
Pêşangeha bi navê If Words Are to Be Sounded (Ger Gotin Bidin Deng) ku di navbera 23yê Gulanê û 31ê Tîrmeha 2026an de li CAP - Centre d’Art de Saint-Fons a ser bi herêma metropolê ya Lyon a Fransayê ve pêk tê, qonaxa yekem a pêşangeheke gerok a navneteweyî pêk tîne ku di navbera Fransa û Almanyayê de bi hevparî hatiye hilberandin û li salên 2026 – 2027an belav dibe. Pêşnûmaya ku kuratoriya wê Annette Hans, Adeline Lépine-Delaborde û Alessandra Prandinê girtine ser milên xwe; bi hevkariya CAP Saint-Fons, GAK Gesellschaft für Aktuelle Kunst û Le 19, Crac Montbéliardê hatiye pêkanîn, û piştî pêşkêşkirina li Saint-Fonsê wê di Îlona 2026an de derbasî Bremenê, û paşê jî di sala 2027an de derbasî Montbéliardê bibe. Pêşangeha ku di çarçoveya fona hunera hemdem û mîmariyê ya PERSPEKTIVEyê de tê piştgirîkirin, ziman ji wateya xwe ya teng a ku wekî amûreke ragihandinê tê de asê maye xilas dike û wî wekî peymaneke civakî û qadeke performatîf a ku xeyalê şekil dide digire dest. Pêşangeha ku li ser bingeha berhemên Theresa Hak Kyung Cha yên di tewereya ziman, koç û nasnameyê de hatiye hûnandin; di şert û mercên îroyînên de, ku kapasîteya ziman a avakirina cîhaneke hevpar tê pirsyarkirin, nêrînbarî ya wateyê, pêvajoyên werger û veguhestinê, bîr, nasname û teşeyên berxwedanê bi navbeynkariya helbest, îmaje, fîlm, performans û enstalasyonê vedike nîqaşê. Tevî ku di pêşangehê de berhemên Pierre Allain, Theresa Hak Kyung Cha, Claire Fontaine, Shadi Harouni û Mira M. Yang cih digirin jî, hin xebat wekî berhemên ku di çarçoveya pêşnûmayê de hatine hilberandin tên pêşkêşkirin. Yek ji navên balkêş ên pêşangehê, hunermenda hemdem a Kurd Shadi Harouni ya ku li Îranê ji dayik bûye, bi xebatên xwe yên fîlm, fotograf û enstalasyonê yên ku li ser têkiliyên di navbera ziman, sirgûn, dîaspora û bîra çandî de hûr dibin, di nav hunermendên ku herî zêde balê dikişînin de ye.
Shadi Harouni ku di pratîka xwe ya hunerî ya li ser bingeha lêkolînê de li ser derxistina holê ya rastiyên dîrokî yên jêbirî, tepeserkirî an jî înkarkirî hûr dibe, hunermendeke hemdem e ku xwe ji qadeke lêkolînê ya berfireh a ku ji teşeyên muxalefetê yên rojane heta tevgerên civakî yên navneteweyî, ji şoreşên modern ên li Rojhilata Navîn heta binpêkirinên dîrokî yên di raman û helbestê de dirêj dibe, tê girtin. Di xebatên xwe yên vîdyo-fîlm, fotograf, peyker, enstalasyon û midaxeleyên taybet ên mekan de, Harouni hêmanên folklorîk û peyvan tîne ba hev û şopa ramana azadbûn û şoreşê dişopîne. Hunermend li ser mekan, obje û bîra civakî ya ku xeyalên azadiyê yên pêkhatî an jî nîvcomayî hildigiri.
Xebatên vîdyo-fîlm û fotografê yên ku Harouniyê bi taybetî li erdnîgariya Kurdistanê hilberandine, dîrokên berxwedanê û bîra civakî ya herêmê digirin navendê. Bi xebatên xwe yên ku di malên terikandî, kargehên kevnar û kanên çiyayî yên di bin xetereya windabûnê de li cihên cihêreng ên vê erdnîgariyê de hatine hilberandin, ew hem tevkariyên jinan yên li têkoşîna azadî û diyarkirina çarenûsa xwe radixe ber çavan û hem jî ji nêz ve li dîroka polîtîk û çandî ya herêmê dinêre.


I Dream the Mountain Is Still Whole, 2017, HD video, 17:06 min

I Dream the Mountain Is Still Whole, 2017, HD video, 17:06 min

I Dream the Mountain Is Still Whole, 2017, HD video, 17:06 min (Bu görsel, sergi afişinde de kullanılmıştır.)
Yekemîn berhema Shadi Harouniya ku bi sê berhemên xwe beşdarî pêşangeha If Words Are to Be Sounded a li CAP Saint-Fonsê bûye, vîdyo-fîlma wê ya bi navê I Dream the Mountain Is Still Whole (Ez Xeyal Dikim Ku Çiya Hê Jî Yekpare ye) e ku di sala 2017an de kişandiye. Ev xebata ku bi medyumên piralî tê piştgirîkirin, parça yekî pêşnûmayeke lêkolîn û hilberînê ya pir-beşî ye ku mijarên bîr, windahî, berxwedan û berdewamiyê yên li erdnîgariya Kurdistanê digire dest. Ev pêşnûmaya berfireh a ku mecrayên cihêreng ên wekî fîlm, fotograf û enstalasyonê tîne ba hev, bi taybetî li ser têkiliya di navbera perçebûna dîrokî ya erdnîgariya Kurd a ku di navbera sînorên Îran, Iraq û Tirkiyeyê de hatiye dabeşkirin û bîra kolektîf a civakên li vê erdnîgariyê dijîn de, hûr dibe. Xala derketinê ya pêşnûmayê, wekî ku li ser berhemên hunermendê Kurd ê hemdem Walid Siti jî tê dîtin, pêgeha dîrokî û sembolîk a çiyê ya di çanda Kurdî de ye. Çiya, ji wêdetirê ku hêmaneke xwezayî ye, wekî hilgirê sürgûnan, tevgerên berxwedanê, vegotinên devkî û bîra kolektîf tê destgirtin. Harouni destnîşan dike ku tevî ku çiya bi sînorên siyasî hatiye parçekirin jî, di asta çandî û dîrokî de hê jî wekî “yekpare” dikare bê tehayyul kirin. Îfadeya “hê jî yekpare” ya di sernavê berhemê de, ji vê rûyê ve hem wateyeke erdnîgarî hem jî wateyeke sîmgesaz hildigire. Fîgura melankolîk a ku wekî xeyaletekê di nav çiyayan de digere, temasî keviran dike û carinan di ramanên kûr de diherike, jicihbûna bîrê û şikestina berdewamiyê dîrokî nîşan dide. Ev fîgur, rewşeke hebûnê temsîl dike ku tê de rabirdû êdî ne stargeheke ewle ye û pêşeroj jî wekî asoyeke ku hêvî nayê, xuya dibe. Fîlm û fotografên ku di çarçoveya pênûmayê de hatine hilberandin, li herêmên çiyayî yên Kurdistanê, wargehên terikandî, kanên kevirî û mekanên berxwedanê yên dîrokî hatine pêkanîn. Wekî ku di pratîka Harouniyê de pir caran tê dîtin, ev mekan ji devera ku rasterast bên belgekirin derdikevin û wekî şahidên bêdeng ên ku şopên têkoşînên rabirdû û dîrokên tepeserkirî hildigirin tên dîtin. Hunermend van qadan bi têkoşînên azadî yên jinan, ezmûnên sürgûnê û teşeyên veguhestina çandî re têkildar dike û bi vî awayî zimanê dîtbarî şêwazeke helbestî digire. I Dream the Mountain Is Still Whole, her weha pirsên bingehîn ên ku di pratîka berfirehtir a Harouniyê de tên dîtin tîne ba hev: Dema ku erdnîgariyek tê parçekirin, bîr çawa tê parastin? Zimanên ku hatine qedexekirin an jî tepeserkirin çawa di jiyanê de didomin? Têkiliya aidiyetê ya ku bi axê re tê danîn, di şert û mercên sürgûn û dîasporayê de çawa ji nû ve tê hilberandin? Di vî çarçoveyê de, berhem ji wêdetirê ku tenê xebateke li ser dîroka Kurd be, qadeke ramanê ya gerdûnî li ser windahî, berxwedan û berdewamiyê çandî vedike.

No For Nan, 2026, Mixed-Media Installation with Fabric, Variable Dimensions

No For Nan, 2026, Mixed-Media Installation with Fabric, Variable Dimensions

No For Nan, 2026, Mixed-Media Installation with Fabric, Variable Dimensions

No For Nan, 2026, Mixed-Media Installation with Fabric, Variable Dimensions
Berhema duyemîn a Harouniyê ya ku di pêşangehê de cih digire, pêvekeke nû ya lêkolîna hunermendê ya demdirêj e ku xwe dispêre pirtûka zarokan a Kurdî ya bi navê Alfabê ya Mehmet Emîn Bozarslan a ji sala 1968an. Berhema N for Nan (2026), wekî enstalasyonekê hatiye hûnandin ku tê de qumaşên bi pîvanên guherbar û materyalên cihêreng hatine berhev kirin. Berhema ku ji pirtûka Alfabêyê—ya ku di sala 1968an de li Tirkiyeyê demeke kin piştî weşandinê hat qedexekirin û bû sedem ku nivîskarê wê were girtin û dadgehkirin—derdikeve, tîp, peyv û pêvajoyên fêrbûnê wekî hilgirên bîra çandî û berxwedana polîtîk ji nû ve dide şopandin. Harouni, bi veguherandina materyalekî perwerdeyê yê arşîvî bo enstalasyoneke mekânî ya nûjen, tengezariya di navbera tepeserkirina ziman û bibîranînê de radixe ber çavan. Hunermend, temaşevanan vedixwîne ku her tîpeke alfabeyê di tewereya windahî, veguhestin û berdewamiyê de ji nû ve li ser bifikirin.

The Owl’s Made a Nest in the Ruins of the Heart, 2021. UHD 4:3, Duration 19:00.
Berhema sêyemîn a ku di pêşangehê de cih digire, vîdyo-fîlma yek-kanalî ya Shadi Harouniyê ye ku li Kurdistana Îranê kişandiye û bi navê The Owl’s Made a Nest in the Ruins of the Heart (Kund Di Xirbeyên Dil de Hêlîn Çêkir) tê naskirin. Sernavê fîlmê, ji helbesteke Kurdî ya anonîm a herêma Hewramanê hatiye deynkirin. Berhem li ser mekana hundirîn a maleke kevn û weşiyayî hûr dibe ku destwerdana mirovî jê winda bûye. Di tevahiya fîlmê de çêlekek tê dîtin ku bi serbestî di navbera odeyên malê de digere. Lê belê kadraja Harouniyê ne tenê li ser hebûna ajalê hûr dibe; di heman demê de şopên ku jiyaneke terikandî li pey xwe hiştine jî radixe ber çavan. Pirtûk, perçeyên qumaş, çend sênî, tencere û qedehên ku di metbexê de hatine hiştin û xalîçeya li erdê hatiye raxistin, wekî şahidên bêdeng ên jiyana rojane ya ku demekê li vir berdewam dikir, di kadrajê de cih digirin.
Objeyên ku li quncikê odeyê li ser hev hatine rêzkirin an jî li erdê belav bûne, îşaret bi jiyanên nîvcomayî yên şêniyên malê dikin ku bi qutbûneke ji nişka ve qewimiye. Di nebûna mirovan de mal, nîzama jiyana rojane winda kiriye; pirtûkên ku hilgirên bîr û zanyariyê ne, veguherîne şahidên bêdeng. Bi van dîmenên sade lê balkêş re, dengê Kurdekî siyasî jî (di vîdyo-fîlmê de) hevrêtiyê dike—kesek ku demekê li vê malê jiyaye, ji aliyê rejîma melayan ve hatiye darizandin û mehkûmkirin, û di tevahiya jiyana xwe de nasnameya xwe ya muxalif parastiye. Ev deng êdî ji mala xwe ya ku demekê tê de jiyabû re biyanî bûye. Ev mekan a ku demekê rîtma jiyana rojane hildigirt, êdî bi bermahiyên bêdeng ên cîhaneke ku ne a wî ye hatiye dorpêçkirin. Mal, ji cihê ku hestên stargeh û aidiyetê diafirîne derdikeve û vediguheze bibîrxistineke windahî, terikandin û raboriyeke ku venagere. Bi vî awayî, fîlm çîrokeke takekesî re li gel mekan, eşyayên û bîranînên ku Kurdên ji ber zextên siyasî rûbirûyî sürgûn û koça bi darê zorê bûne de li pey xwe hiştine, bi rêya dengê vebêjerê xwe vedike nîqaşê. Harouni, bêyî ku nebûna mirov rasterast nîşan bide, bi navbeynkariya nesneyên ku di hundirê maleke terikandî de man, şopên bîr, windahî û jicihkirinê qeydkirinê dike.
Dengê mehkûm, bi bibîranîna mekanên ku di tevahiya jiyana xwe de tê de jiyaye—ji mala gund a ku zarokatiya wî lê derbas bûye heta hucreyên girtîgehê û mala di navenda fîlmê de—bîra xwe ya takekesî bi dîroka siyasî re di nav hev de dihûnîne. Mala ku di fîlmê de tê vegotin, demekê deriyên wê bi zanebûn vekirî hatine hiştin û ji bo bikaranîna ajalên hatiye terikandin. Ev rewş, ji gotareke rasterast a temsîla siyasî zêdetir, di wateya Rancièreyî de wekî jesteke berxwedanê ya nepenî ku di nav jiyana rojane de derdikeve holê, tê pêşkêşkirin. Bi vî awayî Harouni, mîmariya terikandî vediguherîne mekanekî bîrê ku sînorên di navbera mirov û ajal de lê şêlû dibin. Zimanê îronîk û carinan mîzahî yê vebêjer jî, bi meselên dîrokî yên giran ên wekî xizanî, sürgûn, ezmûna girtîgehê û hêviyên siyasî yên şikestî re tê kêleka hev. Hunermend, di vê fîlma ku bîra takekesî û dîroka kolektîf li hev didin de, temayên sürgûn, xizanî, berxwedan û windahiyê di ser mekanên rojane re digire dest. Ev berhema ku têkiliyên di navbera mirov, ajal û mîmariyê de bi navbeynkariya zimanekî dîtbarî yê helbestî ji nû ve ava dike, li ser teşeyên berxwedanê yên bêdeng lê bihêz û dîrokên tepeserkirî hûr dibe.
Bi kurtasî, Shadi Harouni bi van sê berhemên xwe yên di pêşangehê de radixe ber çavan ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê di heman demê de hilgirê bîra dîrokî û berdewamiya çandî ye. Xebatên Harouniyê yên ku têkiliyên di navbera ziman, bîr û berxwedanê de bi nêzîkatiyeke helbestî û lêkolîner digirin dest, di pêşangeha If Words Are to Be Sounded a li CAP Saint-Fonsê de, bi ezmûneke estetîk derfeta ramîna li ser dîrok, nasname û azadiyê pêşkêşî ziyaretvanan dike.

Shadi Harouni (1985, Hemedan, Îran), hunermend û rexnegira hunerê ya Kurd a Îranî ye ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dijî. Ew di bin banê Zanîngeha New Yorkê (Steinhardt) de wekî Seroka Beşa Vîdyo û Fotografê û profesor kar dike, û her weha serokatiya Programa Hunerê ya Stûdyoyê ya Lîsansê ya Hunerên Bedew dike.
Xala derketinê ya hilberîna hunerî ya Harouniyê, ezmûnên wê yên takekesî yên li Îrana piştî şer û piştî şoreşê ne, û lêkolîna wê ya rexneyî ya li ser têkiliya guherbar û gelek caran bi tengezarî ye ku rejîma Îslamî bi teşe, îmaje, muzîk, moda û bedena mirov re ava kiriye. Lêkolînên hunermendê li ser wan rêbazan hûr dibin ku desthilatdariyên siyasî di pêvajoyên qedexekirin, jêbirin û ji nû ve teşekirdina vegotinên dîrokî de serî lê didin. Materyalên arşîvî, fîlm, peyker, fotograf û pirtên çapkirî yên ku Harouniyê berhev kirine, teşeyên berxwedanê yên ku kes û civakan li hemberî pratîkên sîstematîk ên jibîrkirinê pêş xistine radixin ber çavan. Xebatên hunermendê xwedî xisleta arşîveke dîtbarî ya pir-tebeqe ne ku li ser dijberiya di navbera bîr û dij-bîrê de ava dibe. Di berhemên wê de, motifên ku ji îmajên pîroz û mîmariyê hatine girtin bi îmajên ku îşaret bi guherbarî û şikestebûna strukturên hêzê yên îroyîn dikin re têkildar dibin û mozaîkekî fîgûratîf ava dikin.
Xebatên Harouniyê ku di derdorên hunerê yên navneteweyî de xwedî cihekî girîng in, berê di saziyên wekî Queens Museum, Kunstmuseum Bonn, Prague City Museum û Museo d’Arte Orientale de hatine pêşandan. Hunermend her weha bû xwediyara Borsa Fîlm û Vîdyoyê ya 2024–2025an a ku ji aliyê Guggenheim Foundationê ve tê dayîn; her wiha ji bo bernameyên hunermend û xelatan ên saziyên wekî Gattuso Foundation, Civitella Ranieri Foundation û Skowhegan School of Painting and Sculpture jî hat qebûlkirin. Meqaleyên Harouniyê yên li ser hunerê jî di weşanên navdar ên wekî Artforum, The New York Times û The Guardian de hatine weşandin. Shadi Harouni îro jî wekî hunermenda Galleria Tiziana Di Caro ya li Napoliyê xebatên xwe didomîne.

info@firezz.com
Şîrove
00