Suad – Small Toys, Big Worlds

Projeya Suad, ne tenê wekî nesneyekê, lê wekî cîhana zarokekî, qadeke ewlehiyê û cihê ku bîranînên malê di nav de tên parastin, nêzî pêlîstokê dibe. Di wêneyan de zarok li pêşiya dîwarên kevirîn bi pêlîstokên xwe yên herî hezkirî poz didin; her pêlîstokek vediguhere nîşaneyeke eşkere ya ku nîşan dide ka hêza xeyalê çawa dikare, tevî şert û mercên şer û cihwarbûnê, wekî stargehekê kar bike.

Hunermend hem hêza bêdeng a zaroktiyê hem jî xweragirtina hêza xeyalê berçav dike. Small Toys, Big Worlds rêwîtiyeke dîtbarî pêşkêş dike ku nîşan dide şadî û lîstik çawa dikarin tevî şert û mercên herî dijwar ên jiyanê jî hebûna xwe bidomînin.

 

ENDURANCE, wekî beşek ji rêzeya REWORLDINGê ya ku di çarçoveya bernameya MA Curation a 2026an a Zanîngeha Exeterê de hatiye pêşxistin, hat pêkanîn. Pêşangeh di navbera 19ê Hezîranê û 1ê Tebaxa 2026an de ji bo serdanê vekirî bû.

info@firezz.com

 

 


Yorumlar (0)

Yorum Yaz