Hunerê hevçerx qadeke hizrî ye ku dihêle demên dîrokî yên cuda, formên zanînê yên ku bi tevahî bi hev ve nayên girêdan û ezmûnên nakok li ser zeviyeke hevpar rû bi rûyê hev bên. Hevçerxî li pirrengiyeke demkî îşaret dike ku tê de borî, niha û dîrokên ku hîn temam nebûne di nav hev de diherikin. Berhema hunerî, ji ku vê pirrengiyê tenê temsîl bike, zêdetir tangehên wê derdixe holê.
Vîdeoya yek-qenalî ya Hiwa K bi navê Tu Yê Tu Tiştî Hest Nekî ku di 7emîn Bienala Mêrdînê de hate pêşandan, arasteya post-konseptuel a hunerê hevçerx bi awayekî xurt eşkere dike. Vîdeo li ser ezmûna kesane ya hunermendê ava dibe; hunermendek ku piştî 29 salan sirgûnê vedigere welatê ku lê ji dayik bûye. Ji ber nexweşiya gurçikan, Hiwa K pêşî serî li rêbazên teşhîs û dermankirinê yên nexweşxaneyeke nûjen dide, paşê jî diçe cem şifaker Hacî Najim, ku li gundekî piçûk dijî. Ji ber ku mirovan bawer dikirin ku ew bi tîrêjên ji çavên xwe derdikevin dikare li hundirê laş binihêre, navê “Hacî Lazer” lê maye.
Berhem vê çîroka kesane wekî çîrokeke başbûnê ava dike, lê di heman demê de wê vediguherîne qadeke hizrî ya pirqatî ku tangehên di navbera sirgûnê, laşîtiyê, şerê, şîfayê û zanista nûjen de eşkere dike. Vîdeo zanîna gelerî û teknolojiya pêşketî, jiyana rojane û ezmûna şer, û vegotina helbestî bi rastiya siyasî re li ser heman zeviyê tîne cem hev. Şifaker, karkerên koçber, çanda devkî û bîra laşî; li gel teknolojiyên dronê, pergalên çavdêriyê û amûrên wêneyê yên bijîşkî dixebitin. Lê di navbera van hêmanan de ne hiyerarşiyek û ne jî lihevkirinek ava dibe. Berhem formên zanînê yên cuda rû bi rû tîne, lê ji wan re ravekirineke yekane û çareserker pêşkêş nake.
Ev rûbirûbûn bi taybetî li ser laş û rejîmên dîtinê hûr dibe. Nêrîna teknîkî ya ultrasonê û zanîna hîsî ya şifakerê, teqezîya klînîkî ya zimanê nexweşxaneyê û rîtma devkî ya Kurdî, perspektîfa dronê ya ku ji jor ve çavdêrî dike û xeyalata kozmolojîk a ku ber bi stêrkan ve vedibe, di heman qadê de cih digirin. Bi vî awayî vîdeo nîşan dide ku di cîhana hevçerx de heqîqet nikare ji navendekê tenê bê hilberandin; ew di nav rejîmên dîtinê yên ku di astên cuda de dixebitin de belav bûye. Çarçoveya Iraqê ya piştî şer vê qada belavbûyî ji hêla dîrokî ve dorpêç dike. Gotina “piştî ketina dîktator” li rewşeke derbasî îşaret dike ku tê de sazî, pergalên zanînê û awayên xwendina laş ji nû ve têne sazkirin. Li ser vê bendê, şîfa, tib, teknolojî û zanîna gelerî li ser heman zeviyê ji nû ve têne pênasekirin. Vîdeo hewl nade ku vê pirrengiyê çareser bike; ew wê wekî tangehekê berdewam dike. Ji şûna ku temaşevan di nav rejîmeke heqîqetê de bicih bike, wî di navbera formên zanînê de dihêle ku ne hevdu red dikin û ne jî dikarin bi hev ve werin kêmkirin. Hêza hizrî ya berhemê jî tam ji vê rewşa lihewayîbûnê derdikeve.
Tu Yê Bi Tu Tiştî Hest Nekî, 2025, Dîmen ji vîdeoya yek-qenalî
Astronotê di destpêka vîdeoyê de xala yekem a şikestina metaforê ava dike. Di navbera enerjiya ku ji bo derketina ji qada kêşkirinê ya Dinyayê pêwîst e û revêya ji sirgûnê de hevsengiyeke xurt heye. Li vir sirgûn ji cihguhertineke fîzîkî derbas dibe û vediguherîne qutbûneke gravîtasyonel. Dinya wekî qadeke kêşkirinê ya nedîtbar dixebite ku bi berdewamî sûjeyê vedixwîne paş. Lê veger jî bi qasî veqetînê hesas e. Atmosfer tenê bi goşeyek diyarkirî tê ketin; heger goşe zêde tûj be mirov dişewite, heger zêde asoyî be mirov paşve tê avêtin. Vegera astronotê û vegera sirgûnê ya bo welêt di nav heman nezelaliya ontolojîk de têne fikirandin. Vegera malê tu carî nagihîje heman cihê ku lê dest pê kiriye. Ji ber ku erdnîgariya ku lê tê vegerîn guheriye; laşê ku vedigere jî êdî ne heman laş e.
Ev şikestin beriya her tiştî li ser laş xuya dibe. Kevirê gurçikê ji tenê navê nexweşiyeke bijîşkî derdikeve û vediguherîne şêweyê tortebûyî yê sirgûnê, şer û barê dîrokî yê di laş de. Zimanê klînîkî yê raporên nexweşxaneyê mezinahî, cih û tevgera kevirê bi termînolojiyeke teknîkî ya teqez pênase dike. Gotinên wekî “kevirê 8 mm”, “uretera çepê” û “kîst” beşek in ji ferhenga tîpîk a zanîna biyopolîtîk a nûjen. Laş wekî rûbereke ku tê pîvandin, tê xwendin û tê arşîvkirin tê avakirin. Ultrason yek ji amûrên herî xuyanî yên vê rejîma dîtinê ye: ya nedîtbar dike dîtbar; laş vediguherîne wêneyê û wêne jî vediguherîne daneyê. Tam di vê demê de vîdeo rejîmeke din a dîtinê pêşniyar dike. Hacî Lazer li hemberî teqeziya teknîkî ya tibbê nûjen cih digire. Lê ev rûbirûbûn nikare wekî dijberiyeke hêsan di navbera zanist û xurafeyan de bê fêmkirin. Vegotina ku şifaker bi tîrêjên ji çavên xwe derdikevin li hundirê laş dinêre, di destpêkê de wekî vegotineke neaqilane an fantastîk tê bihîstin. Lê berhem vê vegotinê ne vediguherîne heqîqeteke romantîk û ne jî bi mesafeyeke îronîk bêbandor dike. Di şûna wê de, îhtîmala hebûna şêweyên din ên têgihiştinê yên ku li derveyî epîstemolojiya nûjen mane vekirî dihêle. Tengeha rastîn jî li vir qewimî ye. Hem ultrason û hem jî şifaker li hundirê laş dinêrin. Yek bi rêya amûrên teknolojîk, yê din jî bi sezgî û temasê laşî. Berhem yek ji van her du rejîmên dîtinê li ser yê din serdest nake. Nexweşxane hebûna kevirê tespît dike; şifaker dibêje ku ew winda bûye. Ji temaşevan nayê xwestin ku yek ji wan hilbijêre. Hiwa K lêpirsînê li ser vê yekê dike ku heqîqet çawa tê hilberandin, ji aliyê kîjan rejîmên dîtinê ve tê meşrûkirin û formên zanînê yên cuda di cîhana hevçerx de çawa mil bi mil hebûna xwe didomînin.
Ev lêpirsîna ku ji hundirê laş dest pê dike, gav bi gav ber bi ezmanê ve fireh dibe. Her çend pîvan diguhere jî, mesele heman e: Kî dinêre, ji ku ve dinêre û tiştê ku dibîne vediguherîne kîjan zanînê? Ultrason kûrahiya laş dişehîne; dron rûyê erdê ji jor ve dişopîne; astronot ji derve li Dinyayê dinêre; şifaker hewl dide ku li derveyî çerm bibîne; jina şivan a pîr jî şopa stêrkan digire. Hiwa K van şêweyên cihêreng ên dîtinê di nav vegotineke hevpar de tîne cem hev û nîşan dide ku nêrîn tu carî bêalî nîne. Ji ber vê yekê ezman tenê manzareyek namîne; ew vedibe fezayeke ku tê de wate bi berdewamî cih diguhere. Di destpêkê de stêrk nîşanên arastekirinê, bîrê û aidiyeta kozmolojîk in. Ji bo şivanê ezman beşek e ji ezmûna jiyayî, çanda devkî û zanîna ku bi nifşan hatî veguhestin. Lê her ku vîdeo pêşve diçe, heman stêrk tên wergerandin nav zimanekî din. Êdî rê nîşan nadin; koordînat hilberînin. Gotina “geometriyên ku kincê stêrkan li xwe kirine” îfadeya helbestî ya vê veguherînê ye. Ezman ji asoyeke hevpar a ku rîtma jiyanê hildigire derdikeve û vedibe rûbereke razber ku li ser wê hesabên leşkerî tên kirin. Ji ber vê yekê, her çend nêrîna jina şivan û ya dronê di heman ezmanî de hevdu bibînin jî, ne aîdî heman cîhanê ne. Yek li arasteya xwe digere, yê din armanca xwe diyar dike. Cudahîya wan ji guherîna bingehîn a têkiliya wan bi cîhanê re derdikeve. Şer jî tam li vir manayeke nû distîne. Wêranî êdî tenê bajar û laşan nake armanc; ew her wiha pîvan, mesafe û hestyariya dîtinê jî ji nû ve teşe dike. Nêrîna dronê jiyanê ji çarçoveya wê ya civakî qut dike û wê vediguherîne armancek ku ji dûr ve tê diyarkirin. Hiwa K vê rewşê bi wêneyên rasterast ên şer venabêje. Berovajî, ew sarbûna hêdî-hêdî ya nêrînê, windabûna temasê û veguherîna wê bo hesabekî geometrîk nîşan dide. Bi vî awayî, her çend nîşangir û çavdêrê stêrkan li heman ezmanî binêrin jî, êdî di heman gerdûnê de najîn.
Yek ji aliyên herî balkêş ên berhemê ew e ku bi berdewamî qatên polîtîk ên giran di nav tevgerên rojane de belav dike. Tona henekçî ya di axaftinên şifaker de, otobusa gund, dema ku li çewligê derbas dibe, lêdana bêrê ya li axê an rîtma axê bi xwe... hemû veguhestina meselên mezin ên dîrokî û siyasî ne bo pîvana jiyana rojane. Bi vî awayî vîdeo xwe bi zimanekî dîdaktîk ve nagire. Heqîqet bi ravekirinên akademîk nayê avakirin; ew di nav rûbirûbûn, deng û çalakiyên asayî de dikeve dewrê. Di van rûbirûbûnan de, bi qasî ziman deng jî roleke diyarker dilîze. Germahiya fonetîk a Kurdî yek ji hêmanên bingehîn ên vîdeoyê ye. Di navbera tona sterîl a raporên bijîşkî yên bi Îngilîzî têne xwendin û rîtma devkî ya Kurdî de mesafeyeke berbiçav heye. Îngilîzî wekî zimanekî piştrastkirinê yê ku belge dike, dipîve û qeyd dike dixebite. Di heman demê de ew vediguherîne dengekî ku ji tona kesane hatî dûrxistin û hema bêje amûrî bûye. Raporên nexweşxaneyê têne xwendin; pîvan, dîrok û jimare bi îdiayeke rastiyê ya bêdawî li pey hev têne rêzkirin. Kurdî ise dema ku di herikîna xwe ya asayî de tê axaftin disekine, dubare dike, nefesê distîne, henekan dike, dudilî dibe û laşê di nav deng de eşkere dike. Gotina “netirse” ya şifaker an jî mîzaha wî ya rojane ji sînorên îfadeyeke watedar derbas dibe û bi rêya rîtma dengê vediguherîne amûreke ku pêbaweriyê ava dike. Bi vî awayî vîdeo du rejîmên dengê yên cuda rû bi rû tîne. Di yekê de deng belge hilberîne; di yê din de têkilî ava dike. Di yekê de zanîn tê veguhestin; di yê din de ezmûn tê parvekirin. Ji ber vê yekê berhem kompozîsyoneke bihîstwarî ya xurt jî ava dike. Bêdengî, nefes, dubarekirinên rîtmîk û herikîna doreyî ya hevokan, li hemberî leza cîhana hevçerx hesteke demê ya cuda hilberînin. Tempoya vîdeoyê ji vê aliyê ve girîng e. Hiwa K, li hemberî jiyana hevçerx a ku lez û gera bêdawî lê serdest e, hêdîbûn, sekinîn û bêdengiyê hildibijêre. Şîfa jî wekî mucîzeyeke ji nişkê ve xuya nabe; ew bi guherîna rîtmê re dest pê dike ku bê hîskirin.
Hevoka “Tu yê bi tu tiştî hest nekî” di navenda vê avahîya rîtmîk de cih digire. Di destpêkê de wekî teselliyeke asayî tê bihîstin. Her ku vîdeo pêş ve diçe, wateya wê jî fireh dibe. Dema ku kevir dikeve bi tu tiştî hest nabe. Mîna ku dema şer nêzîk dibe jî bi tu tiştî hest nabe. Êrişên dronan ji têgihiştinê zûtir tevdigirin. Trawma jî ewqas di laş de cih girtî ye ku êş gelek caran rasterast nayê ezmûnkirin. Ji ber vê yekê bêhîsî û bêhestyarî encama giraniya wî barê dîrokî ne ku li ser laş maye û hestan giran kiriye. Hiwa K êşê dramatîze nake; ne serî li wêneyên karesatên mezin dide û ne jî şîdetê bi awayekî rasterast temsîl dike. Trawma di nav bêdengî, derengmayîn, nefes û giraniya laş de digere. Ji şûna ku temaşevan bi wêneyên êşê bikeve hejandinê, ew wî vedixwîne ku guh bide dengvedana ku êş di nav laş de hiştiye. Ev hilbijartin bi awayekî berbiçav ji wan şêweyên temsîliyeta di çanda dîtbar a hevçerx de cuda dibe ku êş bi berdewamî teşhîr dikin.
Ber bi dawiya berhemê ve vegotin gav bi gav li asteke kozmolojîk vedibe. Spekulasyonên li ser kunên reş, dema negatîf, stêrk û mirinê, bêyî ku îdiaya rastiya zanistî bikin, wekî perçeyên xeyalateke ku piştî trawmayê parçe bûye xuya dikin. Li vir mesele ne ew e ku li Marsê jiyan heye an na. Pirsa bingehîn ew e ku sûjeyekî ku piştî şer û sirgûnê parçebûyî ye çawa cîhanê ji nû ve watedar dike. Vîdeo tam di vê xalê de kozmolojiyeke nû ava dike; di navbera ezman û erdê, laş û bîrê, stêrk û jiyana rojane de ji nû ve têkiliyan dihûne. Ji ber vê yekê qata metafîzîk a berhemê ne dûrketinek ji cîhanê ye, lê lêgerînek e ji bo ji nû ve girêdana bi cîhanê re. Sirgûn di heman demê de qutbûna ji rîtma axê, hesta arasteyê ya ezmanî û bîra laş e. Di vîdeoyê de hewl tê dayîn ku ev qutbûn berevajî bibe. Ax, stêrk, laş û deng li ser heman eksena hizrî ji nû ve nêzî hev dibin. Vegera li çewligê an karkirina li zeviyê hewldana laş e ku ji nû ve bi axê ve were girêdan. Her lêdana bêrê ya li axê wan qatên hizrî yên ku di tevahiya vîdeoyê de hatine vekirin, di nav rîtmeke maddî de ji nû ve tîne cem hev. Berhem di dawiyê de nagihîje ravekirinên mezin ên teorîk an encamên teqez. Li paş xwe dengê bêrê dihêle. Berxwedana axê dihêle. Nefes dihêle. Bêdengî dihêle. Belkî jî heqîqeta ku Hiwa K di tevahiya vîdeoyê de lê digere tam li vir eşkere dibe: di wê kêliya hesas de ku laş û ax dikarin ji nû ve heman rîtmê parve bikin, berî ku bibin têgehên razber.

May 1
Berhema Hiwa K di vê wateyê de yek ji wan bendên krîtîk ên ku hunerê hevçerx gihîştiye, eşkere dike. Çimkî li vir huner êdî tenê temsîliyetê hilnaberîne; ew vediguherîne qadeke hizrî ya ku lêkolîn dike bê ka têgihiştin, bîr û nêrîn çawa têne avakirin. Her çend ezmûna Kurdî di navenda berhemê de cih bigire jî, ew bi vegotineke nasnameyî ya herêmî ve sînordar namîne. Ew bi wan meselên ku cîhana îroyîn ava dikin têkiliyê datîne: teknolojiyên şer, pergalên tenduristiyê yên biyopolîtîk, bankayên tovan ên ku hatine tunekirin, sirgûn, çavdêrî, trawma û qelsîya kozmolojîk. Belkî jî aliyê herî bihêz ê vîdeoyê ew e ku bersivên teqez pêşkêş nake. Gelo şîfa bi rastî pêk hatiye? Gelo stêrk bi rastî diaxivin? Dema kunên reş me dadiqurtînin, gelo mimkun e ku ew bi xwe jî tune bibin? Berhem van pirsan bersiv nadike. Çimkî ezmûna sûjeyê hevçerx jî bi xwe wiha ye: hişmendiyeke hesas ku hewl dide di navbera formên zanînê yên ku bi tevahî bi hev naguncin de arasteya xwe bibîne. Vîdeoya Hiwa K tam jî ji ber vê yekê wekî formeke hizrî ya bihêz derdikeve pêş; formek ku avahiya hestyarî ya hevçerxiyê dike dîtbar.

The Bell Project

Şîrove
00