Here naverokê
FIREZZ — Kurdish Contemporary Art Magazine Issue 1, Summer 2026

PÊŞANGEHA BACK CONTAMINATION A YONCA KARAKAŞ

Pêşangeha Back Contamination a Yonca Karakaş, li G-art Gallery heta 10ê Tîrmeha 2026an hat dirêjkirin.

PÊŞANGEHA BACK CONTAMINATION A YONCA KARAKAŞ

Pêşangeha nû ya kesane ya Yonca Karakaş, yek ji navên xweser ên hunera hevçax, Back Contamination (Kontamînasyona Vegerê), ku di navbera 12ê Gulanê û 27ê Hezîranê de li G-art Gallery berdewam dikir, heta 10ê Tîrmeha 2026an hat dirêjkirin.


Back Contamination (2026)

Pêşangeha ku ji wêne, vîdyo û enstalasyonan pêk tê, temaşevanan vedixwîne ku senaryoyên felaketê yên li ser pêşeroja mirovahiyê ji nû ve bifikirin. Ew fikra tunebûnê bêyî ku bi îmajên dîstopîk ên asayî re tê girêdan, di ser têkiliyên nazik ên di navbera beden, bîr û têgihiştinê re dinirxîne. Karakaş, têgihiştina li ser gefan a ku hişê mirov bi awayekî peresendî pêş xistiye wekî xala destpêkê digire, û dipirse bê çawa vegotinên şer, wêranîya jîngehê û qiyametê yên ku di medya û bîra kolektîf de bi berdewamî tên dubarekirin, şêwazên ramana me teşe didin. Pêşangeh jî bîr dixe ku pêşbîniyên li ser pêşerojê gelek caran bi îmajên felaketê yên ku ji rabirdûyê têne girtin sînordar dibin, û her weha balê dikişîne ser formên rîskê yên ku nayên dîtin an jî kêmtir temsîl dibin. Di vê çarçoveyê de, pêşangeha Back Contamination a Yonca Karakaş li G-art Gallery, li şûna nîşandana rasterast a felaketê, îmajên ku aîdî piştî rûdana wê ne di nav metamorfozê de diguherîne. Xebatên Karakaş ji sînorên şeran, wêranîya jîngehê û dîmenên dîstopîk derbas dibin û temaşevanan bi sêwiraneke sehneya sterîl, hema bêje klînîkî re rû bi rû dihêlin. Ev rêbaz felaketê ji rûdaneke awarte ya li cîhana derve dertîne û wê di nava beden, têgihiştin û qada kurguyî de cih dike.

Di kompozîsyonên Karakaş de hêmana yekem a ku balê dikişîne, dîmenên bêhêzdar û hema bêje cemidî yên bedenên mutasyonbûyî ne. Di van dîmenan de, sînorên di navbera fîgurên mirov û mişkan de nezelal dibin; guh, poz, çerm û rûber, yekbûna xwe ya anatomîk a asayî winda dikin. Lê belê ev deformasyon ne ji bo afirandina tirseke grotesk e, belkî wekî zimanê bingehîn ê pêşangehê tê bikaranîn. Beden, ji mexdûriyeta felaketê derbas dibin û vediguhere nîşaneya guherîneke nû ya ku bi wê re tê adaptekirin. Pêşangeh di vê xalê de texrîbata ku hilweşînek çêkiriye nîşan nade. Ji ber ku hilweşîn berê pêk hatiye û tenê şopên wê yên biyolojîk û estetîk mane. Tu şopa kavilan an jî enkazê nayê dîtin. Li gorî vê, rewşek derdikeve holê ku tê de guhertineke bêvegerr a di şêwe, çerm û tevgerên bedenan de bi awayekî berbiçav tê dîtin.


Back Contamination (2026)

Yek ji aliyên diyarker ên pratîka Karakaş, vekişandina bi zanebûn a vegotina li ser cîhana derve ye. Karakaş, temaşevanan ber bi qadên şer, kavilan an jî rêzefîlmên li pey hev ên hilweşîna ekolojîk ve araste nake. Li şûna vê, ew mekan, tişt û bedena mirov wekî dekoreke teatrîk ji nû ve ava dike. Bi vî awayî, temaşevan rasterast rastî felaketê nayê; lê dikeve nava sehneya ku piştî felaketê jî hebûna xwe didomîne. Pêşangeh, zêdetir ji bûyerên ku temsîl dike, di ser valahiyên ku temsîl nake re kar dike. Enstalasyona CHECKPOINT a ku di navenda vê atmosferê de cih digire, wekî parçeyekî vê veguhastinê, li cihê herî balkêş ê qada pêşangehê disekine. Hêmanên mîmarî yên bi vî rengî ku ewlekariya sînoran û kontrola derbasbûnê tînin bîra mirov, di xebatên Karakaş de wateyek nû qezenc dikin. Li vir tiştê ku tê kontrolkirin ne gerra bedenan e; lê guherîna sînorên di navbera mirov û heywan, xwezayî û çêkirî, hundir û derve de ye. Zarok, mezin û heywan ji çarçoveyên tundkarî, dem û mekanê têne derxistin û li derveyî ziman, pratîk û hemû têkiliyên vegotinî tên bicihkirin. Ji ber vê yekê, her hêmana ku di sehneyê de heye, tenê wekî tezahura rastiya objek­tîf xuya dike. Sêwirana sehneyê jî qada bingehîn a ku ev objek­tîfbûn lê tê avakirin pêk tîne; lê ev sînor her weha bi awayekî hevdemî wekî ku jixwe têne hilweşandin disekinin. Xala kontrolê êdî wateya xwe wekî mekanîzmayeke rêxistinê ya derbasbûnê winda kiriye û hesteke dekorê ya valayî diafirîne.

Paleta rengan a sterîl, rûberên bêqisûr û kompozîsyonên bi hişyari kontrolkirî ev bandor zêdetir xurt dikin. Her çiqas dîmen di nihêrîna ewil de aram û rêkûpêk xuya bikin jî, ev rêkûpêkî hîn jî xerabûneke biyolojîk û ontolojîk vedişêre. Bi vî awayî, Back Contamination ji repertuwara dîtbarî ya naskirî ya estetîka felaketê dûr dikeve û pêşniyareke acizker dide: belkî mirovahî ne bi teqîneke mezin, lê bi guherînên hêdî û zehmet tê têgihiştin ber bi dawiyê ve diçe. Ev nêzîkatî, rêzikên navdar ên helbesta T. S. Eliot The Hollow Men tîne bîra mirov: “This is the way the world ends / Not with a bang but a whimper” (Va ye cîhan wiha bi dawî dibe / ne bi teqînekê, lê bi nalînekê).


Back Contamination (2026) Ji Salona Pêşangehê

Di pêşangeha Karakaş de jî felaket ne bi deng û hereketeke xirecir diçe pêş. Ew bêdeng pêşve diçe; di bedenan, rûberan û di nîzama sterîl a mekan de xwe dide hîskirin. Felaket li vir ne rûdanek e, belkî pêvajoyeke kontamînasyonê ya hêdî ya ku dirêjmayî ye. Tiştê ku temaşevan dihejîne jî ev e: dibe ku dawiya cîhanê hîn nehatibe, lê beden, mekan û îmaj jixwe dest bi adaptasyona vê dawiyê kirine. Ji xebatên herî balkêş ên Karakaş ên di pêşangehê de, CHECKPOINT, wekî enstalasyon û wêne di astekê piralî de tê pêşkêşkirin. Dema ku mirov li versiyona wêne ya vê xebatê dinihêre, di kêliya ewil a rûbirûbûnê de tiştê ku xwe dide nîşandan ev e ku ew mirov rasterast ber bi tu xwendinekê ve araste nake. Xebat xwedî avahiyeke rêkxistî ye ku di nava xuyabûneke estetîk a xurt de hatiye sazkirin. Temaşevan di destpêkê de bi bankoyeke kontrolê ya sor, nivîsa CHECKPOINT, fîgurekî mezin, zarokek û mişkên spî re rû bi rû dimîne. Lê belê tu yek ji van hêmanan eşkere nake bê ka ew aîdî kîjan erdnîgarî, kîjan dem an jî kîjan rûdanê ne. Bi vî awayî, sehne wekî qadeke xuyabûnê ya ku ji referansên xwe yên dîrokî û civakî hatiye paqijkirin tê avakirin.

Di vê xalê de, kêliya ewil a rûbirûbûna bi xebatê re wekî kûrahiya eşkere ya xuyabûnê derdikeve holê. Xuyabûn li vir hemû hêmanên estetîk bi awayekî hevseng pêşkêşî dîtinê dike. Hemû hêmanên estetîk ên ku kompozîsyonê pêk tînin—wekî ronahî, refleks, reng, pîvan, anatomî û perspektîf—xetên giştî yên bicihbûnê diyar dikin. Kurguya di navbera mezin, zarok û heywan de, xweseriya bicihbûna îmajê radixe çavan. Ev tekez li ser heman asta dîtbarî, hema bêje bi mantiqê vitrîna pêşkêşê hatiye saz kirin. Rûyên fîguran mat û bêhêz in û bedenên wan ji tevgerê dûr in. Perspektîf li şûna ku kûrahiyê biafirîne, bandora rûberê xurt dike. Bankoya sor û rûbera sade ya li paşperdeyê hemû fîguran dikevin nava asteke du-alî, wekî ku li pêşiya panoyekê rawestiyabin. Li vir temaşevan hîn çîrokekê naxwîne; tenê bi rêkxistina şêweyî ya obje û bedenan re rû bi rû dimîne. Ji ber vê yekê rûbirûbûna ewil, ji ezmûneke estetîk zêdetir, tedirginiyeke ku nayê vegotin diafirîne. Di vê qonaxê de wêne, di astên heyînî, fenomenolojîk û epîstemîk de fragmanên cihêreng pêşkêş dike. Her çiqas zarok, xala kontrolê, mişk û peywirdar wekî parçeyên cîhanê xuya bikin jî, ne diyar e bê ew aîdî kîjan dem an jî mekanê ne. Tiştên ku xuya dikin ji temsîlkirina cîhanê zêdetir, wekî xuyabûnên objektîf ên ku ji wê hatine qutkirin hene. Ji ber ku ziman, vegotin û gotar hîn neketine dewrê, temaşevan tenê bi xuyabûna rût a fenomenan re rû bi rû ye. Her ku pêvajoya rûbirûbûna ewil dirêj dibe, temaşevan dest pê dike ku di navbera van xuyabûnan de têkiliyê ava bike. Di vê xalê de nivîsa CHECKPOINT êdî ji hêmaneke mîmarî zêdetir dibêje û dest pê dike ku têgehên sînor, kontrol, derbasbûn û desthilatdariyê bîne bîra mirov. Bicihkirina zarok a li pêş, bicihbûna fîgurê mezin a li paş û belavbûna mişkan di nav mekanê rojane de, têkiliyên ku asayîbûna sehneyê dihejînin diafirînin. Lê belê wêne hîn jî venaguhere vegotineke teqez. Temaşevan bi berdewamî hewl dide ku wateyê ava bike, di navbera îmajan de bigere, qatan veke û wan bixe nav çarçoveyeke rasyonel; lê belê dîmen wateya madî ya vê pêvajoyê taloq dike. Bi vî awayî, îpuc û derbasbûnên çarçoveyan ên di navbera fenomenan de bi vê taloqkirinê derdikevin holê, lê sehne hîn jî li rûdaneke diyarkirî nayê girêdan. Her ku demê temaşekirinê dirêj dibe, têgihiştin di asteke epîstemîk de vedibe û xwendinên wateyî yên piralî ava dibin. Di xwendina yekem de, xala kontrolê êdî tenê ne mekanekî fîzîkî ye, belkî di wateya Foucaultyî de vediguhere nîşaneyeke alegorîk a kontrola biyo-polîtîk, rejîmên sînoran, cudahiya paqijî û pîsbûnê û gotarên ewlekariyê. Navê pêşangehê Back Contamination vê xwendinê xurtir dike. Kontamînasyon êdî ji sînorê biyolojîk derbas dibe û wekî qadeke epîstemîk a ku tê de tirsên civakî, polîtîkayên sînoran û cudakirinê diherikin berfireh dibe. Nêzîkbûna dîtbarî ya di navbera zarok û mişk de dihêle mirov bifikire bê sînorên di navbera bêgunehî û gef, mirov û objeya ceribandinê, parastin û derxistinê de çiqas nazik in. Ev nazikbûn heman demê de derfetekê ji xwendineke duyemîn re jî vedike. Hiyerarşiyên temsîlê yên di navbera mirov, heywan û cîhana burokratîk de ji cihê wan tên xistin. Cure, obje û pêkhateyên sazî di heman asta estetîk de rû bi rû têne. Bi vî awayî, pêşangeh bi qelskirina pêgeha taybet a ku nêrîna mirov-navendî ava kiriye, vedixwîne da ku mirov formên cuda yên jiyanê di nava qadeke hevpar de bifikire. Tewra di sehneyeke ku mekanîzmaya kontrolê di navendê de ye jî, ji têkiliyên serdestiyê zêdetir derfeta bi hev re hebûnê xuya dibe. Ji ber vê yekê, rexneya polîtîkayên sînoran qels dibe û ber bi herikîna cîhaneke wekhevî û mişterek ve diçe, ku tê de cudahiyên di navbera mirov û ne-mirov de dihelin.


Back Contamination (2026)

Ji ber vê yekê, xebat hêza xwe ya polîtîk rasterast ji temsîlê nagire, belkî bi rastî ji derketina temsîlê ji dewrê çêdibe. Xebat şerekî, welatekî an jî rûdaneke dîrokî ya diyarkirî nîşan nade. Li şûna vê, ew temaşevan li pêşiya fenomenên ku ji çarçoveya wan hatine qutkirin dihêle û wî ber bi pêvajoya hilberîna wateyê ve dikişîne. Hunermend zanyariya epîstemîk di nihêrîna yekem de nade; lê şert û şertên ku derfetê didin da temaşevan vê zanyariyê bi riya ezmûna fenomenolojîk, di ser formên hunerî re, bi demê re înşa bike ava dike. Heger ev zanyarî di sehneya yekem de bihata dayîn, tenê zanyariyeke formel (rûserî) dibû. Ev jî wê wateyê ji destpêkê ve sabît bikira û herikîna derbasbûna di navbera sehneyan de û xwendina piralî ya formê bigirta. Li vir, afirandina îmajê ji aliyê hunermend ve û veguherîna wê bo formeke xweser tê gotin. Kompozîsyonên Karakaş, di sehneya yekem de têrbûna jêhatiya estetîk pêşkêşî şêweya dîtinê dikin; di sehneya duyem de ev têrbûn di ezmûnê de tê helandin; di sehneya sêyem de jî ezmûn vediguhere çalakiya ramanê wekî sêwiraneke têgihiştinê ya bingehdar.

Wekî encam, Back Contamination felaketê wekî objeyeke temsîlê teşe nade; lê wê wekî pêvajoyeke guherînê ya ku bi awayekî ne dîtbar dixebite dinirxîne. Pêşangeh, li şûna ku temaşevan bigihîne wateyên teqez, qadeke ezmûnê ava dike ku bi xwe di lêgerîna wateyê de ye. Ev qad, ku tê de sînorên di navbera beden, mekan û têgihiştinê de dest bi belavbûnê dikin, nîşan dide ku felaket êdî ne rûdaneke derveyî ye, lê rewşeke hundirîn û berdewam e. Ev cîhana xuyanî, dê heta 10ê Tîrmeha 2026an li G-art Gallery pêşandana xwe bidomîne.

Yonca Karakaş (1982 Diyarbekir.)
Hunermendeke wêneyan e ku dipirse bê ferd têgehên nasname, aîdiyet û azadiyê di nava pêkhateyên civakî, çandî û îdeolojîk de çawa ava dike. Xebatên wê; felsefe, dîrok, ol, derûnnasî û ziman tîne hev û bandorên pergalên zanyarî, desthilatdarî û baweriyê yên li ser hişê ferdî û kolektîf, bi riya wêneyan dinirxîne.

Karakaş, ku di sala 2012an de ji Beşa Wêne û Vîdyoyê ya Fakulteya Huner û Sêwiranê ya Zanîngeha Teknîkî ya Yıldızê mezûn bûye, di saziyên girîng ên wekî Akbank Sanat û İstanbul Modernê de cih girtiye; di asta navneteweyî de jî xebatên wê li gel Guy Hepner hatine pêşandan. Berhemên wê di çarçoveya PhotoEspaña ya li Îspanyayê û di UVNT Art Fair a li Madrîdê de bi temaşevanan re hatine parvekirin. Pêşangeha yekemîn a kesane ya hunermendê di sala 2017an de li Pg Art Galleryyê pêk hatiye. Di sala 2024an de li Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Stenbolê qebûlkirî, xebatên xwe yên akademîk didomîne.

Ji aliyê têgehî ve, hilberîna Karakaş bi referansa teoriya tabula rasa ya John Locke, fikra ku hiş bi bandorên cîhana derve teşe digire ji nû ve dinirxîne. Ew dipirse ku zanyarî ne tenê hêmaneke azadker e, lê dikare veguhere pêkhateyên dogmatîk ên ku qada ramanî û hestyarî ya ferd sînordar dikin. Di vê çarçoveyê de, hunermend bi riya wêneyan tengezariya di navbera şertbûn û azadiyê de, sînorên nazik ên nasnameyê û pêdiviya aîdiyetê berbiçav dike.

Zimanê dîtbarî yê Karakaş ji gerdûnên alternatîf û gelek caran tekinsiz ên ku bi riya vegotina sembolîk têne avakirin pêk tê. Ew bi zanebûn ji rasteqîniya wêneyî dûr dikeve û temaşevan ber bi astên hişyariya pir-qatî re, li derveyî têgihiştina asayî ya rastîtiyê araste dike. Ev cîhanên kurguyî, mirov vedixwînin da ku rolên ferd di nava qada hebûnê de, li ser têgeha Verfallenheit (ketin/düşmüşlük) a Martin Heidegger, ji nû ve bifikirin; û dipirse bê hebûna ku di nava rojane, adet û wateyên bicihbûyî de dihele çawa teşe digire.

Karakaş wênegeriyê wekî pêvajoyeke ceribandî û navdîsîplînî dinirxîne û teknîkên manîpulasyona dîjîtal û montajê bi awayekî berfireh bikar tîne. Ew formên mirov, heywan û nebatan di heman kompozîsyonê de tîne hev û pêkhateyên hîbrîd ava dike ku pêvajoyên peresendî, têkiliyên biyo-polîtîk û hiyerarşiyên biyolojîk dipirsin.

Di her qonaxa hilberînê de roleke aktîf digire; ji sêwirana mekanê kişandinê heta stîl, hilberîna obje û rêkxistina sehneyê, pêvajoyê rasterast araste dike. Di îmajên ku piştî kişandinê bi destwerdanên dîjîtal tên pêşxistin de, reng û sembol di hilberîna wateyên pir-qatî de roleke sereke hildidin. Xebatên ku derdikevin holê, ji bilî ezmûneke dîtbarî, di heman demê de qadeke ramanî ya li ser ziman, desthilatdarî û hebûna hevçax pêşkêşî temaşevanan dikin.

info@firezz.com

Şîrove

00

Şîrove binivîse