Köşe Yazıları

ENDURANCE: MANÎFESTOYA BERXWEDANÊ HUNER WEKÎ AMÛREKE STRATEJÎK A MAYÎNA LI JIYANÊ

Cewhera herî kûr a hunerê ne tenê rengvedana rastiyê ye. Berevajî vê, huner çalakiyeke radîkal û hişmend e ku li hemberî hêzên derveyî ji nû ve bûyîna kirdeyê pêkan dike û bi riya formên hunerî qadeke bandorê vedike.

ENDURANCE: MANÎFESTOYA BERXWEDANÊ HUNER WEKÎ AMÛREKE STRATEJÎK A MAYÎNA LI JIYANÊ
Cewhera herî kûr a hunerê ne tenê rengvedana rastiyê ye. Berevajî vê, huner çalakiyeke radîkal û hişmend e ku li hemberî hêzên derveyî ji nû ve bûyîna kirde pêkan dike û bi riya formên hunerî qadeke bandorê vedike. Dema ku em hunerê wekî mekanîzmayeke xweparastinê dinirxînin, em dikarin wê wekî Bêhna Serhildanê pênase bikin. Ev têgihiştina ku Frantz Fanon wekî Bêhna Serhildanê pênase dike, di berhema wî ya bi navê Rebenên Erdê de, di beşa Li Ser Çanda Neteweyî de derdikeve pêşberî me. Fanon vî têgehî wekî "ew bêhna ku nahêle neteweyeke dagirkirî bênefes bimîne" wesif dike û wiha dibêje: "Her tevgerek, her berhemeke hunerî, her helbestek dikare bibe bangeke ji bo jiyanê; ji bo jiyaneke ku di bin xetera tinebûn û desteserkirina nasnameyê de ye..." Li gorî Fanon, huner mekanîzmayeke zihnî ye ku wî ferdê bêdengkirî yê ku kolonyalîzm hewl dide biafirîne, ji nû ve ava dike û derman dike.

Ev Bêhna Serhildanê, bi berxwedan û xweragiriya bêdawî ya Kurdan re, ku her kes di qada xwe ya jiyanê de li dijî kolonyalîzmê û bandorên wê têkoşînê dike, bi rengekî xurt li hev tê. Şervan ne tenê kesê ku li qada şer çekê hildigire ye. Ji bo Kurdan, dayikeke ku zimanê zikmakî yê ku tê xwestin bê tunehesibandin û qedexekirin fêrî zaroka xwe dike jî, bi qasî wî şervanek e. Hunermendekî ku bi hişmendiya serpêhatiyên xwe berhem diafirîne jî dikare bi heman awayî bibe şervan. Huner ti carî ji wê qadê ku li dijî bandorên desthilatdariya kolonyal berxwedanê, mayînê û rizgariyê xurt dike, cuda nebûye. Ya ku zemîna ontolojîk ava dike ku netewe û civak li şûna ku radestî qaderrê tinebûn û bêqîmetkirinê bibin, bikaribin ji bo xwe wate û manayê biafirînin, dîsa huner e.

Di nava vê vegotinê de ev pirs derdikeve holê: Dema ku erkê bingehîn ê hunerê wekî afirandina estetîkê tê qebûlkirin, huner çawa dikare li dijî kolonyalîzmê û pêvekên wê wekî mekanîzmayeke berxwedanê bixebite?

Ev metin bi temamî vê pirsê nîqaş dike. Berevajî wan berhemên hunerî yên ku di pêşangehê de cih digirin û temaşevanan di asteke hestyarî de pêşwazî dikin, ev ceribandin armanc dike ku mijarên ku di qatên cihêreng ên pêşangehê de derdikevin holê, ji perspektîfeke mentiqîtir û rexneyîtir ve binirxîne. Lewre berxwedan bi xwe wê di dîroka nayê jêbirin û bîra kolektîf a Kurdan de, yên ku huner û wêjeyê wekî amûrên xwedîkirina berdewamiya xwe ya mûcîzeyî bi kar tînin, bê neqişandin.

Ji bo ku em vê argumanê hîn pêşde bibin, em dikarin serî li berhema bandorker a Elaine Scarry ya bi navê Li Ser Bedewî û Dadperweriyê (On Beauty and Being Just) bidin. Scarry diparêze ku tecrûbeya estetîk û bedewiyê di hunerê de şêweyeke meydanxwendinê li hemberî tundiyê ye. Li gorî wê, tundî cîhanê teng dike, lê huner wê fireh dike. Her wiha, tecrûbeya bedewiyê ferd ji pozîsyoneke xwe-navendî dûr dixe û wî nêzî ramana dadperweriyê dike.

Di vê wateyê de, huner ji bo gelên kolonîzekirî vediguhere mekanîzmayeke berxwedana zihnî. Tevî ku formeke estetîk êşê temsîl dike, ew rêyek e ji bo ku gerdûna zihnî ya civakê ji nû ve were avakirin. Bi vî awayî, ferd û civak ji ketina nava bêhêvîtiya mutleq a ku daxwaza jiyanê tine dike têne parastin.

Scarry wiha dinivîse: "Bedewî bê-navendbûnekê (de-centring) diafirîne; gava ku kesek li berhemeke hunerî dinêre, ew ji bo kêliyekê xwebûna xwe û êşên şexsî yên bi wê ve girêdayî ji bîr dike û xwe wekî parçeyekî gerdûneke firehtir tecrûbe dike. Ev, dişibe mekanîzmayeke xweparastinê; ji ber ku nahêle bêdadetî û êş hemû qatên zihnê desteser bikin. Bedewî hesta zindîbûnê vedigerîne mirov." Li gorî Scarry, bedewî ne tenê hezeke demkî ye; herwiha vegerandina hevsengiyê ya hişmendiyê ye ku di bin zexta tundiyê de maye.

1. Li Ser Têgehê: Nêrîneke Felsefî li Têgeha Endurance’ê

Endurance ne tenê wateya li jiyanê man an jî xweragiriyê nîşan danê ye. Koka vê peyvê digihîje peyva Latînî ya indurare; ev kok wateyên hişkbûn, xurtbûn û guherîna şêweyê di xwe de digire. Ew qelsbûna ku heta di dengê têgehê de jî tê hîstin, rewşeke hebûnê ya ku di bin zextê de diguhere tîne bîra mirov. Di wateyekê de, endurance ew e ku mirov di encama zexta ku lê tê kirin de bibe rewşeke ji ya berê cuda, lê tevî vê yekê yekparebûna xwe biparêze.

Lê li vir tenê rewşeke tehemûlkirina pasîf nayê behskirin. Mirov tenê tehemûl nakin; ew bi awayekî çalak xweragiriya xwe didomînin, ji bo wê xebatê dikin, demê ji wê re vediqetînin û dewamkirinê hildibijêrin. Heta carinan, tevî ku bijareyekî rastîn tune be. Ew tengezara ku di navbera nazikiya qebûlkirina êşê û çalakbûna xweragiriyê de, û di navbera qeyranên ferzkirî û kederê de derdikeve holê, vê kapasîteya awarte ya dayanê ya ku hebûnê diparêze pêkan tîne. Ji ber vê yekê, pratîka dayan û xweragiriya çalak dibe yek ji hêmanên bingehîn ên tecrûbeya ferdî û kolektîf a gelên dagirkirî.

Navê vê pêşangeha ku berhemên hunermendên Kurd ên ji nifş, mecrayên û erdnîgariyên cihêreng tîne cem hev jî Endurance e. Li hemberî berhemên vê pêşangehê rawestan, ne tenê bi estetîk û bedewiyê re rûbirûbûn e. Di heman demê de, ew rûbirûbûna bi giraniya ontolojîk, dîrokî û siyasî ya li pişt van berheman e. Ew paşxaneya dîrokî ya giran ku van berheman bi dîroka xwe re di têkiliyekê nayê qutkirin de girêdide, hêza rastîn a pêşangehê pêk tîne.

Auraya ku her berhemeke hunerî hildigire tam jî ev e. Her yek ji wan şahidiya zindî ya dayan û xweragiriya kolektîf vedibêje. Temaşevan ne tenê li berheman dinêre; berhem jî li temaşevan vedinerin. Ew, wan dikişînin nava wê atmosferê ya înkarkirî û paşguhkirî ku hişt erdnîgariya ku jê hatine, di encama şerên li pey hev de bibe xwelî. Ew ji her kesê ku li hemberî van serpêhatiyan bêdeng maye pirsan dipirse, hetta carinan wan sûcdar dike.

Endurance (Dayanî an Xweragirî) pêşniyar nake ku bibe bîrdariyeke mexdûriyetê. Berevajî vê, ew têgehê bi xwe cism dike; li hemberî wan hêzên ku hebûna wan û axa ku li ser dijîn vediguherînin qadeke bêewlehiya domdar û metirsiyeke berdewam, helwesteke vekirî, zelal û daxuyankirî nîşan dide.

Ludwig Wittgenstein di berhema xwe ya Tractatus Logico-Philosophicus de balê dikişîne ser rola diyarker a ziman di jiyana mirovî de û dibêje: "Sînorên zimanê min, sînorên cîhana min in." Kurd di dirêjahiya zêdetirî sedsalekê de bûne armanca tundiya siyasî ya giran ku di navbera çar dewlet-neteweyan de domdar bûye. Ev tundî bi awayê destwerdanên sîstematîk ên ku rasterast vê "sînorê" ku Wittgenstein behs dike, ango ziman, armanc digire, xwe nîşan daye. Bi xwendineke Wittgensteinî, ev rewş tenê ne êrîşek li zimanê ye, lê di heman demê de êrîşek li hebûnê bixwe ye. Tevî vê yekê, pêşangeha Endurance dikare wekî şêweyekî berxwedanê were xwendin ku hîn jî bi Kurdî difikire, hest dike û xwe îfade dike; wekî meydanxwendinek ku li cihê pêşangehê, li berheman û li pêşniyarên ku tîne holê belav bûye.

Ev hunermend jin û mêrên erdnîgariyekê ne ku desthilatdarên kolonyal bi xêzker û pênûs li ser nexşeyan sînorên wê kişandine û qetqet kirine. Ew mirovên wan gundan in ku hatine wêrankirin û paşê di tomarkirinên fermî de tenê wekî "operasyoneke ewlehiyê" hatine navandin. Ev berhem ne tenê temsîlên pêşangehî yên xweragiriyê ne; bi xwe cismbûna rasterast a wê ne.

Ev gotar armanc nake ku katalogeke dîrokî an hunerî ya berhemên di pêşangehê de heye pêşkêş bike. Berevajî vê, armanca wê ew e ku şert û mercên dîrokî, derûnî, jeopolîtîk û çandî yên ku bûne sedema derketina van berheman, di çarçoveya felsefe, huner û siyasetê de bi nêrîneke panoramîk binirxîne. Fêmkirina Enduranceê fêmkirina kolonyalîzmê pêwîst dike. Lê kolonyalîzm divê ne wekî diyardeyeke ku di borî de maye, lê wekî avahiyeke ku hîn jî dixebite were fêmkirin. Divê ew ne wekî birînek ku sax bûye, lê wekî nexweşiyeke kronîk were dîtin ku bi şêweyên cûda hebûna xwe didomîne. Ev avahiya ku li ser mantiqa desteserkirina nasnameyê, jêbirina nasnameyê û dabeşkirina mirovan ava bûye, tevî ku şêweyê xwe diguherîne jî hebûna xwe diparêze. Divê Kurd wekî civakeke marjînal neyên xwendin; ji ber ku ew li hemberî vegotina postkolonyal a ku îdia dike kolonyalîzm qediyaye, delîleke dijber a zindî ne.

2. Birîneke Hîn Jî Dixwîne: Kolonyalîzm li cem Quijano û Pirsgirêka Kurdan

Sosyologê Perûyî Aníbal Quijano yekem ramanger e ku têgeha Kolonyalbûna Desthilatê (Coloniality of Power) pêş xistiye. Ew vê têgehê ji wê wateya ku kolonyalîzm (colonialism) wekî rêzeke siyasî û îdarî ya ku di saziyên fermî yên wek desthilatdarî, artêş, qanûn û alayê de cism dibîne, cuda bike, bi kar tîne. Li hember vê yekê, kolonyalbûn (coloniality) tê wê wateyê ku avahiyên fikrî û ontolojîk ên ku kolonyalîzm afirandiye, piştî ku hêza dagirker bi awayekî fermî vekişe jî hebûna xwe bidomîne.

 

Li gorî Quijano, kolonyalîzm wekî bûyereyek dîrokî serdemeka ku welatek bi hêza leşkerî welatekî din dagir dike îfade dike. Dema ku hêza dagirker vekişe, alaya xwe daxîne û gelê hatî kolonîzekirin serxwebûna xwe ya siyasî bistîne, kolonyalîzm wekî pergaleke îdarî û hiqûqî bi dawî bûye tê hesibandin.

Lê Quijano dibêje: "Kolonyalbûn, piştî ku leşker û dadwerên biyanî çûne jî didome. Ew mantiq, zihniyet, pergal û şêwaza xebitandinê ye ku desthilatdariya kolonyal li pey xwe bihêliye." Li gorî Quijano, ev desthilatdariya kolonyal li ser sê astên bingehîn dixebite:

Yekemîn - Nijad: Hêza dagirker mirovan dike kategoriyên hiyerarşîk. Dema ku xwe wekî mirovekî bilindtir datîne, gelên hatine fetihkirin û niştecihên resen li asteke jêrtir bi cih dike. Ev hiyerarşî, heta piştî ku hêza kolonyal ji holê rabe jî, di hişmendiya kolektîf de dijî.

Duyemîn - Zanîn: Dagirker zanîn, zanist û zimanê xwe wekî pîvana pêşketinê pêşkêş dike; lê ziman, çand û hunera gelê hatî fetihkirin wekî tiştên paşketî, wehşî an jî tenê wekî hêmanên folklorîk pênase dike.

Sêyemîn - Ontolojî (Hebûn): Hêza dagirker dikeve qada hebûna mirovê hatî fetihkirin. Bi vî rengî, kes dest pê dike hebûna xwe, ji bilî aliyên ku dişibin dagirkerî, wekî tiştekî kêmasîdar, nekêrhatî an jî bêqîmet bibîne.

Quijano argumana xwe bi vê gotinê pêş dixe: "Kolonyalîzm bi dawî bûye, lê kolonyalbûn bi dawî nebûye. Berevajî vê, ew di nav avahiyên hiyerarşîk ên nijadê, zanînê, rêvebirinê û öznelbûnê de cih girtî ye." Ji ber vê yekê, kolonyalbûn di roja îro de jî di şekildana pergala cîhanî de rola xwe didomîne. Di encamê de, desthilatdariya kolonyal ji şêweyeke eşkere û rasterast derdikeve û vediguherî şêweyeke nezelal, belavbûyî û gelek caran nedîtbar. Ev nezelalbûn ji bo domandina pergalê avantajeke fonksiyonel diafirîne; lê ji bo wan kesan ku encamên wê dijîn, derketina jê hema bêmkan dike.

Kurd di hundurê tecrûbeyeke ku dikare bi navê "kolonyalbûna ducar" were binavkirin derbas dibin. Ev tenê wateya wê nake ku birînên ku kolonyalbûn vekiriye nehatiye saxkirin; di heman demê de tê wateya ku ev birîn bi siyasetên neteweperest ên hêzên serdest ve her dem ji nû ve kûrtir dibin. Wekî paradoks, ev pêvajo di wan demên dîrokî de pêk tê ku van avahiyên serdest bi xwe vegotinên xwe yên dijî-kolonyal ava dikin. Bi gotina Kurdan, li ser vê birîna ku nagire, her dem ji nû ve xwê tê rijandin.

Di sala 1916an de Kurd bi riya lihevkirina dîplomatîk a veşartî ya ku wekî Sykes-Picot tê zanîn, bûn mijara sîstema kolonyal a Ewropayê. Piştre, Peymana Sevrê ya sala 1920an bendewarîyên têkildarî mafên siyasî yên Kurdan anî rojevê. Prensîba Mafê Diyarkirina Çarenûsa Xwe ya Woodrow Wilson îhtîmala Kurdistaneke xweser danîbû holê. Lê ev îhtîmal di dema Peymana Lozanê ya sala 1923an de, di bin giraniya dîplomatîk a Komara Tirkiyeyê de ji holê hate rakirin. Di nav vê zincîra peymanan de ku berdewam têne avakirin û paşê têne betal kirin, Kurd rastî tundiya binyadî hatin ku yek ji şêweyên herî nedîtbar lê herî bandorker ên kolonyalîzmê ye. Di vê pêvajoyê de beden û erdnîgarî ji aliyê navendên cihêreng ên hêzê ve hatin veguherandin amûrên muzakereya jeopolîtîk. Ji xeynî vê yekê, tu yek ji van hêzan ne sübjektîvîteya siyasî ya Kurdan, ne dengê wan û ne jî mafdariya wan a li ser axa xwe bi awayekî tam nas kir.

Pêvajoya ku li pey vê hat ne dekolonîzasyon bû, lê sazîbûna şêweyên cihêreng ên kolonyalbûnê bû ku di nav sînorên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de dixebitîn. Ev netewe-dewlet avahiyên siyasî yên postkolonyal bûn ku berdewamiya cûrbecûr a mantiqa kolonyal û şêweyên desthilatdariyê di xwe de dihildan. Her yek ji wan, bi rêbazên xwe yên taybet, Kurdan kişand nav wê pêvajoya ku Frantz Fanon jê re dibêje ji nû ve hilberandina kolonyalbûnê di asta özneyê de. Ev pêvajo bi wateya aşandina sîstematîk a ziman, çand, dîrok û xwebûna ferdê kolonîzekirî bû; û li şûna wan, danîna nasnameyeke nû ya ku dewlet pênase dikir.

Li Tirkiyeyê Kurdî bi dehan salan ji qada giştî hate derxistin û qedexekirin. Li Iraqê, rejîma Baasê di bin rêveberiya Saddam Huseyîn de, di navbera salên 1986 û 1989an de Kampanyaya Enfalê meşand. Di vê pêvajoya ku beşek ji siyasetên Erebkirinê bû de, li dijî sivîlan çekên kîmyayî hatin bikaranîn û gelek lêkolîner van bûyeran wekî jenosîd nirxandin. Li Sûriye û Îranê jî di serdemên cihêreng de siyasetên wekhev ên armancdar ji bo tunekirina ziman û çanda Kurdî hatin pêkanîn. Ev siyaset gelek caran bi êrîşên rasterast ên leşkerî, komkujiyan û pratîkên koçberkirina bi zorê hatin piştgirîkirin.

Bîrmendê postkolonyal Achille Mbembe, di gotara xwe ya navdar a bi navê Nekropolîtîka (Necropolitics) de diparêze ku desthilatdariya modern êdî nikare tenê bi kapasîteya xwe ya rêxistina jiyanê were pênasekirin. Bi referansê têgeha "biyo-desthilatdarî" ya Foucault, ew îdia dike ku siyaseta îroyîn her ku diçe zêdetir li ser bingehê "hukmkirina li ser mirinê" an jî "destûrdana mirinê" dixebite. Tecrûbeya dîrokî ya Kurdan, têgeha siyaseta mirinê (thanatopolitics) ya Mbembe bi rengekî berbiçav û sarsîner eşkere dike. Di sedsala bîstan de Kurdbûn, bi gotina Mbembe, dihat wateya jiyankirina li ser sînorên "cîhana miriyan". Ev qadeke ku mantiqeke desthilatdariyê lê serdest e; mantiqeke ku biryar dide ka kîjan jiyan hêjayî şînê ne, kîjan mirin divê bê tomarkirin û kîjan wêrankirin pêdiviya wan bi ravekirinê heye. Kurd bi awayekî sîstematîk bûne armanca vê mantiqê.

Dîsa jî, wekî ku pêşangeha Enduranceê nîşan dide, cîhana miriyan nikare kirdeyê bi tevahî ji holê rake. Berevajî vê, carinan bi mecbûrkirina mirov ku jiyana xwe li ber sînorê mirinê ava bike, dibe sedema derketina holê ya şêweyên nû yên berxwedanê. Ji ber vê yekê, cîhana miriyan bi awayekî paradoksal şert û mercên jiyaneke ku li ser sînorê metirsiyê hebûna xwe didomîne diafirîne; di heman demê de şert û mercên macera, afirandin û serhildanê jî pêk tîne.

3. Wekî Pratîkeke Dij-Sazî Hilberandinê, Dij-Fînansman û Çend Nîşeyên Li Ser Têgeha Hêza Qanûnê ya Jacques Derrida

Jacques Derrida di têgeha ku navê Hêza Qanûnê (Force of Law) lê kiriye de vê yekê diparêze: "Qanûn her tim bi tundiyê dest pê dike û paşê hêdî hêdî xwe wekî heqîqeta bingehîn pêşkêş dike." Li cîhana modern de, her pergala ku Kurdan rêve dibe û ji daxuyaniyan, peymanan an jî rêkûpêkên destûrî pêk hatiye, serweriya xwe wekî rêveberiyeke rewa û mafdar pêşkêş dike. Lê rastiya van nîzaman ji bilî wê yekê ku rêveberiyên li derveyî îradeya Kurdan li ser wan hatine ferzkirin, ne tiştekî din e. Her yek ji van sîstemên îdarî wekî encama pêvajoyeke desteserkirinê ya bi tundiyê hatiye damezrandin derketiye holê. Peymana Lozanê ya 1923an, ku ji bo demeke kurt îhtîmala Kurdistana serbixwe ya ku Peymana Sevrê pêşbînî dikir ji holê rakir, nikare wekî hukmekî ku ji aliyê Kurdan ve hatiye avakirin an qebûlkirin were dîtin. Ev rewş di hundurê wê tecrûbeyê de tê jiyankirin ku Derrida jê re Tundiya Damezrîner (Foundational Violence) dibêje. Di vê çarçoveyê de, li Amedê di saloneke dadgehê de bi Kurdî axaftin an li Qamişloyê di dibistanekê de daxwaza perwerdeya bi Kurdî kirin, ne tenê bangek ji bo nasandina mafên çandî ji aliyê otorîteya dagirker ve ye. Berevajî vê, gava ku ev daxwaz di ronahiya têgeha Hêza Qanûnê ya Derrida de werin fikirîn, wekî destwerdanekê xuya dibin ku bingeha tundiya dîrokî ya desthilatdariya serdest dihejîne; ya ku kirinên xwe di bin perdeya dadperweriyê û rewabûna destûrî de pêşkêş dike.

Hunermendên di pêşangeha Enduranceê de, bi awayekî rasterast an nerasterast di nav vê xeta Derridayî de ne. Ji ber ku ew ne tenê rabirdûyê temsîl dikin; di heman demê de helwesteke dij-sazî û dij-fînansmanê jî nîşan didin. Dema ku ew vegotina neteweperest a ku hebûna Kurdan wekî pirsgirêkeke bi hiqûq û zorê hatiye çareserkirin red dikin, hilberîna hunerî wekî arşîveke alternatîf a dij-bîrê (anti-memory) datînin holê. Di xebatên hunermendê herî mezin ê pêşangehê Faek û beşdarvana herî ciwan Awaz de rêçeyeke hevpar berbiçav dibe: şer, qeyran, trajedî û bîr. Di encamê de ev hemû berhemên wan sînorên in ku netewe-dewletên dagirker li ser nexşeyan xêz kirine. Di hilberînên van hunermendan de, dikare were dîtin ku cureyekî wêneya diyalektîk a Walter Benjamin behsa wê dike pêk tê: "Wêneya rastîn a rabirdûyê tenê ji bo kêliyekê xuya dibe û dûv re winda dibe. Rabirdû tenê di wê kêliya ku tê naskirin de wekî wêneyekî dibiriqe dikare were girtin û paşê careke din qet nayê dîtin." Ev rewş nîşan dide ku huner ti carî ji tecrûbeya xweragiriya kolektîf nehatiye qutkirin. Tu rêyek ji bo veqetandina hunerê ji pêvajoya xweragiriyê tune ye. Di her demkê de ku Kurd neçar mane li ber xwe bidin, huner jî li wir bûye. Heta di wan kêliyên ku tenê wekî şêweyeke îfadeyê derketiye holê de jî, huner rola afirandina hêviyê û girêdana mirov bi jiyanê ve lîstiye.

Bi riya vê pêşangehê hunermendên Kurd vê peyamê didin: "Binêrin, em çiqas demeke dirêj e li ber xwe didin; em li hemberî encamên rasterast û nerasterast ên kolonyalîzma we hîn jî hebûna xwe diparêzin û didomînin."

Ew bang dikin ku were dîtin dewletên otorîter ên ku di heman demê de ku kolonyalkirina Kurdan didomînin, vegotinên "dekolonîzasyon"ê jî hilberînin, Kurdan çiqas ji pêvajoyên xwe-ramanînê û rûbirûbûnê dûr digirin. Ew xêzê di bin vê rastiyê de dikişînin ku Kurd du caran bûne armanca kolonyalbûnê: carekê ji aliyê hêzên dagirker ên rasterast ve, û careke din jî ji aliyê wan dewletan ve ku Kurd di navbera wan de hatine parvekirin. Ew bangî vê heqîqetê dikin: Ti qadeke ku em tê de baş bibin tune ye û tu kes li ser dagirkeriya ku li ser me hatiye ferzkirin nefikire. Tu kes bi berpirsiyariya ku ketiye ser milê xwe rûbirû nabe. Hunermend vê yekê eşkere dikin: Heta dema ku hûn me têxin nav derdorên çandî û hunerî jî, em hîn neçar in wekî hunermendên Iraqî, Îranî, Sûriyeyî an Tirkiyeyî werin pêşkêşkirin. Wekî ku ev bişîvekî ji beşdarbûneke ku armancê wê tamîrkirina nîzama ku we ava kiriye be dixebite; lê di hundurê wê nîzamê de mafê Kurdbûnê jî bi me nayên naskirin. Ev pêşangeh çimkekî biçûk lê bandorker e ku di şêweya hişyariyekê de hatiye avêtin û vê pirsê radixe holê: "Kîjan xwe-ramanîn? Dema ku xwîna min hîn nû ye, hûn qala kîjan rûbirûbûn û hesabdanê dikin?"

4. Nêrîneke Psîkanalîtîk li Pêşangehê: Dema ku Nifşên Cihêreng Teşe Didin Xweragiriyê

Dema ku her du psîkanalîstên Fransî Nicolas Abraham û Maria Torok têgeha xeyaleta derbasbûyî ya nav-nifşî (transgenerational phantom) pêş xistin, ew bermahiyên psîkolojîk ên neyînî yên ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibûn dişopandin; her çend nifşê nû ew bûyer bi xwe nejiyabûya jî. Ew vê têgehê wekî travmayeke nehatiye pêvajokirin pênase dikin ku, li şûna ku veguhere bertekê, vedibe cureyekî kodê û di binehişê nifşên paşerojê de cih digire. "Xeyalet" wê valahiyê îfade dike ku travma ji kesê saxmayî derbasî nifşa paş re dibe. Travma bi bêdengî rê digire; di psîşeya zarok û neviyan de wekî tirseke nezelal vedeng dide. Her çend ew çavkaniya vê tecrûbeya travmatîk bi awayekî hişmendî nizanibin jî, bandorên wê di hebûn û bedenên xwe de hildigirin û didomînin. Ev çarçoveya teorîk wan rehendên pêşangehê eşkere dike ku bi tenê bi temaşekirineke rûserî nayên dîtin. Hunermendên ciwan ên di pêşangeha Enduranceê de ne şahidê Kampanyaya Enfalê bûne û ne jî êrîşên kîmyayî yên li Helebçeyê jiyane; ew gundên şewitandî nedîtine û dengê helîkopteran nebihîstine. Her çend ew ji tecrûbeyên şer û pevçûnên cûda, wekî şerê li dijî DAIŞê, derbas bûbin jî, berhemên wan heman parçeyên naverokê û şopên ku di hilberînên hunermendên nifşê kevntir de hene hildigirin. Bêguman beşek ji vê hevşibûnê dikare bi veguhastina ziman û şêwaza hunerî were ravekirin. Lê mesele tenê ev nîne. Ev rewş zêdetir mînakeke cismbûyî ya têgeha post-bîr (post-memory) ye ku Marianne Hirsch, dema ku li ser zarokên kesên saxmayî yên Holokostê lêkolîn dikir, pêş xistiye. Li gorî Hirsch, post-bîr girêdana di navbera nifşa nû û wan tecrûbeyên travmatîk de ye ku dê û bavên wan berî zayîna wan jiyane. Ev tecrûbe di bîra wan de tenê wekî çîrok, wêne û tevger hene; lê ew qas xurt in ku bi demê re di psîşeya ferd de wekî bîreke serbixwe cih digirin.

Endurance li gel bîranînên ku rasterast tên bîra mirov, post-bîrê jî tîne nav vegotinê û qadeke diyalogê vedike ku nîşan dide birînên kolonyal çawa di nav nifşan de hebûna xwe didomînin. Berhemeke ku ji ber ku hunermendekî xwedî tecrûbe pênûsên xwe ji bo afirandina xêzeke reş-spî bikar aniye heta ku veguherîne bermahiyên tûj ên biçûk, derketiye holê; gava ku ev berhem di heman mekânê de li kêleka wêneyeke hunermendekî ciwan were pêşandan, em ne bi du serdemên cuda re rûbirû dibin. Berevajî vê, heman berdewamiya bêqut lê ne birêkûpêk, ku bi riya bedenên cihêreng, ferhengên cihêreng, asoyên entelektuel ên cihêreng û teknîkên cihêreng xuya dibe, diaxive. Di bingehê de her du jî qala heman trajediyê dikin ku hîn bi dawî nebûye. Ev nêzîkatiya kuratoryal, bêguman encama serkeftina Niga Salam e ku di hilbijartina berheman de hûrbîniyek taybet nîşan daye. Ev hilbijartin şahidiyek e ku nîşan dide birîna kolonyal ne tenê meseleye dîrokê ye, lê rastiyeke zindî ya îroyîn e ku hebûna xwe didomîne.

Berhemên di pêşangeha Enduranceê de ne ravekirin an daxuyanîyên rojane yên li ser bûyerên ku di rabirdûyê de qewimîne ne. Ew birînên vekirî û qelşên hîn nehatiye girtin ên wan bûyeran in ku raya giştî ya navneteweyî qet nexwestiye bi tevahî wan bibîne û pir caran tercîh kiriye ku wan paşguh bike.

Encam

Li vir em dikarin bigihîjin vê encamê ku kurasyona Niga û Endurance (Xweragirî), yek ji wan hezaran hewldanên din e ku armanca wan rûbirûbûna bi wê diyardeyê re ye ku hêzên ku hîn jî xwe wekî parçeyekî vê pêvajoyê nabînin, jê re "dekolonîzasyon" dibêjin. Ev hêz nekarin fêm bikin ku li hemberî encamên giran ên ku kesên mecbûr bi xweragiriyê bûne rastî wan hatine, hîn jî tu çareseriyeke rast nehatiye pêşkêşkirin. Tam jî ev rewş hunerê vediguherîne amûreke xurt û sivîl ji bo xuyanîkirina serhildanekê; ji bo îfadekirina bêzarî û hêrsa li hemberî pergala rêveberiya cîhanê ya giştgir. Di cîhanekê de ku daxwazên yê din ji îradeya wî tên qutkirin, ber bi çeperên dîrokê ve tên paşxistin û mehkûmî rewşeke domdar a "ne bijî ne bimire" tên kirin, huner vediguherîte şêweyeke berxwedanê. Ev rewş hunerê tam jî bi wateya Adornoyî ya wê bi cih dike. Li gorî Adorno, yek ji erkên bingehîn ên hunerê di mesafeya wê ya rexneyî ya li hemberî tiştê heyî û di xweseriya wê de ye. Kapasîteya rexneyî ya hunerê jî ji nêz ve bi vê xweseriyê re girêdayî ye. Heger em bi îfadeya di metnê de hatî diyarkirin ve bimînin: Ji bo ku huner rastîn be, divê serbixwe be. Ji bo ku bibe hunereke xweser, divê ji bandora îdeolojiyê azad bibe; û ji bo ku bikaribe bandora îdeolojiyê bişkîne, divê hêzeke protestî û rexneyî biafirîne.

 

 

Çavkanî

Abraham, Nicolas û Maria Torok. The Shell and the Kernel: Renewals of Psychoanalysis. Berg 1. Edîtor û wergêr Nicholas T. Rand. Chicago: University of Chicago Press, 1994.

Adorno, Theodor W. Aesthetic Theory. Edîtor Gretel Adorno û Rolf Tiedemann. Wergêr Robert Hullot-Kentor. Minneapolis: University of Minnesota Press, 1997.

Derrida, Jacques. "Force of Law: The 'Mystical Foundation of Authority'." Di Deconstruction and the Possibility of Justice de, edîtor Drucilla Cornell, Michel Rosenfeld û David Gray Carlson, 3–67. New York: Routledge, 1992.

Fanon, Frantz. The Wretched of the Earth. Wergêr Richard Philcox. New York: Grove Press, 2004.

Hirsch, Marianne. The Generation of Postmemory: Writing and Visual Culture After the Holocaust. New York: Columbia University Press, 2012.

Jwaideh, Wadie. The Kurdish National Movement: Its Origins and Development. Syracuse, NY: Syracuse University Press, 2006.

Mbembe, Achille. "Necropolitics." Wergêr Libby Meintjes. Public Culture 15, hej. 1 (Zivistan 2003): 11–40.

Quijano, Aníbal. "Coloniality of Power, Eurocentrism, and Latin America." Nepantla: Views from South 1, hej. 3 (2000): 533–80.

Scarry, Elaine. On Beauty and Being Just. Princeton, NJ: Princeton University Press, 1999.

Wittgenstein, Ludwig. Tractatus Logico-Philosophicus. Wergêr C. K. Ogden. Londra: Routledge & Kegan Paul, 1922.

Benjamin, Walter. "Theses on the Philosophy of History." Di Illuminations: Essays and Reflections de, edîtor Hannah Arendt, wergêr Harry Zohn, 253–264. New York: Schocken Books, 1968.

info@firezz.com