Pêngava pêşangehê ya Amedê li ser du materyalên cihêreng û du şêwazên cihkirinê yên cuda hatiye avakirin. Li qada vekirî ya mekanê, qumaşê tûwalê yê ku bi awayekî tîk dirêj dibe tê bikaranîn; li mekana girtî ya subSPACEê jî, kaxizê ku dîsa ji Kargeha Cixareyê ya kevn a Silêmaniyê hatiye anîn û di berhemanîna cixareyê de dihat bikaranîn, bi awayekî asoyî li ser dîwaran hatiye bicihkirin.
Qumaşên dirêj ên ku ji rûyê derve yê avahiya Avesta Cultureyê ve tên xwarê, pêşwaziya bîneran dikin. Sakar Sleman demekê berê pêşangehê hat Amedê û bi çend hunermend û beşdarên ku bala wan li ser hunerê ye re xebitî; pêşangeh di nav vê hevkariyê de şêwe girt. Dema mirov dikeve Avesta Cultureyê, di hewşa kevirî de—ku wekî taybetmendiyeke mîmariyê ya Amedê bîneran dikişîne nava xwe—qumaşên ku ji dîwarên bilind daliqî ne bi awayekî kêleka hev li wir didomin. Li ser van qumaşan, bi dehan portreyên ku li ser zemîna spî bi rengên reş-spî û tonên gewr hatine çêkirin hene. Li hin cihan, zemîneke sor û reş a ku rûyan bi giranî dorpêç dike tê dîtin; li hin cihanên din jî nexşên mîna şopên firçeyê yên livîk xuya dibin.

Li qata jêrzemînê ya mekanê, di subSPACEê de—ku di bin banê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan de wekî qadeke serbixwe disekine—materyal diguhere. Kaxizên asoyî yên ku dîwaran ji enî ve digirin, rûyên ku bi firçeyê li ser zemînên reş an jî spî hatine xêzkirin hildigirin. Li jêra van kaxizan ku bi sê rêzan ji jor ber bi jêr ve hatine rêzkirin, portreyên ku nêzîkî metreyekê fireh in û dîsa bi heman rengan li ser heman kaxizan hatine çêkirin hene; ev beş tenê ji destê hunermend bixwe derketiye.
Reş û spî, rengên ku Sleman di tevahiya pratîka xwe ya estetîk de bi israr li wan vedigere ne. Tevî tonên axê, ev tercîh berhema biryareke hişmend a hunermend di derbarê rengan de ye. Ev helwest di Bîra Rûyê de jî berdewam e; lê bikaranîna rengê sor bi pergaleke dualî û şuurî dixebite. Di hin rewşan de wekî zemîneke girseyî ku portreyan dorpêç dike xuya dibe, di hin rewşan de jî wekî xêzeke ziravtir di navbera rûyan de derdikeve holê.
Sor, di pratîka Sleman de rengek e ku bi şop, koçberî û tundiyê hatiye barkirin. Ev reng, beşek ji berhevokekê ye ku ji Kampa Penaberan a Erbetê, ji şopên lingan ên kiremîdên sor ên di enstalasyona wî ya bi navê Mass Migration (Koçberiya Girseyî) de heta bi boxçeyên spî yên Jinên Êzidî dirêj dibe. Li vir, ji wêdetirê dekoratîf-bûnê, rûyên ku di nav sor de “digerin” dikarin wekî nîşaneyên aidiyeteke komî werin xwendin; her wiha, rengê sor wekî xêzeke zirav a ku di nav wan de diqewime û diderize, tevgereke ku diherike, dadikeve û şop dihêle jî îşaret dike. Heman reng, bi vî awayî di du modan de diaxive.

Pratîka berhemanîna Sleman di navbera mecra û qadên cuda yên wekî wêne, peyker, enstalasyon, land art (hunera axê), destwerdana qada giştî û xêzkirinê de digere. Ew, tercîha xwe ya cihêrengiya materyalan—ku bi piranî ji bîra înşaat û çandiniyê tê—wekî komir, ax, alçî, kevir, dar, qumaş û bend bi van gotinan rave dike: “Ev, ew materyal in ku em ji bo avakirina xaniyekî bi kar tînin.” Polîtîkaya wî ya rengan jî bi heman rêgezê dimeşe. Hinceta vê polîtîkaya ku tonên reş û spî li pêş in, vegotina wî ya bi şêweyê “Ez nikarim ti hestekê di rengan de bixwînim” e.
Mantiqê berhemanîna wî taybetî-derbarê mekanê ye (site-spesîfîk e): dîroka mekanê qatên wateyê yên berhemê rasterast diyar dike. Hilbijartina her mekanî—wekî Kampa Penaberan a Erbetê, Muzexaneya Amna Suraka, çiyayên Silêmaniyê û hemama Osmanî—di heman demê de xwendinek e. Li ser tewereyên tematîk de; bedena jinê û trawmaya civakî, dîroka siyasî ya Kurd û bîra kolektîf, koçberî û windabûna cih û nasnameya Êzidî derdikevin pêş. Di pêşangeha Bîra Rûyê de, şikandina van tewereyan li ser portreyê, bi pirseke ku li rûyê bav û kalên Kurd digere, xwedî wate dibe.
Pêşangeh wekî rêgehekê hatiye avakirin. Gava ku mirov ji rûyê derve yê avahiyê ber bi hewşê û ji wir jî ber bi subSPACEê ve diçe, fîzyonomiyên rûyan vediguherin. Li beşa herî derve, portreyên ku li kolanê dinêrin takekesî û sîdar in; lê di yên ku ji dîwarên bilind ên hewşê daliqî ne de, rû êdî ne yekane ye. Ji hevre bûna bi dehan rûyan, örîntî û qalib derdikevin holê. Portreyên di qada girtî de şematîk in, dubare ne, û atmosfereke îmajê tînin bîra mirov ku tê de rû hema bêje guheriye nîşanekê û daketiye asta tîpekê. Ev rêgeha ku ji qada giştî ber bi qada parastî ve dirêj dibe, bi pirsîna şert û mercên xuyabûna rû, li her rawestgehekê bersiveke cuda dide.
Meseleya sereke ya di vê qada girtî de, li bin portreyên ku bi awayekî kolektîf hatine hilberandin derdikeve holê. Li jor, aloziya ku ji hewldana beşdaran a veguhastina rûyê li ser kaxizê derketiye heye; li jêr jî, di kaxizên kraft ên piçûk de yên ku tenê ji destê hunermend derketine, hema bêje aramiyek tê dîtin. Aidiyeteke formal a ku formê di hundirê xwe de dihewîne, pir sade û zelal e. Ev li-kêleka-hev-bûn, bi awayekî hema bêje dîdaktîk, berawirdkirinekê ava dike. Bîranîn û resimkirin ne heman tişt in. Pirsa destpêkê ya projeyê “Rûyê bav û kalên min ên Kurd dişibe çi?” tam jî di vî qelîşandiyê de wateyê digire. Beşdar hewl dide ku bîr bîne, lê di destê wî de belav dibe; hunermend jî bîr nayne, lê berhem dide. Cudahiya li vir ne tenê ji hostetiya teknîkî pêk tê. Beşdar hewl dide tiştê ku bîrê winda kiriye vegerîne; hunermend jî hewl nade tiştê kêm maye temsîl bike. Di dema berhemanînê de, rû bi riya jest û tevgerên dubare dîsa tê ava kirin. Bi vî awayî, wêne diguhere çalakiyeke afirîner a ku tiştê ku bîrê kêm hiştiye temam dike.

Sêwirana formel a ku li seranserê rêgehê belav dibe, xwe dispêre derketin û windabûna örîntîyên di nav dubareyên ku her yek ji wan ji hev cuda ne de. Qat li hev kom dibin, lê belê cîgir nabin. Ev pergal şêweya xebata bîrê tîne bîra mirov. Pergala xebatê ya enstalasyonê, hem bîranîna takekesî hem jî çawaniya avabûna bîra çandî dide fikirandin. Bîra li vir ne tenê temsîleke bêkêmasî parastî ya raborî ye; berhemanîneke kolektîf e ku di dema veguhastina ji nifşekî bo nifşekî din de kêm dibe, vediguheze û ji nû ve tê avakirin. Beşdar hewl didin rûyên ku di nav dîrokeke hevpar de winda bûne bi bîr bînin. Ji ber vê yekê, xêzên ku derdikevin holê dişopînin ku temsîlkirina rast a raborî nebin, û li şûna wê şêweya xebatê ya şikestok û nazik a bîrê berbiçav dikin. Ev jî nîşan dide ku enstalasyon wêdetirê arşîvbûnê, wekî qadeke ku bi berdewamî ji nû ve şêwe digire û li dijî sabitbûnê li ber xwe dide, hatiye avakirin.
Di rûberê kaxizan de zemîneke din jî heye ku xuya nake. Kaxizê ku ji Kargeha Cixareyê ya Silêmaniyê hatiye girtin, bermahiyeke mekan e ku keda hezaran karkeran, jiyana wan ya rojane û dema wan ya kolektîf di nav xwe de dihewîne. Heta berî ku rû werin xêzkirin jî, di kaxizê de bîreke veşartî heye. Lê ev qat di berheman de xuya nake; tenê gava ku tê zanîn, derdikeve holê.
Fîgurên ku hunermend li ser kaxizên kraft ên piçûk xêz kiriye, hema bêje wekî jêderên hevdu dixebitin. Her kaxiz di nava xwe de örîntiyeke xizmtiyê ava dike; di kaxizekê de her sê rû jî ji hevdu derdikevin, di yeke din de sê ji pênc portreyan komekê ava dikin, û her du yên din jî wekheviyeke “ji heman malbatê hatin”ê nîşan didin. Hunermend, dema ku li rûyê bav û kalên xwe yên Kurd digere, nîşan dide ku destê wî ber bi tiştê ku dizane, ber bi xwe û ber bi hevşibên xwe ve vedigere. Li bin belavbûna ku di portreyên din de tê dîtin, ew wekheviyeke hundirîn a soyekî bi cih dike.
Di wênesaziya fîguratîf a hevçerx de ev hembêzî naskirî ye: di karên hunermendê Amerîkî yê bi eslê xwe ji Pakistanê Salman Toor û Bahram Hajou—yê ku ji navên herî girîng ên hunera hevçerx a Kurdî ye—de jî tê dîtin ku fîgur ber bi rûyê wênesaz bixwe ve tên kişandin. Di Sleman de, ev kişandin ji derveyî xwendineke tenê otobiyografîk derdikeve; wekî tevgereke ku di navbera ya kesane û ya kolektîf de, di navbera xwe û soya xwe de dihat-û-diçe, xuya dibe.

Sakar Sleman di sala 1979’an de li Silêmaniyê ji dayik bûye; li wir dijî û berheman diafirîne. Bi pratîka xwe ya pir-navgînî ya ku di navbera wêne, enstalasyon, hunera axê û destwerdana qada giştî de digere, ew li ser tewereyên bedena jinê, dîroka siyasî ya Kurd û bîra kolektîf berhem tîne. Di dawiya salên 1980’î û salên 1990’an de, di bin siya operasyonên Enfalê de mezin bûye; ew dibêje ku Amna Suraka—navenda îşkence û înfazê ya wê demê—yekem car di 15 saliya xwe de ziyaret kiriye. Ev paşxaneya biyografîk bingeha pêwendiya ku hunermend bi mekanê, materyalê û dîrokê re ava dike pêk tîne. Sleman di 57’emîn Bîenala Venedîkê de li Pavyona Iraqê (2017) cih girtiye; berhemên wî li saziyên navneteweyî hatine pêşandan, di nav wan de Royal Ontario Museum, Toronto (2023–2024), û berhevoka Imago Mundi jî hene.
Pêşangeha Bîra Rû heta 17’ê Tîrmehê li Avesta Culture ya li Sûr, Amedê, dikare were dîtin.